PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Bachelet ji bo DAIŞ’iyên girtî bang kir

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê Michelle Bachelet der barê DAIŞ’iyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li Iraqê girtî kir. Bachelet dewletên ku xwedî li hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î dernakevin rexne kir û bang kir ku berpirsyarî tevbigerin

Rûniştinên Mafên Mirovan ên 41’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li ofîsa NY a Cenevreyê dest pê kirin. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê Michelle Bachelet di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li gelek welatan. Bachelet anî ziman ku der barê mafên mirovan, guhertina avhewayê û polîtîkayên cihêkariyê yên li dijî jinan de dê zêdeyî sed rapor di dema rûniştinên civînê de bên nirxandin.

Bachelet di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim mijareke ku gelek aktor naxwazin bibînin, dest bi axaftina xwe bikim. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê, zêdetirî pêncî û pênc hezar gumanbarên şervanên DAIŞ’ê û malbatên wan hatin girtin. Piraniya wan sûriyeyî yan jî iraqî ne. Li gorî îdiayan, zêdetirî yazdeh hezar şervanên DAIŞ’ê û malbatên wan ên ji pêncî welatên cuda li Kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne.”

Di berdewamê de jî Bachelet diyar kir ku her kesên gumanbar divê bi rengekî adilane bên darizandin û bang li dewletan kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin. Bachelet bi bîr xist ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î li Sûriye û Iraqê ne û dewletên wan rexne kir ku li hemwelatiyên xwe xwedî dernakevin.

Rûniştinên NY’yê yên der barê mafên mirovan de dê heta 12’ê tîrmehê bidomin. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar