Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Azadiya me bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye’

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê ya ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin, di roja 123’an de didome. Di merasîma dewrgirtinê de hat gotin ku azadiya gelê kurd bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Îştarê a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 123’an de dewam dike. Çalakî ji aliyê koma 62’an ve hate dewirgirtin.

Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêz girtinê li ser navê koma 61’emîn Sedîq Demîr axivî.

Demîr di serî de pêngava KCK’ê silav kir û wiha got: “Em di serî de vê tecrîda ku di şerxsê Rêberê me de, li ser gelê kurd tê meşandin şermezar dikin. Weke tê zanîn armanca me ya ji bo vê çalakiya greva birçîbûnê, azadiya Serok a bi fîzîkî ye. Çima weke çalakvan û gelê kurd em azadiya Serok dixwazin, ji ber ku azadiya me bi azadiya Serok ve girêdayiye. Azadiya tevahî mirovahiyê niha li girtîgeha Îmraliyê ye. Rêber Ocalan hêviya gelên bindest e. Mala Barzanî bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re dibe astengî ji bo azadiya kurdan. Lê belê bila mala Barzanî û hevkarên wê yên îxanetkar baş bizanin, em ê bi berxwedanî û sekna xwe ya ku me ji şehîdên xwe girtî serbikevin. Ji bo wê jî ez bang li tevahî mirovahiya ku azadiya xwe digere dikim, êdî dem hatiye ku em azad bin, êdî dem hatiye ku em di cîhanek azad de jiyan bikin. Ji bo ev xwestek û armanca me were pêkanîn pêwîst e Rêberê mirovahiyê ji Gireva Îmraliyê derbikeve. Em bang li tevahî gelên ku azadiya xwe digerin dikin, êdî dem dema azadiyê ye ji bo wê jî tev li pêngava KCK’ê bibin û wê şerê gelê şoreşgerî serbikeve.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’  û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar