Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî peyamên aşkere hin siyasetmedarên kurd spasiya xwe dikin. Gelo nafikirin ku ew li ser navê gelê kurd li meclisê ne. Heta niha gelek hikûmet hatin û çûn. Her partiyên beriya bibin îktidar û hikûmetê bi rêve bibin, gelek sozên aştî, aramî, wekhevî, demokrasiyê dan gelên Tirkiyeyê û kurdan. Lê hemû partî û îktîdarên ku hikûmet xistin destê xwe salên ewil gotinên xwe kirin. Lê piştî demekê dîsa dest bi polîtîkayên înkar, bişaftin û zextan kirin. Dîsa polîtîkayên înkar û îmhayê beşandin. Yek ji van hikûmetan jî hikûmeta AKP-MHP’ê ye. Yek ji van partiyên ku bi hişmendiya dijminantî û tolê nêzî gelê kurd dibin jî partiya MHP’ê ye. Îro em li axaftina serokên MHP’ê û herî dawî axaftinên Devlet Bahçelî guhdar bikin, em dibînin raste rast kurdan înkar dikin û hemû polîtîkaya wan li ser bişaftin, teslimiyet înkarê pêş dikeve. Raste rast ji kurdan dixwazin ku teslîm bibin û rastiya xwe înkar bikin. Eger em hefteya dawî li axaftinên Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî guhdar bikin, Bahçelî li aliyekî destê xapînok dirêjî siyasetmedarê kurd dike û dibêje “Pêdiviya me bi aştiya hundirîn heye”. Li aliyê din di koma partiya xwe ya li meclisê de bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Bila kerem bike û bêje rêxistin qediya ye. Bila îlan bike ku dê yek alî rêxistinê tasfiye bike. Lê bila tu kes qet ne li benda dewletê be ku bi ‘terorê’/rêxistine re li ser maseyê rûnê. Bila nîne aqilên xwe.” Em li vir dibînin ku teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike.
Lê aliyê din em dibînin ku siyasatmedarên li ser navê kurdan siyasetê dikin jî spasiya xwe ji Bahçelî û Erdogan re tînin ziman.
Balkêş e di pêvajoya ku Bahçelî destê xwe yê xapînok dirêjî siyasetmedarên kurd dike û dixwaze aştiya navxweşî pêş bixe, mîtînga aştî û azadiye ya li Amedê qedexe kirin. Der barê rojnameya Yenî Yaşamê de 2 caran biryara komkirinê dan. Ketin û derketina bajaran tên qedexekirin. Çalakiyên Dakiyên Aştiyê li Sîlopiyê tên qedexekirin. Rojnameger û Dayikên Aştiyê li Sîlopiyê tên binçavkirin. Tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehan berdewam dikin. Bi kurtasî polîtîkayên înkar, qedexe û tundiya li ser gelê Kurd berdewam dike.
Divê bê zanîn ku tu carî çareserî û aştî yek alî pêş nakeve. Heta niha dîrokê nîşanî hemû gelê cîhanê daye ku tu pirsgirêk yek alî çareser nebûne. Yên ku wekî çareser bûne xuya dikin jî bi serdestiya aliyê hêz û bindestiya aliyê bêhêz bi encam bûye. An go bi koletiya aliyê kêmar û bêhêz bi dawî bûye. Eniyek, civakek ango neteweyek eger înkar, bişaftin û koletiyê qebûl bike û bi hêza serdest re entegre bibe nayê wateya ku pirsgirêk çareser bûye. 10 sal, 100 sal ango 1000 sal derbas bibe jî dê rojek bê ew civak, netew û nasnameya ku hatiye înkarkirin û bi tundiyê ji mafê xwe bêpar hatiye hiştin, dê rojekê li xwe vegere û doza nasname û hebûna xwe bike.
Em dibînin ku hikûmeta AKP-MHP’ê hêza xwe winda dike. Êdî hêzên komploger di şerê Îsraîl û Filistinê de wan tenê hiştine. Hêzên hegomon naxwazin xeta enerjiyê bi Tirkiyeyê re parve bikin. Di pêvajoya ku nakokiyên ku di navbera hêzên komploger û hegomon de zêde dibin, vê carê hikûmeta AKP-MHP’ê dîsa dixwaze bi awayekî xapînok kurdan nêzî xwe bike. Bi polîtikayên bişaftin û lîstikan kurdan bi xwe ve girê bidin. Çi cara ku Tirkiye dikeve tengasiyê dixwazin kurdan ji bo xwe bikin pêpelok û derbas bibin. Ev plan û polîtîkayên dewleta osmanî û tirkan bi dehan caran ev rastî nîşanî me dane. Eger bi rastî jî çareseriyan dixwazin, ji bo gavên çareseriyê bidin bawerkirin, divê daxwazên kurdan ên sereke pêk bînin. Kurd çi dixwazin? Kurd sansur, qedexe înkarê red dikin. Kurd dixwazin hemû dîlên azadiyê yên li zindanan serbest bên berdan. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Kurd dixwazin mafê perwerdehiya zimanê kurdî bi zagonan bê mîsogerkirin. Dixwazin bi awayekî fermî statuya gelê kurd bên qebûlkirin. Dixwazin serbest li meclisê siyasetê bikin. Dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li masê rûnên û bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bikin. Dixwazin operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bikin. Dixwazin kuştina kurdên li Başûr, Rojava û çar parçeyan bi dawî bikin. Dixwazin talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi dawî bikin. Dixwazin hemû qedexeyên li ser wan bi dawî bibin.