Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Jinên kurd û ereb: Êdî bes e, em azadiya Serokê Apo dixwazin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekî pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ îlan kir. Endamên TAJÊ endamên û Meclîsa Ereban ên ku tevlî pêgavê bûn gotin: ”Piştî hînbûna fikrên Serok Apo me azadiya xwe dît. Azadiya Serok Apo û ya jinan bi hev ve girêdayî ye.”

Dostên kurd li sernaserê cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li 74 navendan dan destpêkirin. Gelên Şengalê piştgiriya xwe ji bo pengava ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ragihand. di eynê wextê de bi daxuyaniyekî pêngava  ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’  ragihand. Rêveberiya Xweseriya Şengalê di eynê wextê de pêngavek bi navê “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî dan destpêkirin di daxuyaniyê de  TAJÊ û PADÊ hemî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Endamên Meclisa Ereban û koordînasyona TAJÊ ên ku tevlî pêgavê bûn diyar kirin ku ev pêngav ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û heya azadiya wî ya fizîkî ew ê têkoşînê bidomînin.

‘Azadiya Serok Apo wê jinan ji koletiyê xilas bike’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em pêngava xwe ya ji bo azadiya Serok Apo û keç û jinên ku di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne radigihînin. Em ê pêngava xwe heta azadiya serokê xwe û gihandina armancên xwe berdewam bikin. Wê jin xwe birêve bibin, li ber xwe bidin. Wê jin nebin koleyê tu kesê û li hêviya kesê nesekinin. Ji bo wê jî em dibêjin azadiya Serok Apo û ya jinan bi hev ve girêdayî ye. Em ê jî heta azadiya serokê xwe têkoşînê berdewam bikin.”

‘Êdî bes e em azadiya serokê xwe dixwazin’

Endama Meclisa Jinên Ereb a Şengalê Kerîma Berhew teqez kir ku ew dengê xwe weke jinên Ereb û Êzidî bilind dikin û tevli pêngavê dibin wiha got: “Em weke jinên Ereb û Êzidî piştgiriya xwe ji pêngava ku ji aliyê 74 dewletan ve ji bo azadiya Serok Apo hatiye destpêkirin diyar dikin. Em dixwazin çarenûsa serokê xwe bizanibin. Çi dibe bila bibe em bi serokê xwe re ne. Serokê ku fikir û felsefeyek da me, em azad kirin û herêmên me azad kirin. Em axaftin û nêrînên Serok Apo ji bo xwe weke perspektîf dibînin. Pêwîst e em rewşa serokê xwe bizanibin. Êdî bes e 25 sal derbas bûn serokê me hê jî di nava çar dîwaran de ye.

‘Bi fikrên Rêber Apo me riya azadiyê dît’

Endama Meclisa Giştî ya herêma Ereban Zuhur Ehmed destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadiya hemû civaka ye û wiha got: “Em azadiya serokê xwe dixwazin, ne tenê em hemû gelên azadîxwaz azadiya wî dixwazin. Piştî hînbûna fikrên Serok Apo me azadiya xwe dît, têkiliya me û Êzidiyan bi hêz bû, îro em bi hev re dijîn û têdikoşin. Ji kal, pîr, jin, mêr, ciwan û zarok em hemû azadiya serokê xwe dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar