Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

Gelên Şehbayê li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê meşandin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de peyama "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan" dan.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û 38 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî li ser 6 meh cazeyê qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatan tê birîn. Bi vê pêkanîna dermirovaî êdî serbra gelê kurd nemaye û li dijî tecrîdê û cezayên qedexekirinê dadikevin qadan.

Li Şehbayê ˊCezayên Dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Apo bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Her wiha di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin. Meş ji rêya di navbera gundê Til Qerah û Til Sosîn a bajaroka Ehdasê de dest pê kir. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ˊAzadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan eˊ hildan.

Meş heta Parka ˊSerok Apoˊ ya gundê Til Sosînê dewam kir. Li vir endama Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî Cebraîl Mistefa axivî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Pêngava navneteweyî rêbazên berê derbas kirine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panel, konferansên hiqûqî hatin lidarxistin. Name û peyam ji desteyên NY’yê, Konseya Ewlehiyê, Dadgeh Ceza ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan û CPT’yê re hatin şandin. Her wiha pêngavên komkirina îmzeyan hatin lidarxistin.”

Cebraîl bal kişand ser ˊCezayên Dîsplînêˊ û wiha domand:”Cezayên bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ne. Ji 25’ê Adara 2021’ê ve  tu agahî ji Rêber Apo nayê bihîstin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo axivî û wiha got: “Em tecrîda ku li ser Rêber Apo şermezar dikin, bi taybet Cezayên Dîspilînêˊ ên ku 6 mehên din hatine zêdekirin şermezar dikin.”

Xedîce axaftin xwe wiha domand: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin vê rojê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar