Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Rêber Apo rêberê hemû netewan e’

Nûra Xêro ya Ereb, diyar kir tenê Rêber Ocalan dibêje jin hene, xwedî maf in û bingeha jiyana wekhev û azad in û wiha got: “Em îro şopdarên Rêber Apo ne. Rêber Apo rêberê me ye, divê em destê xwe bidin hev û Rêber Apo azad bikin.”

Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan 25 sal in di êşkencexaneye Îmraliyê de dibin tecrîdeke giran tê ragirtin û nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Dostên kurdan li seranserê cihanê di 10’ê Cotmehê de pêngava: “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin.  Pêngava azadiyê di demeke kurt de li cihanê berfireh bû. Bi vê rê fikir û ramanên Rêber Apo li cihanê tê xwendin. Paradîgmaya Rêber Apo di serî de ji bo jinan û ji bo hem» gelan bûye tekane rêya azadiyê.  Nûra Xêro ya ji pêkhateya ereb e li ser nasîna Rêber Apo û pêngava azadiyê de nerînê xwe anî ziman.

Nûra Xêro ya ku di êrîşa cotmeha 2019’an de neçar ma ji Zirganê koçî Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, diyar kir li bakurê Kurdistanê ku beriya qeyrana Suriyeyê destpêke ji bo xebatê çû, derfeta dîtina mala Abdullah Ocalan bi dest xistiye. Nûra Xêro, wiha got: “Em li nêzî mala Rêber Apo di zeviyan de dixebitîn. Dema ez ketim mala Rêber Apo min aramî hîs kir. Hesta aramiyê, ji azadiya ku ew pêşkêşî me dike tê.”

‘Em şopdarê Rêber Apo ne’

Nûra Xêro, diyar kir rêberêk wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de hiştin, ji bo gelan windahiyeke mezin e û wiha got: “Rêber Apo rêberekî azadiya gelan dixwaze û pêşeroja me û welatên din ronî dike ye. Tenê Rêber Ocalan dibêje jin hene, xwedî maf in û bingeha jiyana wekhev û azad in. Ji ber vê yekê em jî îro şopdarên Rêber Apo ne. Dema em îro lê dinêrin tu kesî nekarî pergala demokratîk ava bike, lê Rêber Apo fikirî û ava kir. Em bi hêviya ku roja Rêbertiya me di nav me de be û em careke din serdana mala wî bikin, dijîn.”

Nûra Xêro, dest nîşan kir Abdullah Ocalan beriya çend salan pêşbîniya bûyerên îro li Rojhilata Navîn diqewimin dît û wiha axivî: “Rêber Apo bûyeran beriya ku biqewimin dît, dema pirtûkên wî yên beriya çend salan nivîsandiye dixwînin dibînin. Îro pirtûkên Rêbertî li mal, civat, kolan, tax û cihên kar tên xwendin. Rêbertî her roj di hiş û diayên me de ye. Rêbertî îro ne tenê rêberek welatekî ye, rêberê hemû welatan e.”

‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwazin’

Nûra Xêro, bal kişand Abdullah Ocalan ji ber fikrên xwe tê tecrîd kirin û wiha got: “Dewlet dikarin mirovan bigirin, lê nikarin fikrên wan di nava çar dîwarên girtîgehê de bigirin. Lewma dewleta tirk a dagirker û faşîst çiqasî fikrên Rêber Apo ya di girtîgehê de dorpêç bike jî wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Em bi hepskirina Rêbertiya xwe re hatine hep kirin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwazin. Azadiya Rêber Ocalan wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek welatan bibe çareseriya qeyranan. Lewra divê em îro xwedî vê xezîneya veşartî derbikevin.”

Nûra Xêro axaftina xwe bi van gotinana bi dawî kir: “Ji ber ku Rêber Apo rêberê me ye, divê em destê xwe bidin hev û wî azad bikin. Her wiha em dixwazin welatên din jî piştgiriyê bidin me. Em hêvî dikin welatan li dijî vê bêedaletiya li ser Rêbertiya me têbikoşin. Îro ragirtina Rêber Apo, şermekî mezin a welatên cîhanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar