Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bahoz Erdal: Ezmûna şer a gerîla xurt e

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal diyar kir ku civîna salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê dê bandoreke erênî li performansa şer a gerîla bike

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û hem civîna asayî ya salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ku meha derbasbûyî pêk hat, hem jî serkeftina Garê nirxand.

Hevpeyvîna bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal wiha ye:

Serkeftina Garê dê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bandoreke çawa bike?

Gerîla li Garê derbeke gelekî mezin li dijmin xist. Hêza gerîla careke din derkete holê. Dewleta tirk salên dawî timî propagandayê dike û îdîa dike ku ji ber çekên teknolojîk ên di destê wan de gerîla êdî nikarin şer bikin, nikarin li ber xwe bidin, gelê kurd jî nikare doza azadiyê bimeşîne. Lê belê li Garê şehîd Şoreş û hevalên din bi berxwedana xwe propagandaya dewleta tirk pûç kirin. Ji aliyê manewî û psîkolojîk jî gelek encam bi xwe re anî. Dagirkeran careke din fêhm kirin ku hatina çiyayên Kurdistanê wisa hêsan nîne. Her gava ku li çiyê avêtin wê berdêla wê bi rengekî giran bidin. Careke din ji bo operasyoneke bi vî rengî dê ne 10 caran, lê 40 carî bifikirin. Vê serketinê coşeke mezin da gelê me.

Gerîla careke din xwedî li hêvî û baweriya gelê me derket. Çi li Bakur çi jî li Başûr gerîla careke din nîşan da ku wê parastina vî gelî, vî welatî bike. Bi rastî jî li derdora serkeftina Garê ruhek neteweyî, ruhek welatparêzî çêbû û serketina Garê bû ya hemû kurdan. Em di nav de ne em dibînin, yên ku herî kêfxweş û serbilind bûn gelê Başûr û bi taybeytî gelê Behdînan e. Eger rêveberiya başûrê Kurdistanê destûr bida, dê gelê me li Akrê, Amediyê û Sersingê şahiyên mezin li dar bixistana. Ev yek nîşan dide ku bi rastî jî êdî gelê me li Başûr ketiye wê ferqê ku êrîşa dewleta tirk li ser hemû Kurdistanê ye, berxwedana gerîla jî ne tenê ya PKK’ê ya hemû gelê urd e.

Ger li şûna 40 balafiran 4 aştîxwaz şandibûna dê mesele bi hêsanî çareser bibûya

Ji bo ew 13 êsîrên hatin kuştin gelek tişt hatin gotin. Ez dikarim vê bêjim; jixwe aşkera ye ku ew 13 kes ji alî artêşa tirk ve hatin kuştin. Fermandariya Biryargeha me jî bang li saziyên navneteweyî kir ku herin li cihê bûyerê lêkolînan bikin. Jixwe kesek ji îdîayên dewleta tirk bawer nekir. Ji ber ku herkes nêzikatiya hêzên me ji bo dîlên şer ji berê ve dizane. Ew kes 6 sal in li cem me bûn. Eger nêteke me ya cuda heba, 6 sal in teqez me yê pêk bianiya. Nêzikatiya me ji bo êsîran pir aşkera ye. Ew dîl dikaribûn werin rizgarkirin. Eger bi rastî jî dewleta tirk bixwesta wan rizgar bikira, pêwîst nedikir 40 balafir bişîne ser Garê; 4 kesên demokrat û aştîxwaz ji Tirkiyê bihatana, tevî malbatên wan esîran, ev mesele dikaribû bi hêsanî were çareserkirin.

Heya niha me gelek caran êsîr berdan. Çi yên 2013’an bin, çi yên 2007’an yên Oremarê bin, me bê mûqabele, bê şert heya niha êsîr berdane. Vê carê jî dikaribûn werin berdan, rêya vê vekirî bû. Derfet hebû. Lê hikûmeta AKP’ê xwest van esîran ceza bike. Nêzîkatî ev bû. 3 kesan ev operasyon bi rêve birine. Ji alî îstîxbarat û agahî ve Hakan Fîdan e, ji alî plansazî û pêkanîn ve Hûlûsî Akar e, yê ku biryara vê da jî Erdogan e. Berpirsên kuştina van eskeran ev kes in. Eger li Tirkiyeyê qanûn û edalet heba, diviyabû malbatên van êsîran doz li wan vekirana.

Demeke kurt beriya êrîşên li ser Garê, Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist. Girîngiya vê civînê çi ye û encamên wê çawa dikarin bên nirxandin?

Civînek têr û tijî me pêk anî û zêdeyî 9 rojan dewam kir. Daxuyaniya wê jî hat dayîn. Êrîşên dagirkeriyê, rêbaz û teknîka êrîşan, ev hatin analîzkirin. Berxwedana gerîla ya sala 2020’an hate nirxandin, di mijara taktîk û rêbazê de nirxandinên pêwîst hatin kirin. Bi taybetî jî mijarên kêmaniyê di eniya me de hatin nirxandin. Kêmaniyên ku di alî me de derdikevin, bi cîdiyetek mezin li ser hate sekinandin. Em bawer in ku hinek windahiyên ku çêdibin di encama kêmaniyên me de çêbûn. Eger dîsîplîneke xurt hebe windahî jî çênabin û gerîla dikare encamên hîn xurtir bi dest bixe. Bi taybetî mijarek rexne ya ji bo gerîlayê Kurdistanê ev e; heval pir zêde ji xwe bawer in û ev yek caran dibe sedem ku dijminê xwe biçûk bibînin. Ev yek dibe sedem di dîsîplîn û ewlehiyê de lawazî rû bidin.

Civîna me li ser ezmûna şer a 37 salan ev mijar hemû nirxandin. Em xwedî ezmûnekî şer a mezin in. Em artêşa li hember xwe baş nas dikin. Em hêza xwe jî baş nas dikin. Di vî milî de em bawer in ku encamên civîna me wê bandorek erênî li ser performansa gerîla ya sala nû bike. Encamên civîna me bikevin pratîkê, wê di salên pêş me de ne Garêyek, Garêyên nû jî rû bidin. Pirsgirêka hêzên me yê ruh, fedaîtî û qehremanî nîne. Di vî alî de ruhek mezin ê êrîş û fedakariyê di nava hêzên me de heye. Heta xwîngermî heye. Tişta kêm hinek dîsîplîn û tedbîrên pêwîst bû. Em bawer in ev civîna me wê di avakirina gerîlayê nû û rêbazê şer û xuliqkar de bandorek xwe hebe. Gerîlayê Kurdistanê bi pratîka van salên borî de jî ev yek nîşan da.

Hinek dibêjin ev serdema nû, serdema teknolojiya GPS û koordînatan de şansê tevgerên gerîla zêde nîne. Ezmûnên gerîlayê Kurdistanê berovaj vê îspat dike. Di pratîkên Heftenîn û Garê de me dît ku gerîlayek nû pêkan e. Medya Şerê Taybet û rayedarên dewleta tirk vê yekê ji xwe re serkeftin dihesibînin. Tu aliyê vê yê serkeftî nîne. Gerîla li gor pêşketin û nûbûnan xwe nû dike û taktîk pêş dixe. Ev ne serketina wan e, berovajî ev yek jêhatîbûn û xuliqkariya gerîla nîşan dide. Du roj berê jî dibejin; ‘me li Bakur operasyon kirine, li Garzan operasyon kirine û hwd.’ Dibêjin; ‘me kampên hevalan û alavên jiyanê dîtine.’ Lê di rastî de ew tişt kampên kevn ên depo ne, çûne çopên hevalan ên 5 sal berê dîtine û bi wê propagandayê dikin û wek serketin nîşan didin. Ji ber wê civîna me û pratîka Garê nîşan da ku gerîlayek xwe nû kirî, xwe guhertî û serdema nû baş xwendî, dikare bibe misogerkirina serketinê.

Piştî êrîşa li ser Garê rewşa Başûr kete rojevê. Helwesta gelê Başûr a li dijî van êrîşan û helwesta li qada siyasî divê çawa bê nirxandin?

Helwesta gelê başûrê Kurdistanê pir hêja û pîroz e. Gelê me yê Başûr xwedî ruhek welatparêziyê ya mezin e. Gel fêm kiriye êdî PKK tenê hincet e. Gel dizane ku PKK nebe jî wê dijmin hincetek din peyda bike. Gel dizane PKK nebe jî wê dijmin rêveberiya Hewlêrê bi PKK’yîbûnê sûcdar bike û êrîş bike. Di vî milî de gel rastiyê fêm kiriye û peywendiyek pir baş di navbera gerîlayê azadiya Kurdistanê û gelê Başûr de heye.

Ji bo rêveberiya Başûr du tiştên esasî hene. A yekem, gelê me û tevgera me helwestek erênî ji wan dixwaze, vê hêvî dike. Rêveberiya me ya KCK’ê bi awayek aşkera got ku em rêzê li rêveberî û pêşmergeyên Başûr digirin û em nas dikin. Di vî milî de helwesta me diyar e. Pêwîst e rêveberiya Başûr jî derkeve bêje em rêzê li têkoşîna PKK’ê û gelê Bakur re digirin, em rêzê li rêveberiya xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê re digirin. Ev yek erkekî kurdistanî û neteweyî ye li ser rêveberiya başûrê Kurdistanê.

A duyemîn, divê ev xeterî bê dîtin ku armanca dewleta tirk dagirkirina Başûr e jî. Di fikra dewleta tirk de ev heye; dibêjin ji ber ku li Başûr rêveberiyek fermî heye, li perçeyên din jî tevger û têkoşîna kurdan berdewam dike. Sedem ev dibînin. Armanca stratejîk a hedefgirtina Garê, Şengalê, Xakûrkê, dagirkirna başûrê Kurdistanê ye. Niha rayedarên başûrî, bi taybetî yên PDK dibêjin ku gundî li hinek herêman bi rehetî nikarin biçin gundên xwe. Ger dewleta tirk bikeve van herêman, kes nikarê li Hewlêr û Dihokê jî bi rehetî bimîne. Artêşa tirk tenê ji bo me nayê, divê hatibe fêmkirin ku ji bo wan e jî û li gor wê helwest bigirin. Daxwaza tevgera me ji rêveberiya Başûr tenê ev e. Ev xeterî û metirsiya heyî li ser doza kurd hemû ye. Li gor gelê me fêm kiriye, rêveberiya Başûr jî em difikirin ku vê rastiyê dizane.

Wezîrê berevaniya tirk Hûlûsî Akar di civîna NATO’yê de axivî û got ku PKK dijminê NATO ye, li pêşiya projeyên NATO’yê astengî ye. Hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?

Li gor Hulusî sedemê hemû xirabiyên ku li cîhanê diqewimin PKK ye. PKK kutuya Pandora ye li gor wan. Dibêjin sedema rewşa Iraq û başûrê Kurdistanê PKK ye, sedema aloziya Sûriyeyê PKK ye, sedema qeyrana aborî a li Tirkiyeyê PKK ye, sedema tevliheviya li Qerebaxê PKK ye. Herî dawî ew mabû ew jî gotin ku sedeme êrîşa li ser Kongreya Amerîkayê PKK ye. Psîkolojiya wan psîkolojiyek pir tevlihev e. Lê heqîqet ne wisa ye. PKK ne li dijî berjewendiyên tu dewletan e.

Eger ne ji PKK bûya dê çi bibûya? Wê Tirkiye destdirêjî li nav Îranê bikira, tevlihevî li Qafqasan derxista, wê her roj terorîstên DAIŞ’ê bişanda Ewropayê bixwesta bi terora wan Ewropayê teslîm bigire. PKK nebûya dê Tirkiye li hember Amerîkayê bi bertekên hîn tundtir, plan û berjewendiyên Amerîkayê li herêmê bixista xeteriyê. Lê ji ber ku PKK bi hebûn û têkoşîna xwe dewleta tirk tengav û lewaz dike. Erdogan niha nikare van tiştan bike. Ger îro Erdogan hinek hesabê DYE dike, ev ji ber têkoşîna PKK ye. Têkoşîna PKK Erdogan mecbûr dike ku muhtacî DYE’yê bibe. Têkoşîna PKK’ê dihêle ku Erdogan hinek hesabê Rûsya û Îran û dewleyên din bike. Zirara DYE, Rûsya û tu kesek din di têkoşîna PKK’ê de nîne, berovajî berjewendiyên wan hene.

Erdogan niha derewan dike û dibêje; ‘alikariya min bikin em PKK’ê çareser bikin,’ ji rûsan re dibêje; ‘Piştre hûn çawa dixwazin em meseleya Sûriyeyê çareser bikin,’ ji DYE re dibêje; ‘Hûn çawa dixwazin em meseleya S400 çareser bikin.’ Ji Ewropayê re dibêje; ‘Em DAIŞ’ê bi hev re tasfiye bikin’, ji rejîma Sûriyeyê re dibêje; ‘Wê demê pirsgirêk di navbera min û te de namîne.’ Lê ev ne rast e. Ger PKK ji holê rabe, wê ev hişmendiya Osmanî-Tûranî a faşîst û nijadperest, weke hirçeke ku bikeve dikanekê, wê bibe sedema hemû tevlihevî û aloziya li herêmê û cîhanê hemû. Wê Erdogan wê demê weke Hîtler an jî Sedamekî nû bibe belaya serê cîhanê. Ger ku niha Erdogan hîn zêdetir nabe bela û zirar nade NATO û DYE û Rûsyayê, ji ber ku PKK hinek bi hevsarê wî girtiye.

Em dixwazin bêjin ku, niha li DYE rêveberiyek nû li ser kar e. Siyaseta wan a herêmê hîn bi temamî aşkera nebûye. Lê divê ji bo meseleya kurd xwedî siyasetek hevpar bin. DYE bi kurdan re kar kir, jê feyde dît, zirar nedît. PKK li Kurdistanê û li Rojhilta Navîn hêzeke mezin e. Li ser hevsengiyan xwedî bandor e. PKK ji bo diyalogê vekirî ye ku xizmeta aramî û aştiya herêmê bike. Siyasetê heya niha encam neda. Çi hesabên ku PKK’ê li derve bihêle heya niha encam negirt û wê negire jî.

Ev bang ne tenê ji bo rêveberiya DYE, ji bo hemû hêzên herêmî û navdewletî derbasdar e. Bi PKK’ê re diyalog ji bo feydeya wan e. Hûn ne mecbûr in weke Tirkiyeyê li meseleya kurd binêrin, weke Erdogan li meseleya PKK’ê binêrin. Bi rastî jî êdî wext hatiye, raya giştî jî vê yekê dixwaze. Bi milyonan mirov li Brîtanya, Îtalya û li her derê cîhanê, ji bo Serok Apo daxwaza azadiyê dikin. Xistina PKK’ê ya lîsteya terorê ji bo dewleta tirk hinceta êrîş û rewakirina dagirkeriyê ava dike. Xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê heya astekê hatiye. Ev welatên Ewropa jî hemû deyndarê PKK’ê ne.

Niha koalîsyonek li dijî DAIŞ’ê heye. Bi dehan dewlet û hêz têde hene. Yê ku li dijî DAIŞ’ê herî zêde şer kir PKK ye. Ji Şengalê, Mexmûrê, Kerkûk û heya Rojava, yê herî zêde fedakarî kir û şehîd û birîndar da PKK ye. Ev deyndariya xwe divê bibînin. PKK divê ji lîsteya terorê were derxistin û dikarin wisa deyndariya xwe pêk bînin. Astengiya planên herkesî û yê ku bûye belaya serê herkesî Erdogan e û em bawer in herkes vê dibîne.

Li Başûr, Rojava û Bakur hin kes hene ku îdîa dikin, sedema her êrîş û kaosê PKK ye. PKK’ê sûcdar dikin. Hûn vê meseleyê çawa dinirxînin?

Divê însaf hebe. Erdogan bi şev û roj dibêje ku di vê Rojhilata Navîn de ‘ez ê rê nedim ku kurd bibin xwedî statû,’ dibêje li ku derê be jî ew ê hedef bin. Rastî ewqas aşkera ye. Bi hinceta PKK’ê, vê rastiya dagirkeriyê nedîtin şaşiyek pir mezin e û divê were sererastkirin. Berovajî vê, heya niha kê ji PKK’ê alîkarî negirtiye? Di rojên tengav de PKK bi alîkariya kî de neçûye? Di wan rojên ku Erdogan digot; ‘Kobanî ket, wê bikeve,’ kî çû alîkariya Kobanê? Li Şengalê dema ku gelê me yê êzidî li ber komkujiyek mezin bû, kî çû Şengalê? Li Mexmûrê dema DAIŞ nêzî Hewlêrê dibû, kê pêşiya wê girt? Li Kerkûrê kî bû? Li Bakur niha PKK tune ba, navê kurd jî tune bû.

Li Rojava kengî tengavî û pêwîstî çêbûye, PKK fedakariya herî mezin kiriye. Ne PKK ba wê niha li Rojava tiştek heba? Li Başûr jî wisa. Ger PKK neba dewleta tirk wisa bi tahemûl nêzî rêveberya Başûr jî nedibû. Wê wan li Enqereyê pêşwazî nekira û li Hewlêrê wisa nediçû ziyareta wan. PKK nebe dijmin Başûr nas nake. Her kurdekî bi wijdan divê bizanibe li her derê Kurdistanê pêşketinên ku çêbûne bi saya PKK’ê ye û van pirsê ji xwe bike.

PKK nebûya dê li Kobanê çi bibûya? PKK nebûya dê li Şengalê çi bibûya? PKK nebûya dê li herêmê çi biqewimiya? Xebat û têkoşîna PKK’ê cihê serbilindiyê ye. Hemû mîlîtan û kadroyên PKK’ê serbilind in ku PKK’yî ne. Di jiyana wan de, di exlaqa wan de, di felsefe û fikr û qehremanî û cesareta wan de tu qisûrek nîne. Zêdeyî heye kêmanî nîne. Ev propagandaya dewleta tirk e ku dibêje PKK nebe pirsgirêka min bi dewleta kurdan re nîn e. Di milekî de jî rast dibêje ji ber ku PKK nebe doza kurd nîn e. Herkes divê vê heqîqetê bibîne. Ên ku nizanin divê li dîroka nêz û dûr a miletê kurd binêre, PKK wateya xwe çi ye wê bibînin.

Li rojavayê Kurdistanê pêşketinên girîng hene lê di dema nêzîk de çareseriyek siyasî naxuyê. Pêvajoyên Astana jî pêvajoyên Cenevreyê jî xitimîne. Hûn rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, helwesta rejîmê çawa dinirxînin?

Niha aloziya li Sûriyeyê berdewam e. Pêvajoyên Cenev û Soçî xitimîne. Di rewşa heyî de jî ne pêkan e ku çareseriyek siyasî pêş bikeve. Em wek PKK xwedî bandor in. Bandora Rêber Apo li ser Rojava û Sûriyeyê, li ser kurd û ereban heye. Me pêşniyarê xwe ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê jî û yên giştî herêmê  kir. Em wek PKK wiha difikirin. Çareserî Şam e. Modelek siyasî ya Sûriyeke demokratîk, rêveberiyek ne navendî li gor rastiya demografîk û siyasî ya Sûriyeyê çareserî ye. Em bi yekitiya xaka Sûriyeyê re ne. Kurdên Rojava yekitiya xaka Sûriyeyê nakin pirsgirêk. Ev yek.

Ya duyemîn, ala dewletê ne pirsgirêk e. Lê hişmendiya Baasê ya şoven û antî-demokratîk nabe. Demokratîkbûnek bingehîn ji bo Sûriyeyê pêwîst e. Li ser vê esasî divê pirsgirêk werin çareserkirin.

Projeya Neteweya Demokratîk ji bo Sûriyeyê projeyek wekhevî ye. Projeya Neteweya Demokratîk ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû Sûriyeyê çareseriyek e. Hinek şovenên xwedî hişmendiya Baasê difikirin ku mafên kurdan werin qebûlkirin dê Sûriye parçe bibe.

Di nav sazî û ragihandinên wan de hinek propagandaya vê yekê dikin ku ger em serê ta berdin, wê bi demê re Sûriyeyê perçe bibe. Pêşeroja gelê ereb bikeve xeteriyê.

