Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Azadiya Rêber Apo wê rê li ber avabûna civaka azad veke’

Endamên Delegasyona Jinê Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg diyar kirin ku fîlozofê kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan wê bibe sedema avakirina civakeke azad."

Endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg derbarê hilbijartinê de axivîn. Sosin da zanîn ew eleqeyeke mezin nîşanî çand û têkoşîna azadiya kurdan dide û wiha got:”Ji bo em pêvajoya hilbijartinê bişopînin em hatin vir. Em hem ji bo Newrozê hem ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê hatin. Em çûn serdana gelek komeleyan. Me bi gelek siyasetmedarên DEM Partiyê re hevdîtin kirin. Em li ser rewşa gelê kurd axivîn. Em ji hevdîtinan dît ku Kurdistan çawa di bin zextên dewleta tirk de ye. Hem li dijî DEM Partiyê hem li dijî kurdan êrişek heye. Bi taybet piştî 2015-2016’an zextek li ser şaredariyan heye. Lê belê me dît ku hem DEM Partî hem jî ji rêxistinên cuda kes hîn têkoşînê dikin. Me ji vê yekê îlham girt. ”

Sosin bi lêv kir ku rihekî têkoşer ê kurdan heye û wiha pê de çû:”Gelek tiştên ez li Bakur bûm şahid bandor li min kir. AKP û Erdogan zextan li DEM Partiyê dike. Li ser gelê kurd jî zext hene. Dîsa jî li dijî vê yekê têkoşîn didome. Têkoşînek ji bo Abdullah Ocalan heye û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Di navbera Tirkiye û Elmayayê de têkiliyeke kevn heye. Ev têkilî xwe dispêre 100 salan. Elmanya çekan jî difroşe Tirkiyeyê. Erdogan berjewendiyên xwe diparêze. Divê gelê kurd vê yekê bizanibe ku dîrokeke wan a xurt heye û ya têkoşînê heye, bi hêz in. Ji bo Abdullah Ocalan divê em têkoşîna li Ewropayê bidomînin.”

Zelal Zaharija jî da zanîn tê xwestin kurd bên krîmînalîzekirin û wiha got:”Bi tayinkirina qeyûman re tê xwestin kurd bên krîmînalîzekirin. Ji ber Abdullah Ocalan girtiye wiha dibe. Qedexe ye ku em li raya giştî biaxivin. Piştî şerê 2015-2016’an bi polîtîkayên qeyûman peywirdarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Fikra wan a siyasî hat qedexekirin. Sepanên wiha yên îllegal hene. Em vana dibînin. Fîlozofê kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Azadiya Ocalan wê bibe sedema avakirina civakeke azad.”

Zelalê diyar kir ku AKP’ê hêza xwe winda kiriye û got:”Rêxistinbûyin gelekî girîng e. Gelê kurd li dijî zextan li berxwe dide. Ji bo belavkirina tevgera kurd, ji bo têkoşîna kurdan li Ewropayê belav bibe, Ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar