Salên 90’î li dadgehê ku navê Dadgehên Ewlekariya Dewletê ya dewleta tirk ji bo hemû girtiyên siyasî cezayê muebetê hatin birîn. Li dijî desthilata AKP-MHP’ê ya ku dixwaze înfaza van girtiyên 30 sal ceza lê hatî birîn, xirab bike girtî û parêzer ketin nava tevgerê û endamê hatin berdan. Bûrhan Babaoglû jî yek ji van e.
Babaoglû yê di adara 1992’yan hat girtin, cezayê muebetê lê hate birîn. Babaoglû yê di 1’ê nîsanê de derket, pêvajoya 30 salî ya li girtîgehê û piştî berdanê rewşa derve ji ANF’ê re nirxand.
Babaoglû yê ji ber xebatên siyasî hate girtin, diyar kir ku salên 90’î xebatên siyasî kirin, li gorî roja îro pir zehmetir bû û wiha got: “Girtîgeh parçeyek ya jiyana me bû. A girîng parastina nirxên me bûn. Xebat û pêşketinên li wir te kaş dike. Salên min wiha derbas bûn. Li bendê bûm ku 36 salan bimînim girtî, 6 mehên min ên dawî ji bo rastkirna înfaza xwe ya hatî xirabkirin ve derbas bû.”
Babaoglû destnîşan kir ku girtîgeh xefikeke welê ye ku cîhana hizirînê ya mirovan tend dike pênase kir û ev tişt got: “Ji bo wê girtîgeh ne ciheke welê ye ku mirov xwedî lê derkeve. Caran wilo dibe ku bi qasî tengiya qawîşa xwe mirov dihizire. Ev raman bi xwe jî mirov dihelîne. Ev jî berovajî daxwaz û niyazên şoreşger û mirovan e. Ji bo mirovên demek dirêj bimîne girtî, li cihek teng bê sînordarkirin tenê rêyek heye ew jî têkoşîn e. Girtîgeh bê şik û guman têkoşîneke navxwe ye. Têkoşîneke ya mirov a bi xwe re ye, hewldana ku hizirîna xwe fireh bihêle ye. A girîng her kesê bikeve girtîgehê têkoşîna parastina nirxên mirovî ne.”
Babaoglû li ser rewşa derketina derve jî vê dibêje: “Zêdtirî xwe dema mirov dikeve hundir ji bo çawa derbas bike pilansaziyan amade dike, ezê çawa li ber xwe bidim, çawa xwe rabigirim? Bi nivîsê ve mijûl dibî. Ji bo ji derve min ti pilansaziyek nedaniye pêşiya xwe, ew jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî ye. Di hinek cihan de fîzîka mirov dibêje ‘bes e’. Ji bo adepteyî jiyaneke nû bûyîn û dîsa ez ê çi bikim ji îro û şûn ve kete rojeva min.”
Babaoglû bi berdewamî ev nirxandin kir: “Li girtîgehê rewşeke ruhî ya mirov heye. Dem heye, divê wê bişopînî û li ferqa wê bî. Vê yekê jî hevalên xwe perwerde dikin, kar dikin û pêş dixin baştir dikin. Li girtîgehê dibe mekan sînordar û teng be, lê hed û sînorê hizirînê nîne. A girîng veguherîna çi ye? Veguherandina hedefên kesayet û nasnameya xwe ye.”
Babaoglû anî ziman heta kêliya dawî jî li ser berdanê ne xwedî ti agahî bû û wiha pêde çû: “Heta berî berdanê jî derûniya dibe neyêm berdan hebû. Ji ber ku ne ji bo min û ne jî malbat û parêzer hatibûn agahdaririn. Ji bo min rojek pir dirêj bû. Li ber derî kekê min ê 6 sal bû min nedîtî li benda min bû. Ketibûn wê fikirê ku min bigirînin, lê dilopek rondik ji çavê min nebarî. Pir neaxivîm. Ji ber ku ne amade bûm. Ji ber ku fêrî girtîgehê bûbûm, min xwe ji bo 36 salan amadekiribû. Bê berdan jî dibe, înfaza te bê xirabkirin.”
Babaoglû daxuyakirin ku hê derfetê wî yê derketinê nîne û wiha got: “Mirov hatine guherîn, ketine rewşeke ne civakî. Ev ne cîhaneke ku hêvî û bendewarî jê dikir bû. Di nava vê salê û sala pêşiya me de dibe 2 hezar hevalên me bên berdan. Pirsa esasî em ê çawa bijîn e. A li benda me ne telefon e, terza jiyanê ya necivakî ku mixabin cazîbeye jî bi xwe re anî ye. Ji bo nekevin nava wê jiyanê, wê cîhaneke me ya hizirînê ya hevpar hebe. Em ê bi hevalên ku derkevin re nîqaş bikin, li xaleke hevpar bên ba hev.”