Serokê Giştî yê Yekitiya Niştamanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî peyamek bi dîmen şand pîrozbahiyê Newroza Amedê û li peyama wî hat guhdarîkirin û temaşekirin.
Peyama Talabanî wiha ye: “Rojbaş xwişk û birayên delal, Newroza we pîroz be, Newroza we hemû zarok û ciwanan jî pîroz be.
Înşela ev sal bibe ew sal ku hemû kurd bi hev re tevbigerin. Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û bi yekitî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.
Ez bang li hemû welatên me yên cîran dikim ku ew siyasetmedarên me berdin, hemû rêberên me berdin, destûr bidin ku mirov serdana wan bikin, doktor û parêzerên wan biçin xizmeta wan. Dilê me bi wan malbatên re ye ku bi bobelata erdhejê hemû xizm, xwişk û bira, dê û bavên xwe winda kirin.
Bi piştevaniya we em ê zextên li partiyan bikin ku berjewendiyên gelê me bidin pêşiya xwe. Careke din gelek spas.
Bijî Kurd û Kurdistan Yan Kurdistan Yan Neman”