Cemîl Bayik di salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de gotarek nivîsî û têkoşîna gelê kurd a li dijî komploya li ser rêberê xwe Abdullah Ocalan, têkiliya navbera Abdullah Ocalan û gelê kurd û berxwedana li Îmraliyê nirxand.
Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye:
Yek ji taybetmendiyên sereke yên Rêber Apo, têkiliya ku bi gelê kurd re daniye. Bi çavdêriyeke giştî bi hêsanî tê fêmkirin ku di navbera gelê kurd û Rêber Apo de têkiliyeke gelekî xurt heye. Têkiliyeke wisa xurt çêbûye ku gelê kurd bêyî Rêber Apo nikare hebûna xwe bifikire. Bi têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re hebûna xwe pênase dike û bi wate dike. Hebûn û azadiya xwe weke hebûn û azadiya Rêber Apo dibîne. Nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li xwe dibîne. Rêber Apo xwe bi tevahî kiriye aîdî gel. Ji ber ku gelê kurd vê dizane, bi vî rengî nêzî Rêber Apo dibe û pê re dibe yek. Ev rewş di kiryar û axaftinên gel de xwe dide der. Dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ji hêla gelê kurd ve hatiye afirandin. Gelê kurd her roj bi vê dirûşmê, bi wateya wê re radizê û radibe. Herî zêde vê dirûşmê berz dikin, li dora wê tên cem hev û hebûna xwe pê tînin ziman. Dirûşm girîng in. Bûyîna dirûşma gel ne rewşek wisa asayî ye. Dirûşm wateyek bîrdozî û siyasî radigihîne. Têkiliya wê bi civakbûn, hebûn û azadiya civakê re heye. Dirûşm axaftinên ku tê de daxwaza azadiyê tê vegotin. Ji ber vê yekê ew ramanek e. Pirsgirêkên hebûn û azadiyê yên gelê kurd jî hene. Gelê kurd di bin gefa qirkirinê de ye. Dixwaze vê metirsiyê ji holê rake. Ziman, nasname û çanda xwe azad bijî, îradeya xwe azad nîşan bide û bijî. Ya ku ew ji bo vê şer dike ev e. Ji bo vê heta niha bedelên mezin daye. Niha jî ew berdêla xwe didomîne. Ji ber ku bê têkoşîn azadî nabe. Gelê kurd vê herî baş dizane. Loma jî bi her awayî dev ji têkoşînê bernade. Gelê kurd Rêber Apo xiste navenda vê yekê.
Ji bo ev dilsoziya di navbera gelê kurd û Rêber Apo de bê fêmkirin, têgihîştina fikir û felsefeya Rêber Apo gelekî girîng e. Ji ber ku bêyî vê têgihiştinê ne mimkûn e ku Rêber Apo rast û tam were fêmkirin. Ji ber ku ev têkilî bandoreke diyarker li ser hemû geşedanan kir. Ev têkilî li ser xet û pêşketina têkoşîna azadiyê bandoreke pir diyarker dike. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li gel û helwesta gel di pêşketin û teşegirtina PKK û têkoşîna azadiyê de roleke diyarker lîst.
Di mînaka Rêber Apo de tê dîtin ku bi gel re têkiliyên rasteqîne danîn ne tiştekî asayî û hêsan e. Bi taybetî di rastiya kurdan de xwestin û bidestxistina vê pir zehmet e. Li aliyekê tirs, rizîn û biyanîbûna ku mêtingeran avakiriye, li aliyê din jî bandora çanda jiyana takekesî ya modernîteya kapîtalîst li pêşiya pêşketina têkiliyan de astengiyeke cidî ye. Derbaskirina van hemûyan, rûbirûbûna tirs, zordarî û ferzkirina mêtingeriya qirker û redkirina derfetên jiyana takekesî ya modernîteya kapîtalîst û esasgirtina rastiya gel û tercîhkirina jiyan û çanda wan ne tiştekî ku bi hêsanî biryar bê girtin û bi ser bikeve. Ji bo vê jî nêzîkatiyeke bi biryar û prensîb pêwîst e. Ji ber vê mînaka wekî têkiliya Rêber Apo û gelê kurd zêde nînin. Bi taybetî jî têkiliyên bi vî rengî di cîhana îroyî de nînin. Bûyerên bi vî rengî bi piranî di dîrokê de, di bûyerên ku mijara stran û destanên gelerî yên gel de tenê tê dîtin. Jixwe tê dîtin ku gelê kurd bi awayekî xurt di stranên gelêrî, destan, çand û hunera xwe de cih dide Rêber Apo. Ev mijarên pir girîng in û pêwîst e mirov li ser wateya wan a ji bo civakekê bisekine, têbigihêje û were fêmkirin.
Bingeha têkiliya gelê kurd û Rêber Apo bêguman ji ber nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî gel e. Rêber Apo rastiya gel dît û ji ber vê gel esas girt. Wî gel wek pîvana heqîqetê didît. Ev nêzîkatiya Rêber Apo girîng e. Divê ev weke tu nêzîkatiyên din neyê dîtin. Di vê nêzîkatiyê de wateyên kûr ên dîrokî û civakî hene. Bingehgirtina civak û mirovan, fikr û nêzîkatiyekê temsîl dike. Heta bi giştî divê mirov dijber be û vê bide ber çavên xwe. Ev yek bêyî ramana kûr, konsept û avabûna kesayetî nayê kirin. Rêber Apo van hemûyan dike û dijî. Kesayet û jiyana xwe li gorî vê ava kiriye. Avabûna kesayet, raman û lêhurbûnê ev e. Bi gotineke din, ev tê wateya ku hûn çi difikirin û bawer dikin, li gorî wê bijîn û li gorî wê jiyan û kesayetiya xwe biafirînin. Ez vana ji ber vê sedemê dibêjim. Gelek kes xwe serok an jî rêber dihesibînin, gelekî qala gel dikin, lê li gorî wê tevnagerin. Gotin û jiyana wan li hev nakin. Kesayetiya xwe bi awayê ku di peyvên xwe de îfade dikin ava nakin. Ji ber ku wisa nakin, li gorî wê najîn. Helbet gel vê dibîne, dinirxîne û li gorî wê nêzîk dibe. Xala ku gel herî zêde bala xwe dide ser û eleqedar dibe, ev e. Mirov li ser ahenga gotin û jiyanê disekine. Ev bingeha pîvana nirxandinê ye. Rastî û xeletiyê bi vê ji hev cuda dike. Li gorî vê bê çawa nêzîkî kesan bibe, diyar dike. Gelê kurd li gorî vê yekê nêzî Rêber Apo bû. Ji ber ku ev aheng di Rêber Apo de dît, jê bawer kir, weke rêberê xwe qebûl kir û bû şopdarê wî. Ger em bala xwe bidinê, ev pîvan, yanî têkilî û lihevhatina gotin û jiyanê jî di Rêber Apo de rêgezeke bingehîn e. Her tim vê ji me re digot û dixwest em wisa bin. Taybetmendiyên me yên ku nahêlin em bi vî rengî bin, bi tundî rexne kir, analîz kir û diyar kir ku divê em bi ser bikevin. Xwe wiha avakiriye û wiha jiyaye. Em hemû şahidên vê yekê ne. Ev yek di Rêber Apo de ew qasî ber bi çav bûye ku kesên li dijî Rêber Apo ne jî nikarîbûn înkar bikin û li xwe mikur hatin.
Rêber Apo di nava gelan de mezin bûye û ji nava gel rabûye. Ne şaş e ku mirov bibêje ev taybetmendiya Rêber Apo her tiştî diyar dike. Ji ber vê yekê ev taybetmendiyek pir girîng e. Ev taybetmendiyeke cuda ye ku rastiya Rêber Apo pêk tîne. Dibe ku ji bo gelek kesan ev yek were gotin, lê kûrbûna di vê rastiyê de û li gorî wê jiyîn, rewşek pir cûda ye. Dibe ku gelek kes ji nava gel derketibin, lê ya girîng li gorî wê bijîn û bidin jiyîn e. Ji bo vê jî rêgez, nêzîkatî û girêdanbûn pêwîst e. Hem jî girêdaniyeke mezin divê. Bêyî rêgezên mezin û girêdaneke mezin ne pêkan e ku ev yek pêk were. Çima ev qas pêwîst e, çima zehmet e ku mirov wek xwe, yanî li gorî rastiya ku tê de bijî zehmet e? Ji ber ku jiyan vê yekê sipartiye. Hemû hêmanên jiyanê sipartine û ev jî hiştiye ku di navbera mirovan de têkiliyên serdestiyê were afirandin. Yanî zîhniyet û çanda ku serdestiyê li ser hev bikin, hevdu îstîsmar bikin û yên qels bi yên xurt ve girêbidin, hatiye pêşxistin. Ji berê ve desthilatdaran sîstemeke wisa pêş xistiye û her tim hewl daye ku di nava civakê de belav bike. Rewşeke ku gelê kurd dijî heye. Gelê kurd di bin pergala înkar û qirkirinê de rastiya qirkirinê li ser heye. Digel ku parastina nirxên gelan, redkirina têkiliyên serweriyê û esasgirtina rêgezan azadiyê zehmet jî, parastina gelê kurd, parastina hebûn û azadiya wî gelekî zehmetir e. Rêber Apo vê yekê kiriye û bi ser ketiye. Ji bo ku rastiya Rêber Apo û diyalektîka di navbera Rêber Apo û gelê kurd de were fêhmkirin, zanîn û têgihiştina vê rastiyê girîng e. Hin kes gel fêm nakin yan jî wan bi wekî bi hestên xwe tevdigerin dibînin. Ev nêzîkatiyek pir xelet e. Ew bi tevahî ji rê derketine. Teqez rastî ne wisa ye. Teqez gel baş zane ku bê rastî çi ye û diyarker e.
Girîng e ku mirov rewşa kurdan weke gel û civatê fahm bike. Dema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, rewşa Kurdan weke gel û civakê gelekî xerab bû. Siyaseta înkar û qirkirinê bingeha civakî bi temamî xerakiribû û ev jî rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Îro jî civaka kurd bi tevahî nehatiye ser xwe û bandora mêtingeriya qirker ji ser xwe neavêtiye. Em wek gel hê jî di bin xetereya tunebûnê de ne. Em di bin êrîşa vê yekê de ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê vê dike. Em weke gel li dijî vê yekê li ber xwe didin û têdikoşin. Helbet em vê yekê li ser esasê van salên têkoşîn, tecrûbe û pêşketinê dikin. Îro rastiyeke giştî heye. Gelê kurd hişyar bûye û xwe ji nû ve ava kiriye. Îradeya wî ya bêserûber heye. Têkoşîna ku Rêber Apo daye destpêkirin ev rastî derxist holê. Dema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir yek ji van rastiyan tune bû. Gelê kurd li ber tunebûnê bû. Rêber Apo rastiya ku em weke gel tê de dijîn weke li ber tunebûnê pênase kir. Rastiya ku Kurd tê dijîn ev e. Mêtingeriya qirkirinê rewşeke wiha afirand. Weke ku her tim dihat gotin, dijminên gelê kurd bawer dikirin ku Kurdayetî qediyaye. Rêveberên dewleta tirk diyar kirin ku wan Kurdayetî li Çiyayê Araratê binax kirine û xwestin bêjin êdî Kurdayetî qediyaye. Kurdayetî ew qas lawaz bû ku gelê kurd mîna ku ji webayê direve ji Kurdayetiyê û rastiya xwe direviya. Rewşa ku gelê kurd û ferdên Kurd dijîn ev e. Di şert û mercên wiha de Rêber Apo biryara destpêkirina têkoşînê da.
Di vê pêvajoyê de kesên din jî behsa azadî û têkoşînê kirin. Lê belê yên ku di destpêkê de van ramanan anîne ziman nikarin vê helwesta xwe bidomînin. Yan di destpêka xebatê de dev ji vê berdidin, yan jî dema rastî zehmetiyan tên nikarin vê helwesta xwe bidomînin û dev ji têkoşînê berdidin. Ji ber ku rûbirûbûna rastiya Kurd, li gorî wê xwe ava kirin û gavavêtin pir û pir zehmet e. Beriya her tiştî çi bihata kirin bi gel dihat kirin. Ji bilî hêz û vîna vî gelî tiştek nedihate fikirandin. Ger bihata xwestin jî tiştekî wiha nedihat dîtin. Dev ji alîkariya Kurdan berdin, her kesî mirina Kurdan pejirand û piştgirî da siyaseta ku dixwest vê pêk bîne. Ji ber ku gelek kesan dît û fêm kir ku rewş ev e, helwesta xwe guhert û dev ji têkoşînê berda. Rêber Apo bi temamî baweriya xwe bi gel anî, pê bawer bû û pişta xwe dayê. Di wê baweriyê de bû ku çi dibe bila bibe, ger piştgirî ji gel re bê kirin û bikevin nava hewldanan dê encam bi dest bixin. Ji bo ku vê hêzê derxe holê û gelê xwe bîne rewşa têkobikoşe û azadiya xwe misoger bike, bi hemû hêza xwe têkoşiyaye. Rêber Apo jiyana xwe li gorî wê afirand. Yanî bi tevahî li ser xeta têkoşînê ye. Bi vî awayî PKK’ê ava kir. Ev nêzîkatiya Rêber Apo li ser siberoja gelê kurd gelekî diyarker bûye. Ger ev nêzîkatî ji xwe re esas negirta, tu pêşketin pêk nehat. Di rastiyê de yên ku nêzîkatiyeke bi vî rengî esas nagirin, tevî ku xwedî axaftinên azadî û têkoşînê ne jî nekarîne pêşketinekê biafirînin. Ez vê yekê ne tenê ji bo yên din nabêjim. Kesên ku di wê pêvajoyê de nêzî Rêber Apo bûn jî hebûn û ketibûn vê rewşê. Ji bo şexsê kurd ne hêsan e ku biryareke bi vî rengî bide û piştî ku rastî têdikoşe helwesteke azadîxwaz û têkoşînê bidomîne. Gelek kesên ku di destpêkê de nêzî Rêber Apo bûn jî di nav de gelek vegera Kurdistanê, jiyana li vir û têkoşînê zehmet dîtin û ev yrk nekirin. Ji bo hinekan vegerandina nav gel û hatina Kurdistanê weke paşveçûn dihate famkirin. Ji bo van kesan wê demê li Enqereyê, li metropolên din ên Tirkiyeyê mayîn, xwendina dibistanê yan jî bidestxistina kar weke rizgariyê dihat dîtin. Ji ber ku wan rêya rizgariya takekesî hilbijart. Ji bo ferdê kurd ev yek bi qutbûna ji gel, qutbûna ji kurdayetiyê, dev ji heqîqeta xwe derdan û qebûlkirina mêtingeriya qirkirinê bû. Ev bi dawîbûna xilasiya takekesî ye.
Mînak, Rêber Apo rewşeke berovajî vê jiya. Rêber Apo hatina bajêr ji bo xwe wekî pêvajoyeke bi zehmet e nirxand û vrgot. Tê zanîn ku Rêber Apo di parastina xwe de bajar, maşîne, ronahiya bajêr û kêliyên ku cara yekem bi wan re rû bi rû maye çawa vegot. Ji ber ku Rêber Apo li bajêr ma û jiyana bajêr ji nêz ve dît, ev nêrîn hîn zêdetir pêş ket. Ji ber ku jiyana bajarî xwediyê rastiyeke ku ji rastiya gel û Kurdayetiyê dûr dikeve. Ji ber vê yekê Rêber Apo ev yek neyînî nirxand. Dawiyê Rêber Apo pergala modernîteya kapîtalîst bi awayekî xurt analîz kir û rastî derxist holê. Mînak di wan pêvajoyan de jî gelek kes an jî derdorê rêxistinê pêşketina kapîtalîzmê ya li Kurdistanê erênî nirxandin. Rêber Apo jî vê yekê erênî nedît, têkilî û bingeha civakî xera dike û xizmetî qirkirina Kurdan dike. Di wê serdemê de, di salên 1970’yî de jî Rêber Apo tespîtên wiha kirin. Ev biryar beriya niha di bernameya yekemîn a PKK’ê de cih girtibû. Tişta ku ez dixwazim li vir bibêjim ev e; rastiya ku Rêber Apo bi çanda bajarî û modernîteya kapîtalîst re nakokiyên ewqas kûr jiya û bi analîzên dîrokî rastiya vê pergala şaristaniyê derxist holê, encama rast dîtina çanda gelêrî û nirxdayîna wê ye. Yanî bingeha nakokiya Rêber Apo ya bi pergala dewletê re nêzîkatî û girêdanbûna wî ya bi gel re ye. Binêrin, bala xwe bidinê, di wê serdemê de yên ku ne bi vî rengî bûn, bi lez û bez hewl dan ku ji xwe re di nav pergala dewletê de cîh bibînin û têkevin nav wê. Jixwe ev rêyeke ber bi qirkirina Kurdan ve ye. Her tiştên ku desthilatdaran ji bo Kurdan amade kirine xefikek e ku dibe sedema qirkirina Kurdan. Rêber Apo dît ku ev ji destpêkê ve xefikek e û neket nava wê. Helbet ne tenê neketiye hundir. Ji me hemûyan, gel û dîrokê re vegot û îspat kir ku ev xefik e. Wî ev yek bi destpêkirina têkoşînê û bi hemû pêşketinên îroyîn pêk anî.
Rêber Apo di warê jiyana xwe de bi tevahî çand û pîvanên gelan esas girt û bi wan re jiya. Hebûna têkiliyeke wisa xurt a di navbera gelê kurd û Rêber Apo de û naskirina wan a bi hev re, bi vê ve girêdayî ye. Di pêkhatina vê têkiliyê de li ser milê têkoşînê, aliyê bîrdozî û siyasî tê rawestîn. Ev helbet rast in. Lê tenê di çarçoveya van pîvanan de mirov têkiliya xurt a di navbera gelê kurd û Rêber Apo de bifikire, wê hinekî kêm bimîne. Pêkhatina vê têkiliyê dd bandora şêweya Rêber Apo heye. Heta ev taybetmendî rê ji yên din re vekir û bû çavkanî. Dê ne xelet be ku bi vî rengî were vegotin. Rêber Apo jiyan û şêwaza jiyana gel rast, di cih de û azadtir dît û li gorî wê jiya. Jiyan, rûniştin, xwarin, razan, axaftin, ziman û şêwaza wî her tim li gorî çanda gel bû. Rêber Apo tu carî qîmet nedaye tiştên ku yên din dişopînin û qîmetê didin wan, her tim nêzîkatiyên nebaş rexne û red kiriye. Tê zanîn ku heta gelek şoreşgeran dûrketina ji çanda gelêrî û jiyana li gorî çanda çînên serdest weke pêşketinekê dîtin. Lê Rêber Apo ev yek rast nedît û heta bingeha hemû xeletiyan dît û li dijî vê derket. Wî her tim ev rastî ji me re digot û dixwest ku em fêm bikin ku divê em jê dûr bikevin. Gelê kurd ji ber ku ev rastiya Rêber Apo dît û nas kir ev nêzîkatî kir. Rastiya ku xwe nêzî Rêber Apo dibîne, Rêber Apo jî xwe nêzî vê rastiyê dibîne. Ji bo hebûna têkiliyeke bi vî rengî ya xurt a di navbera gelê kurd û Rêber Apo de ev yek jî diyarker e.
Helbet Rêber Apo her tiştî ji bo gelê kurd kir. Ya rast, weke kurê vî gelî, ji bo gelê xwe her tiştî kir. Wî ji yek kesî pir zêdetir kiriye. Bi tevahî jiyana xwe ji gel û têkoşînê re hişt û li gorî wê jiyan û kesayeta xwe afirand, ev kir û bi dest xist. Mînak Rêber Apo li jiyana şexsî negeriya. Ne di lêgerîna mal û milk de bû. Bi tevahî li têkoşîn û pêşketin û serkeftina doza Kurdistanê difikirî. Pîvanên jiyanê bi tevahî di çarçoveya doz û azadiya gelan de bûn. Ev mijarên pir girîng in. Ew ne tiştek e ku bi hêsanî were kirin an bê bidestxistin. Gelê kurd vê rastiyê baş dizane. Ji ber ku gelê kurd dizane ku çavkaniya hemû geşedanên bi dest ketine girêdana kûr û tedbîrên azadiyê yên Rêber Apo ye, bi kelecan û baweriyeke mezin girêdayî Rêber Apo ye. Yanî çawa Rêber Apo nêzikî gel dibe, ew jî wisa nêzîk Rêber Apo bû, Ji ber vê yekê gelê kurd hewl da ku gotinên Rêber Apo fêm bike. Lêpirsîna wê nekir. Ne difikirî ka ew rast e yan ne rast e. Ew fikirî ku meriv çawa vê yekê fam bike û çawa bikar bîne û wî hewl da ku vê yekê bike. Mînak, her çendî Rêber Apo di girtîgehê de ye û 25 sal in li girava Îmraliyê tê ragirtin jî, gelê kurd ji bo her gotina Rêber Apo fêm bike û li gorî wê bijî, kedeke mezin daye. Çima? Ji ber ku gelê kurd dizane ku Rêber Apo bi tevahî ji bo gelan difikire. Gelê kurd ev yek bi sed, hezaran, bi milyonan car dîtiye û jiyaye. Gelê kurd weke jin, ciwan, gel û hemû civak ev yek jiyaye û gihiştiye encameke wiha. Gelê kurd bi vî rengî nêzî Rêber Apo dibe.
Ev girêdana di navbera gelê kurd û Rêber Apo de çêbû, têkiliya têkoşîna azadiyê û gel jî diyar kir. Ji ber ku Rêber Apo, PKK’ê bi tevahî li gorî rastiya gel û pîvanên têkoşîn û azadiyê ava kir. Bingeha xeta têkoşînê ya bênavber di nava PKK’ê de encama nêzîkatiya Rêber Apo ya gelêrî ye. Gelê kurd çawa ku xwe nêzî Rêber Apo kir, nêzîkatî, dilsozî û beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Ger karekterê şoreşa Kurdistanê were gotin, dikare weke gel-Rêbertî-yekitiya têkoşînê were îfadekirin.
Kesên ku vê rastiyê baş nizanin, zehmet e ku fêm bikin ka çima Rêber Apo ji bo gelê kurd ewqas girîng e. Divê ji wan re bê gotin ku ji bo fêmkirina vê divê ev girêdana di navbera gelê kurd û Rêber Apo de fêm bikin. Ger ku ew vê girêdanê fêm bikin, ew ê vê rastiyê jî fêm bikin. Bi rastî, wisa jî dibe. Her ku cîhan Rêber Apo nas dike û fikrên wî fêr dibe, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Heel didin li cem gelê kurd cih bigirin. Ev hejmar zêde dibe. Ev geşedanên pir girîng in û divê pir nirx bidin wan. Di serî de li hemberî hewldanên dijmin ên ji bo qutkirin û qelskirina têkiliya gelê kurd û Rêber Apo, ji aliyê gelên bindest ên cîhanê, jinan û lêgerênerên demokrasî û azadiyê ve helwesteke bi vî rengî were pêşxistin, gelekî watedar e. Dijmin hewl dide gelê kurd û Rêber Apo weke pîvaneke qirkirina Kurdan ji hev qut bike. Bi destê hin kesan hewl didin ku mirov vê têkiliyê bipirse, dibêjin ev xelet e, azadiya gelê kurd ne azadiya Rêber Apo ye û divê li dijî tecrîdê bertek bê rawestandin. Weke ku kurd vê bikin, hemû derdên wan bi dawî bibin, pirsgirêka kurd çareser bibe, qirkirina kurdan bi dawî bibe. Ev tam derew û berovajîkirin e. Operasyona li dijî gelê kurd e. Rastî berovaj. vê ye. Armanca wan ew e ku Kurd dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berdin û di bin sîstema qirkirinê de bijîn. Ji ber vê yekê kesên ku van çalakiyan dikin, yan dijminên gelê kurd bi xwe ne, yan jî kesên teslîmî dijmin bûne, ji qirkirina Kurdan sûd wergirtine, pere û dewlemendî jê kom kirine. Helbet ji kesên wiha re Kurd jî nayê gotin. Yên ku van nîqaşan pêş dixin, kesên ku li cem hikûmet û dewletê ne, di nava dewlemendiyê de dijîn û ji bo vê têkoşînê tiliya xwe jî ranekirine. Ma ji kesên wiha re dibêjin Kurd? Helbet nayê gotin. Pir eşkere ye ku ew ji dijminan bêtir dijmin in. Gelê kurd her ku xwe nêzî Rêber Apo dibe û xwe bi wî dide naskirin, cewhera xwe ya netewî û civakî ji nû ve bi dest dixe û azad dibe. Ji ber ku dijmin vê rastiyê dizane, ji bo tasfiyekirina wê çalakiyên mezin li dar dixe û rêbazên şerê taybet dixe nava tevgerê. Cewheriya tiştên tên jiyîn ev e.
Em niha ketine sala 26’an a komploya navneteweyî. Em hewl didin rastiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo fêhm bikin û li dijî vê têdikoşin. Ger hûn bala xwe bidinê, yê ku komploya navneteweyî herî baş û zû fêm kir û li dijî wê helwest nîşan da gelê kurd bû. Dema ku komploya navneteweyî ket meriyetê, gelê kurd beşdarî çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” bû û li dijî komploya navneteweyî çi pêwîste bê kirin, bi awayekî zelal nîşan da. Ev îlankitin û helwesta ku jiyana bê Rêbertî tu carî nayê qebûlkirin bû. Bêşik rastiya ku gelê kurd di cih de komploya navneteweyî fêm kir û helwesta xwe ya parastina Rêber Apo nîşan da, encama têkiliyên xurt ên bi Rêber Apo re ye. Di rastiya xwe de komploya navneteweyî ji bo qutkirina têkiliya gelê kurd û Rêber Apo pêk hat. Dijmin û hêzên navneteweyî xwestin bi komployekê vê yekê pêk bînin. Lê gelê kurd bertek û helwestek ji ya dihat pêşbînîkirin gelekî bilindtir nîşan da û bi vî awayî hêviyên komplogeran pûç kir. Dema ku hêzên dijmin û komploger bi komployeke navneteweyî hewl dida gelê kurd û Rêber Apo ji hev qut bike, berovajî vê yekê ev têkilî hîn xurtir bû. Gelê kurd bi helwesta xwe ya li dijî komploya navneteweyî û bi çalakiyan her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi çalakiyan re girêdana xwe ya bi Rêber Apo re xurtir kir. Di vî warî de gelê kurd bi piştgiriya xwe ya xurt a ji bo Rêber Apo, nehişt ku komploya navneteweyî bigihêje armanca xwe. Bêguman rewş ev e. Li aliyê din jî heman helwest ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin. Rêber Apo ji ber ku dizanibû armanca bingehîn a komploya navneteweyî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, esareta Îmraliyê ji bo kûrkirina fikr û helwesta azadiyê ya gelê kurd bikar anî. Bi kûrkirina koka dîrokî ya dewlet û şaristaniyê, hemû mêtingerî, koletî û komployên dîrokê derxist holê. Bi pêşxistina pergala modernîteya demokratîk a li dijî pergala modernîteya kapîtalîst a ku rastiya mirovahiyê ji holê radike, civakîbûnê ji holê radike, jiyan û xwezayê ji jiyanê re nahêle, ne tenê ji bo gelê kurd, ji hemû mirovahiyê re rêya rizgariyê nîşan daye. Dîsa bi eşkerekirina cihê Kurdan di afirandina dîroka gerdûnî û nirxên mirovatiyê de, nirxê ku heq kiriye daye wan û rastiya xwe da zanîn. Ma ji vê zêdetir ji bo mirovahiyê, ji bo gelan tiştekî ku were kirin heye? Bêşik ev karê herî hêja ye. Helwesta Rêber Apo ya li hemberî komploya navneteweyî û sîstema esareta Îmraliyê ev e.
Helwesta gelê kurd a li hemberî tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî eşkere bû. Sîstema tecrîd û îşkenceya Îmraliyê di çarçoveya komploya navneteweyî de hat pêşxistin. Dema ku girêdana di navbera gelê kurd û Rêber Apo de bi komployeke navneteweyî nehat şikandin, dijmin û hêzên komploger ji bo vê pêk bînin sîstema Îmraliyê pêş xistin. Lê gelê kurd bi çalakiyên bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku lê ye, ev armanca dijmin û hêzên komploger pûç kir. Ev helwesta gelê kurd 25 sal in berdewam dike. Bi gelek kampanya, tevger û helwest û çalakîyan berdewam kir. Li aliyê din çalakiyên piştevaniya bi Rêber Apo re her ku diçe zêdetir dibin û yên ku xwe weke dostên gelê kurd dibînin hema bêje li hemû cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî çalakî li dar xistin. Bi vî rengî doza gelê kurd a hembêzkirina Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû û ji çar aliyên cîhanê piştgirî girt. Bêguman ev pêşveçûnek mezin e. Niha gelê kurd di dawiyê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û dest ji vê bernade û bi destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî îradeya xwe ya ji holê rakirina komploya navneteweyî ji bingehê û bidawîkirina wê nîşan da. Ev helwesta gelê kurd ji aliyê gelên bindest, jin û hemû hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê ve bi coş tê destekkirin. Gelê kurd û dostên wan li ser vê yekê nîqaşan dikin ku wê çawa vê pêvajoyê pêş bixin û bi pêvajoyeke nû bigihînin encamê. Ev helwest teqez wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û komploya navneteweyî bi temamî biqedîne. Weke tevger em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê helwestê. Tişta ku divê em li dijî tecrîda mutleq a dijmin ferz bikin ew e ku em vê helwestê hîn bi pêş bixin û bi awayekî herî xurt nîşan bidin.