Di rastiyê de demokratîkbûna Sûriyeyê û qebûlkirina gavek azadiya kurd ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê bingeh e, ji bo parastina sînorên Sûriyeyê bingeh e, ji bo pêşeroja Sûriyeyê bingeh e. Ji bo Sûriyeyê ewle bibe divê kurd azad bibin. Ne tenê kurd, divê durzî jî, elewî jî, ermen jî, çerkes jî azad bibin.

Kurd li Sûriyeyê azad bibin û bibin hêzek siyasî, ev ne xeteriyek e ji bo pêşeroja Sûriyeyê. Berovajî vê azadiya kurdan xurtbûna Sûriyeyê ye, kolebûna kurdan lewazbûna Sûriyeyê ye. Em wek PKK wisa difikirin û pêşniyara me ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ev e.

Li Rojava kurd pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin

Niha ev jî aşkera bû ku dewleta tirk ne tenê dijminê kurdan e, dijminê ereban e jî, dijminê ermenan e jî. Dijminê herkesî ne.

Li Qerebaxê ev aşkera bû. Yanî ev hişmendiya tûranî ye. Xweranagirin ku çawa 600 sal osmanî hebû û niha nîne. Baweriya wan ew e ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ereb, kurd, ermen û hemû pêkhateyan xiyanet li wan kir û di piştê de li wan da. Dixwazin tola xwe ji herkesî rakin. Siyaseta wan a li Lîbya, Misir û Kendavê hemû li ser vê esasî ye.

Eniyek objektîf a kurd û ereb li hember vê zîhniyeta êrîşkar û dagirker ava bûye. Yê ku pêşengiya vê dikin kurd in û PKK pêşengiya vê dike.

Li Rojava jî wisa ye, kurd pêşengiya têkoşînê dikin. Helbet gelê ereb û dewletên ereb jî xwedî helwest in. Gelê Sûriyeyê jî êşa vê dîtin. Ji ber vê pêwîst e dewletên ereb di vê mijarê de xwedî nêzikatiyek cesaret bin. Dewleta tirk dixwaze tirsa împaratoriya osmanî ya 400 salan li ser dewletên ereb ava bike û komkujiyên kirin dubare bike.

Divê rêveberiyên dewletên ereb bibînin ku pêwendiya ku bi PKKê re ava bikin wê di vê mijarê de jî bi bandor be. Di nav rewşenbîr, welatparêzên ereb de jî vê rastiyê dîtin heye. Ji ber vê di nav wan de jî sempatiyek, dilxwaziyek û dilgermiyek ji bo doza kurd û Serok Apo çê bûye.

Ew jî êdî dibînin ku kurd di eniya pêştirîn de li hember vê zihniyetê têdikoşin. Ger ne wisa ba dewleta tirk van welatên ereban hemû ji zû ve dagirkiribû. Ê ku wî dide sekinandin gel û têkoşîna me ye.

Di vê demê de rastiyek derket holê, ew jî rastiya ruhê Garê ye, serkeftine Garê ye. Ev ji bo hemû gelê kurd kêfxweşiyek mezin e. Ev ne bi hêsanî çê dibin, bi zor û zehmetiyên mezin çê dibin. Dijminê li hember me dijminek xerab e. Hemû îmkanên di destê xwe de li hember me bikar tîne. Em jî bi ruhê Garê li ber xwe didin. Divê ruhê Garê bibe ruhê hemû gelê me. Hemû mirovên azadixwaz û demokrat. Bi taybet ên ciwanan. Divê ciwan bi ruhê Garê tevbigerin. Dewleta tirk wisa efsaneyek ji derewan û ji tirs û xofê ava kiriye. Divê ciwanên me ev perdeya tirsê biçirînin. Ciwanek bikeve zindanê, tê wê wateyê ku ew ciwanek bi rûmet e loma rastî êrîşan tê. Ciwanek xwedî rûmet e loma dijmin wan hedef digire. Ew mirovên welatparêz û xwedî keramet in. Di destê dijmin de tenê terora wî û zindanên wî hene. Di destê me de rûmeta me heye. Ciwanên kurd divê bi ruhê Garê tevbigerin û berê xwe bidin jor. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar