Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya gelan e’

Rewşenbîrên Minbicê diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan girîngî da azadiya gelên Rojhilata Navîn û wiha gotin: “Bi fikrê xwe ji bo gelan rêya azadiyê ronî kir. Niha jî dem dema wan gelan e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Dostên gelê kurd li çar aliyên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî yên Rêber Abdullah Ocalan didomin û roj bi roj berfirehtir dibin, hemwextî wê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê desthilata tirk a dagirker ve jî girantir dibe. Rewşenbîran destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin gelên azadîxwaz kontrol bikin û wan bixapînin.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Emîra Axa der barê girîngiya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de wiha axivî: “Pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gihîşt asta cîhanê û li seranserê cîhanê deng veda. Îro gel hemû bi fikrê Rêbertî bawer in û li benda dîtina wî ne.”

Emîra Axa wiha domand: “Ev pêngav destpêka têkoşîna cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û bûye neynika gelên azadîxwaz û dengê gelên ku banga azadiya Rêbertî dikin, ên ku di azadiya Rêbertî de xelasiya gelan ji bindestiyê dibînin.”

Fikrên Rêber Apo rêya gelan ronî dike

Îbrahîm El Îbrahîm ku yek ji rewşenbîrên Minbicê ye got: “Rêber Abdullah Ocalan girîngî da azadiya gelên Rojhilata Navîn û bi fikrê xwe ji bo wan gelan rêya azadiyê ronî kir, niha jî dem dema wan gelan e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

El Îbrahîm wiha domand: “Dewleta Tirk a faşîst hizir dike ku bi dîlgirtina Rêbertî di Îmraliyê de dê armancên wê pêk bîne, lê belê têkoşîna Rêbertî di girtîgehê de bûye çavkaniya hêzê ji bo gelan. Fikr û ruhê Rêbertî di nav me de ye û em ê bi rêya belavkirina fikrê wî azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî rêya xelasiyê ya gelan e

Der barê pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de El Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Gelên azad ên ku tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêbertî bûne bi çavê xwe dîtin ku azadiya gelên Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên wê bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ne. Tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berhema fikrê Rêbertî ye û piştrast kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî rêya xelasiyê ya gelên bindest û dagirkirî ye.”

Bi fikir û têkoşînê li dijî kapîtalîzmê şer dike

Îmad El Ehmed wiha axivî: “Dewletên zordest qanûn û siyasetan li gor kapîtalîzmê datînin û gelan wiha dixapînin ku tenê di bin siya modernîteya kapîtalîst de bijîn û civakê veguhêzin daristanekê ku yê xurt, ê lewaz bixwe. Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û têkoşîna xwe şerê wan qanûn û siyasetên kapîtalîst kir. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kir ku ev fikr xizmeta mirov û civakê dike û gelan vedigerîne cewhera wan. Em dikarin dûrî kapîtalîzmê bijîn û em bigihîjin azadî û demokrasiyê.”

Di dawiya axaftina xwe de El Ehmed got: “Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye wargeha hemû azadîxwazan û serdana wan ji bo herêmên me hişt baweriya wan bi fikrê neteweya demokratîk û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurtir bibe, wan ew bawerî ji gelên xwe re jî bir. Em deyndarên fikrê Rêbertî ne û divê em ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar