Li gor min pêwîstiya Rûsyayê heye ku rexnedayînek xurt bide kurdan û kurdan ji nû ve qezenc bike. Li herêmê tu hêzên ku îradeya gelê kurd nas neke dê tu demê negihêje serkeftinê. Lewma rêya serkeftinê di destê kurdan de ye
Piştî hilweşandina Sovyetê û şûn ve piraniya kurdên li welatên Asya Navîn û Kafkasya dijiyan koçî welatê Rûsyayê kirin. Bi vê koçê re di rewşa kurdan de gelek guhertinên çêbûn. Bi taybet di cîhana her roja diçe pêş dikeve û kurdên Sovyeta berê çand û kevneşopiyen xwe çawa diparêzin, xwe çawa rêxistin dikin. Her wiha pêşveçûnên ku li welat diqewimin di çi astê de dişopînin û xwe di ber de berpirsyar dibînin. Me ev pirs û gelek pirsên din li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskovê ji Serokê Yekitiya Rêxistinên Civakî ya Navnetewî Arif Azmanî pirsî.
Hûn wek Serokê Yekitiya Rêxistinên Civakî ya Navnetewî rewşa kurdên li Rûsyayê dijîn di warê siyasî, civakî, çandî, rêxistinî û aborî de çawa dinirxînin?
Piştî hilweşandina Sovyetê û şûn ve ev nêzî 30 sal in kurd koçî Rûsyayê kirine. Wek her car vê carê jî gelê me yê li gelek welatên Sovyetê berê dijîn ji ber neçarî ketin ser rêya koçberiyê. Beriya hilweşandina Sovyetê kurdên li Sovyetê jiyan dikirin bi giştî li 9 komarên cuda jiyana xwe didomandin. Wê demê hejmara kurdên ku li Rûsyayê dijiyan pir kêm bûn. Hêjmarek biçûk kurdên ku li Rûsyayê dijîn jî li St. Peterbûrg û Moskovê diman. Kesên ku li St. Peterbûrgê dijîn jî kesên rewşenbîr û navdar bûn. Mînak Ordîxanê Celîl li wir dima dîsa Enstîtiya Kurdî li vê qadê hebû ev dibû sedem ku ev herêm ji bo kurdên rewşenbîr bibe navendek. Li herêma Moskovê jî hejmarek kêm a kurdan hebû. Lê piştî hilweşandina Sovyetê û şûn ve di salên 1988-89’î şûn ve koça kurdan ber bi Rûsyayê ve dest pê kir. Em dikarin bêjin ku ev koça di wan salan de hat destpêkirin heya roja me ya îro jî berdewam dike. Pîştî ku kurd hatin vê qadê û şûn ve rewşa wan mîna berê nebû. Ger em rewşa wan a li Rûsyayê binirxînin; em dikarin di sê beşan de civaka kurdên Rûsyayê bigire dest. Kurd dema destpêkê hatin Rûsyayê ji ber ku Sovyet nû hilweşiyabû û di serî de li Rûsyayê li hemû welatên Sovyeta berê pergal hatibû hilweşandin zehmetiyên pir mezin dihatin jiyîn. Bêguman ji ber ku kurd neçarî çokê hatibin kirin zehmetiyên wan du qat bûn. Dîsa ji ber ev qad ji bo wan bi her awayî nû bû di her beşê jiyanê de zehmetiyên bi meziyên pir mezin re rûbirû diman. Her çiqas ji çanda Sovyetê zêde ne dûr bin jî ji ber ku ji welatên Asya Navîn û Kafkasya koç kiribûn cudahiya mantelîteyê û çandê li ser wan bandorek mezin dida avakirin. Li rexmî hemû zor û zehmetiyan gelê me di demek pir kurt de xwe li vê qadê bicîhkir. Dîsa li deverên ku kurd lê zêde ne xwe birêxistin kir. Piştî 30 salên derbasbûyî dema mirov li rewşa kurdên Rûsyayê mêze dike asta ku di warê rêxistinî, civakî û aborî de erênî ye. Bêguman gelê kurd ê li Rûsyayê dijî ji xwe ev derfet bi dest nexist. Rast e ew jî xwedî ked û xebatek mezinin lê di vir de keda Tevgera Azadiya Kurdistanê mirov nikare ji nedîtinê ve were. Di wan salên zor û zehmet de rê nîşanî gel dan û di her alî de bi gel re bûn alîkar. Lewma di roja me ya îro de gelê me yê li vê qadê dijî xwe deyndarê vê rêxistinê dibîne.
Kurdên Rûsyayê li herêmê xwe çawa birêxistin dikin û pergala vê rêxistinbûyînê çi ye?
Beriya her tiştî dixwazim bêjim Rûsya ne welatekî biçûk e. Erdnîgariya Rûsyayê 17 milyon e. Li ser vê erdnîgariyê ji Kalîngradê bigire heya Kamçatkayê li hemû bajar û bajarokan kurd bi cîh bûne. Ji ber kurd li ser hev nîn in û belav in, li cihên ku hêjmar zêde ye sazî hatine avakirin. Navenda rêxistinê Moskov e. Hêjmarek pir mezin a kurd li Moskovê heye. Ji ber ku Moskov pir mezin e û navenda vî welatî ya siyasî û aboriye li vê der xebat meşandin pir girîng e. Hejmarek pir mezin a kurd li herêma Krasnodar û Komara Adigey dijîn. Li bajarê Nîjnî-Novgorid, Stavrapol, Tambov, Saratov, Yaroslavl, Navasibîrsk, Çelyabînsk û Yekaterînburgê jî bi hêjmarek girseyî kurd lê dijîn. Bêguman li gelek bajar û bajarokên din jî kurd jiyan dikin lê li van bajarên ku me navê wan bi lêvkir bi hejmarekî mezin kurd hene. Li piranî van bajaran bi rêya saziyên civakî yan jî bi rêya otonomiyên çandî gelê me xwe rêxistin dike. Li gor zagonên Federasyona Rûsyayê her kêmnetewên ku li ser axa Rûsyayê dijîn mafê wan heye ku li gor bawerî xwe ya civakî, li gor çanda xwe ya netewî saziya veke û kevneşopiyên xwe berdewam bike. Bêguman ev dewlemendiya Rûsyayê ye. Gelê me yê li Rûsyayê dijî jî li gor vê li her herêmê sazî dane avakirin û xwe bi rêxistin kiriye. Tekîliyên van saziyan jî bi hev re heye. Otonomiyên herêma hemû bi Otonomiya Federal a ku navenda wê Moskovê ve girêdayîne. Dîsa hemû saziyên civakî û çandî jî bi saziya Yekitiya Rêxistinên civakî ya navnetewî girêdayî xebatên xwe didin meşandin. Li her herêmê saziyên jinan hatine avakirin. Ev sazî jî hemû bi Rêxistina Jinên Kurd ên Rûsya ve girêdayî xebatê xwe didin meşandin. Bi rêya van saziyan gelê me xwe nêzî hev dike û hayê wan ji hev çêdibe. Bi kurtahî kurdên li Rûsyayê dijîn piştî ku koçî Rûsyayê kirin û şûn ve ger xwe rêxistin nekiribana niha ji zû ve asîmîle bibûna. Bi saya van rêxistin û têkîliyên heye cavaka me xwe li ser pêyan digire, dikare li gor baweriyên xwe yê olî û civakî cejnê xwe derbas bike û xwedî li çanda xwe derkeve.
Rûsya ji gelek kêm netewa re malvaniyê dike gelo kurd jî li Rûsyayê li gor çanda xwe dikarin bijîn û di çi astê de dikarin çanda xwe bidin xwedî kirin?
Saziyên ku li Rûsyayê hatine avakirin hemû li gor zagonên Federasyona Rûsyayê hatine vekirin. Li gor van zagonan her sazî li gor bernameya di tuzikê de heyî konferansê xwe derbas dike, meclis û serokê xwe hildibijêre. Bêguman ev ne tenê ji bo kurdan e, ji bo 128 netewên cuda yên ku li Rûsyayê dijîn wisa ye. Mafê her netewê heye çanda xwe zimanê xwe bide jiyîn. Di vê mijarê de Rûsya di cîhanê de mînakek baş e. Bi kurtahî ji bo em xwe li gor çanda xwe û kevneşopiyên xwe, xwe rêxistin bikin tu pirsgirêk nîne. Di vir de kar û xebat dimîne ser me. Ger em di vê mijarê de xurt bin û xwedî biryar bin em ê bikaribin gelek karê baş jî bikin. Bêgûman kar û xebatên heya niha hatine kirin mirov nikare ji nedîtinê ve were lê li gor pêşveçûna cîhanê pêwîst e em roj bi roj xwe hîn xurtir rêxistin bikin û bikaribin yekitiya xwe li vê herêmê xurt bikin. Ji bo wê jî derfetên heyî pêwîst e em baş bikar bînin. Di vê mijarê de haya niha kêm û kurtahiyek hebe jî ev na ya gelê me ye, ev kêmasiya me ye ji bo em bikaribin ji gelê xwe re xebatek hîn xurtir bikin beriya her tiştî pêwist e berpirsyarên saziyên me bi eşq û hêzek xurt tev li karê xwe bibin.
Li hember polîtîkayên asîmîlasyonê hûn çi dibêjin. Di vê mijarê de tu plan û projeyên we hene yan na?
Bêguman asîmîlasyon nexweşiya serdemê ye û her civak ji vê nexweşiyê para xwe digire. Bi taybet civakên ku di bin dagerkeriyê de dijîn li gor civakên din hîn zêdetir bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin. Li Kurdistanê polîtikayên asîmîlasyonê pir dijwar dimeşin li hember van polîtikayan civaka her çiqas heya niha li ber xwe dabe jî bi teknolojiya ku her roja diçe pêş dikeve polîtîkayên asîmîlasyonê jî pêş dikevin. Ji bo civakên ku li ser axa welatê xwe najîn jî ev pirsgirêkek bingehîn e. Ev ji sed salî zêdetir e kurdên Sovyeta berê ji axa welatê xwe qut bûne. Li rexmî hemû zor û zahmetiyan çand û zimanê xwe haya radeyekê parastine. Lê bi hilweşandina Sovyetê ve piştî ku kurd ji nû ve koç kirin û şûn ve ev polîtîkayên asîmîlasyonê bû pirsgirêkek me ya bingehîn. Berê em li cem hev û bi komî jiyan dikir. Lê piştî ku her yek me çû bajar û welatekî din êdî derfetên ku em bi her re bidin û bistînin mîna berê neman. Lewma her roj ji roja din zêdetir em ber bi helandinekê ve diçin. Ji bo em bikaribin pêşî li vê nexweşiya serdemê bigirin jî bi rêya saziyên ku hatine avakirin heya ku ji destê me tê em ciwan û zarokê xwe li gor çanda welatê xwe dixwazin perwerde bikin. Bêguman ev pir zehmet e lê ji bo vê hemû saziyên me yên heyî bi fedakariyek mezin tevdigerin û erka dikeve ser milê wan pêk tînin. Jixwe di vê mijarê de derfetên dewleta Rûsyayê dide neteweyan jî hene. Em jî di çarçovaya derfetên heyî dixwazin xwe û civaka xwe ji vê asîmîlasyonê biparêzin. Her çiqas em di vê mijarê de di nav kar û xebatekê de bin jî ev nayê vê wateya ku li ser civaka me ya li Rûsyayê dijîn bandora asîmîlasyonê nîne. Bêguman heye lê armanc ew e ku em vê civaka xwe haya ku ji me tê biparêzin.
Di van çend salên dawî de Rûsya ji nêz ve di nav siyaseta kurd de cihê xwe digire. Bi taybet li Sûriye û Rojava hûn siyaseta Rûsyayê ji bo kurdan çawa dibînin?
Di van sîh salên ku me li Rûsyayê jiyan kir, haya niha Rûsya ji me re tu pirsgirêkên ku me têxe nav zehmetiyekê dernexistiye. Di nav sînorê Rûsyayê de siyaseta Rûsya ji bo kurdan erênî ye. Lê dema mirov berfirehtir li siyaseta Rûsyayê ji bo tevayî kurdan mêze dike bêguman tê dîtin ku Rûsya wek nêzî kurdên di nav sînorê xwe dibe nêzî tevahî kurdan nabe.
Pêwîst e em ji bîr nekin ku em kurdistanî ne. Welatê me Kurdistan e. Her çiqas îro welatê me di bin dagirkeriyê de be jî em ji bîr nekin ku ji ber vê dagirkeriyê em neçarî koçberiyê hatine kirin. Lewma têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji bo me kurdan gelek tiştan îfade dike. Ji bo vê jî nêzîkatiyên ku ji bo me baş an xirab zêde ne girîng in a girîng ew e ku nêzîkatiyên welatên em lê dijîn ji bo pirsgirêka kurd çi ye. Di nav xebatê xwe de her tim me hewl daye ku siyaseta welatên ku em lê dijîn ji bo vê pirsgirêkê erênî be. Lê mixabin her çiqas Rûsya di nav xwe de ji bo kurdan heya niha dengê xwe dernexistibe dema mijar dibe kurd û Kurdistan ew jî mîna dewletên din tevdigere. Ji bo çi vê dibêjim, di dîroka nêz de gelê kurd êşên ku li Efrînê jiyan ne ji rêzê bûn. Sedema van êşan jî gelê kurd Rûsya dibîne. Li rexmî rêveberiya Rojava her tim xwestiye bi rayedarên rûs re di çarçoveya parastina mafên xwe de di nav diyalogê de be jî ev ji hêla Rûsyayê ve zêde nehatiye dîtin. Lewma ev nêzîkatî di gelê me de jî li hember Rûsyayê şikestinekê ava dike. Gelê kurd dixwaze li herêmê êdî neyê înkarkirin û li gor normên navnetewî xwe bi xwe rêve bibe. Ev jî mîna her netewî mafê wan ê însanî ye. Dema vê dixwazin jî bi tu awayî naxwazin axa Sûriyeyê parçe bikin. Di her firsendê de rayedarên Rojava bilêv dikin ku ew li çarçoveya li hevkirinekê dikarin bi gelên Sûriyeyê re bijîn. Lê hin dewletên ku bi her awayî xwe tev li siyaseta Sûriyeyê ya navxweyî kirine dijî vê derdikevin. Tişta eceb jî ew e ku ev dewlet di vê mijarê de jî kurdan tewambar dikin. Nexêr gelê kurd her tim aligirê aştî û yekitiya gelan e. Em di wê hêviyê de ne ku dê dewleta Rûsyayê jî vê bibîne û li gor wê nêzî kurdan bibe. Dîsa Rûsya her dem alîgirê yekitiya yekparetiya axa Sûriyeyê bûye. Lê dewleta tirk a bi destê Rûsyayê ket Efrînê niha di halê heyî de Sûriyeyê parçe kiriye. Lewma Rûsya beriya ku ewqas bi ser kurdan ve were pêwîst e pêşî li vê dagirkeriya dewlata tirk bigire û têkîliyê xwe bi vî welatî re daxe asta herî nizm. Bi rastî ger Rûsya qenciya Sûriyeyê dixwaze pêwîst e vê yekê bike. Ya din jî li gor min pêwîstiya Rûsyayê heye ku rexnedayînek xurt bide kurdan û kurdan ji nû ve qezenc bike. Li herêmê tu hêzên ku îradeya gelê kurd nas neke dê tu demê negihêje serkeftinê. Lewma rêya serkeftinê di destê kurdan de ye.
Kurdên li Rûsyayê dijîn li hember pêşvçûnên li welat diqewimin xwedî helwest in lê dengê wan zêde dernakeve hûn vê çawa dinirxînin?
Di serî de dixwazim vê bêjim ku li hember qehremantiyên ku keç û xortên kurd dikin em çibin jî wê kêm û lewaz bimîne. Erka me ew e ku em di xeta van qehremana de bimeşin û şabin ku em ji welatekî xwedî qehremantiyên bi vî rengî ne. Heya welatê me di bin destê dagirkeran de be em çi bikin jî wê kêm be. Lewma niha em nikarin bêjin ku em di kar û xebatê xwe de bi ser ketine û me gelek tişt kir. Bêguman li gor derfetên heyî gelê me yê li Rûsyayê dijî xwe di ber pêşveçûnên ku li welat diqewimin berpirsyar dibînin. Lê gelek car heye ku şer û mercên herêmê nahêle wek tê xwestin dengê gelê me yê li Rûsyayê dijî bilind derkeve. Ev dide diyar kirin ku me xwe teslîmî şert û mercên heyî kiriye. Pêwîst e em jî li vê qada ku lê dijî ala têkoşînê bilind bikin. Lewma pirsa we dikarim wisa bibersivînim ku em li hember pêşveçûnên li welat diqewimin kêm û lewaz dimînin. Me rexnedayîna vê bi hevalên re kir. Bi taybet ji pênc meha zêdetir di pêşengiya Leyla Guven de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe grevên birçîbûnê hatin destpêkirin dîsa girtiyên zindanan rojiya mirinê dan destpêkirin. Her çiqas me jî li vê qadê ji bo piştgiriyê bidin çalakvanan hin rêzeçalakî lidarxistibe jî ev çalakî lewaz man.
Diyaloga kurdên Rûsyayê bi welat re di çi astê de ye. Li gor we pêwîst e ev di çi astê de be?
Di salên derbasbûyî de derfetên ku gelê me yê li Rûsyayê dijîn bi kurdên welat re diyaloga wan pir kêm û lawaz bû. Jixwe xizm û mirovên her yekî ji me li welat heye. Lê bi van kesan re danûstandina me pir lawaz bû. Pêşveçûnên li welat diqewimin jî her tim bi rêya televîzyon û amûrên ragihandinê yên cûda ve şopandiye. Lê em bêjin bi sazî yan jî dezgehên kurdan re yekser diyaloga me çêbibû, na. Di van salên dawî de li gor berê hîn zêdetir em xwe nêzî welat dikin û kurdên welat jî xwe hîn pirtir nêzî me dikin. Ev jî di me de cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber ku em bi deh salan e ku ji axa xwe qût bûne û di koçberiyê de dijîn. Nêzîkatiyên bi vî rengî me şa dikin û dihêle em xwe aydî Kurdistanê bibînin.