Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Azadiya Rêber Ocalan ji her tiştî girîngtir e’

Welatiyên diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji her tiştî girîngtir e û wiha gotin: " Êdî dora me ye ku em ji bo Ocalan ku bi salan ji bo me têkoşiya, bitêkoşin. Em ê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin."  

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li dijî vê tecrîda girankirî pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Her wiha dê di çarçoveya pêngavê de di 18’ê mijdarê de “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin. Ji bo vê MEBYA-DER û TUHAY-DER li navçeya Qelqelî ya Wanê hevdîtineke gel lidarxistin. Welatiyên tev li hevdîtinê bûn, destnîşan kirin ku tekane navnîşana çareserkirina meseleya kurd Îmrali ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan îşaret bi têkoşînê kirin.

Recep Ceylanci diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi salan e didome û got ku ji roja komploya navdewletî çêbûye heya niha Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Ceylanci, wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Ev tecrîd dê çawa bê şikandin? Tecrîd niha li ser zimanê me, çanda me, dîroka me û erdnîgariya me bi polîtîkayên cur bi cur tê domandin. Ocalan bi felsefeya xwe komploya navdewletî ya bi faşîzmê hat kirin, pûç kir. Êdî dora me ye ku em ji bo Ocalan ku bi salan ji bo me têkoşiya, bitêkoşin. Em ê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.”

Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye

Ceylanci, diyar kir ku gelê kurd bi awayekî demokratîk doza mafên xwe dike û wiha pê de çû: “Gelê kurd doza zimanê xwe yê zikmakî dike. Em ji bo hemû tiştên xwe têdikoşin. Dixwazin têkoşîna gelê kurd betal bikin. Ger îro hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bê kirin, tekane tişta ku bixwaze dê aştî be. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn muxatabê aştiyê Ocalan e. Ger meseleya kurd çareser nebe, dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareserî ne pêkan be. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Me kurdan gava ev têkoşîn dest pê kir, me destê xwe xist bin kevir û wiha dest pê kir. Niha jî divê em tevahiya bedena xwe têxin bin kevirê azadiyê ku tecrîd bê şikandin. Divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Ji bo tecrîd di çarçoveyele mafên demokratîk de bê şikandin, çi ji destê me bê divê em bikin. Ger tecrîd bişikê em ê dengê aştiyê bibihîsin. Divê em li her derê, li her qadê tecrîdê bilêv bikin. Hemû sazî û malbat, divê ji bo şikandina tecrîdê bên cem hev du û tevbigerin.”

Ayşe Hizir jî destnîşan kir ku divê gel tecrîdê qebûl nekin û wiha got: “Piştî vê saetê gelê kurd êdî li ser pêyan e, divê li dû rastiya xwe be. Ew qas mirovên me jiyana xwe ji dest dan, ew qas mirovên me hatin qetilkirin, bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Divê em van bînin ber çavê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê her kes hay ji girîngiya meşa 18’ê mijdarê hebe. Gel divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bên cem hev du û aştiyê bilêv bikin.”

Seyfettîn Ozsoy jî bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi her awayî zirarê dide gelan û ev tişt gotin: “Tecrîda li ser Rêberê Gelan astengiyek e li ber avakirina aştiyê. Gelê kurd û gelên din felsefeya Ocalan kirine nexşerê û li gor vê têdikoşin. Tu hêleke hiqûqî ya vê tecrîdê tune ye. Gava li gor qanûna xwe jî lê mêze bikin, diyar e ku dijhiqûqî ye. Divê hemû gel di vî warî de hesas be û li gor têkoşîna rêbertiyê tevbigere. Lewma divê gel xwedî li rêberê xwe derkeve. Azadiya fîzîkî ya Ocalan ji her tiştî girîngtir e.”

Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu pisgirêk çareser nabin

Cengîz Yerlîkaya jî diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ger tecrîd bidome, dê çareserkirina meseleya kurd ku meseleya herî mezin a Tirkiyeyê ye çareser nebe. Hevdîtineke bi Ocalan re dê ji bo avakirina aştiyê bingeheke gelekî mezin be.”

Yerlîkaya bibîr xist ku demekê li Başûrê Efrîqayê heman tecrîd hatiye serê Nelson Mandela jî û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên netew-dewletê yên cîhanê kesên doza aştî, demokrasî û azadiyê dikin qebûl nakin. Lê dewlet bi ser nakevin. Çawa cîhan ji bo Mandela rabû ser pêyan, niha li seranserê cîhanê mirov ji bo Ocalan jî radibin ser pêyan. Bi taybetî divê li Tirkiye û Kurdistanê mirov li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ger dengê xwe bilind nekin dê ev pirsgirêk bidomin. Êdî dem hatiye ku li dijî tecrîdê helwesteke bibiryar bê nîşandan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar