Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bahoz Erdal: Sala 2020’an dê bibe sala gerîlayan

Ji Fermandarên NPG’ê Dr. Bahoz Erdal diyar kir ku ji ber tarzê nû yê gerîla ku şopa xwe dide windakirin, dewleta tirk di nava tirseke mezin de ye. Erdal ji bo sala nû jî wiha got; ‘Dê tarzê rastîn a gerîla di sala 2020’an de xwe bide nîşandan. Dê sala 2020’an bibe sala gerîlayan. Gerîla dê îsal jî hesap ji dewleta tirk a faşîst bipirse û derba kuştinê li desthilatdariya AKP’ê bixe.”

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal tev li bernameyeke taybet a Dengê Welat bû û pirsên rojnameger Arjîn Felat bersivand.

Hevpeyvîna bi Dr. Bahoz Erdal re wiha ye:

Artêşa tirk di payîzê de bi navên cihê operasyon li dijî gerîla kir. Di çapemeniya nêzî desthilatdariyê de tê diyarkirin ku ev operasyon gelekî serkeftî derbas bûne. Bi rastî jî encamên van operasyonan çi ne?

Beriya ku ez pirsa we bibersivînim ez dixwazim fermandarên me yên hêja bi bîr bînim ên ku di meha kanûnê de şehîd bûne. Di 4’ê kanûnê de gelek rêheval û fermandarên me yên hêja şehîd bûn. Mihyedîn, Adil, Gulbahar û Rûstem Zeydan di 4’ê kanûnê de şehîd bûn. Di 4’ê kanûna 1989’an de komeke heval ji bo ku fermana Rêbertî bigihînin welat, ji bo mudaxeleyî pratîka çetewarî ya Hogir bikin, pêşiya vê pratîka tasfîyekar bigirin û ji bo xeta partî û şoreşê ferz bikin ji Akademiya Mahsûm Korkmaz ber bi Botanê ketin rê. Lê dijmin ji bo ku mudaxeleya Rêbertî ya li dijî pratîka tasfîyekar asteng bike, li ser xeta sînor ango li ser Ava Mezin tevdîrên mezin girtibûn. Ji ber ku pratîka Hogir xizmeta ji dijmin re dikir. Komek hevalên ku xwestibûn fermana Rêbertî bigihînin welat, li ser Ava Mezin ketin kemînê û li vir şerekî mezin çêbû. Di vî şerî de heval Mihyedîn, Ehmed, Zinar û Zozan şehîd bûn. Roja dîtir a şer li cihekî nêzî Cûdî, 9 hevalên din şehîd bûn. Hevalên din xwe gihandin Cûdî. Hemû astengî derbas kirin, xwe feda kirin û fermana Rêbertî gihandin welat. Ji bo ku fermana Rêbertî bigihînin welat 13 şehîd hatin dayin.

Şehîdên meha kanûnê bi bîr anî

Vê berxwedana qehremanî ya ku bi pêşengiya rêheval Mihyedîn pêk hatibû, li ser gelê herêmê bandoreke mezin çêkir. Rêheval Mihyedîn ji bajarê Dêrikê ya Rojava bû û ciwanekî pêşeng ê wê herêmê bû. Wî Rêbertî nas kir, heqîqeta PKK’ê fêm kir. Piştî ku berxwedana di Zindana Amedê de ji nêz ve nas kir, ew jî tev li nav refan bû. Ew kesekî xwenda, zana û ronakbîr bû û xwedî ruhekî leşkerî yê bi disiplîn bû. Em jî wê demê di nav xebatan de bûn. Me heval Mihyedîn ji xwe re dikir mînak. Helwesta wî bandor li me dikir. Vê berxwedana destanwerî ya li Ava Mezin, li herêmê bû semboleke mezin. Rêheval Mihyedîn û hevalên li ba wî ji bo koma li ser sînor xwe rizgar bike, ketine şer û heta sibehê li dijî dijmin şer kirine. Ji ber vê qehremaniya destanwerî, ji bo bi hezaran ciwanên Rojava bûn sembol. Em jî di şexsê Şehîd Mihyedîn, Ehmed, Zinar û Zozan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîna wan dubare dikin.

Di sala 2007’an de rêheval Adil Bilikî û Gulbahar jî tevî komeke heval li Gabarê şehîd bûn. Rêheval Adil ji gundê Bilika yê Cûdî bû û di temenekî ciwan de tev li nav refên gerîla bûbû. Di şertên dijwar ên gerîla de mezin bû. Di şertên giran de jiyan nas kir û wisa gihişt. Ji ber ku di temenekî ciwan de di nav şer de mezin bû, kesayeteke wî ya xurt û bi îrade hebû. Taybetiya herî diyarker a rêheval Adil ev bû ku îradeya wî wekî pola bû û hêrsa wî ya li hemberî dijmin gelekî zêde bû. Rêheval Adil hêvî û êşên gelên me yên Botanê û hêrsa li hemberî dijmin di dilê xwe de kom kiribû. Ji roja ku tev li nav refan bû û heta şehîd bû, gerîlayekî mînak bû. Rêheval Adil bi şervanî û derbên xwe yên li hemberî dijmin li Botanê navê xwe dabû belavkirin. Di navbera salên 1990 û 1999’an de bi awayekî aşkera di nav şer de cih girtibû. Di çalakiyên mezin û bi bandor de wî rol stendibû. Ew fermandarê çalakî û êrîşan bû. Li Zagrosê jî derb li dijmin da û şopa çalakiyên wî hê jî hene. Dijmin dizane ku wan derbên çawa ji heval Adil xwariye. Wî xwe li ser felsefeya Rêbertî mezin kiribû û jiyana xwe li ser hesapirsîna ji dijmin ava kiribû. Wî li ku derê dijmin bidîta dibû wekî şêrekî ku çav li nêçîra xwe bikeve. Dema dijmin nedît, ‘Nedigot em ê xwe çawa biparêzin an jî em çawa vekişin’ wî digot ku ‘Gelo em ê çawa derbên giran li dijmin bixin.’ Di wê kêlîkê de tevdîra xwe distend û plana xwe dikir. Bi vê wesîleyê ez fermandar Adil bi bîr tînim ê ku li ser tarza rêheval Mahsûm Korkmaz xwe bi ked û cesareteke mezin ava kiribû.

Rêheval Gulbahar a ku tev li rêheval Adil şehîd bûy, ew jî yek ji fermandara jin a pêşeng bû. Jineke kurd a gelekî xurt û hêja bû. Ew jî di temenekî ciwan de tev li nav refên gerîla bûbû û ligel di wî temenê ciwan, di nav şertên giran li qadên şer ma. Rêheval Gulbahar jî di nav şer de mezin bûbû û bûbû fermandareke pêşeng a fedakar. Bi tarza xwe ya jiyanê û têkiliya xwe ya rêhevaltiyê, bi gerîlatî û fermandariya xwe ji bo hevaleke mînak bû. Li hemberî konsepta AKP’ê ya ku dixwaze gerîla tasfiye bike di Pêngava 1’ê Hezîranê ya sala 2004’an de gelekî israr dikir ku derbasî Bakur bibe. Ji her alî ve pêşengtî ji vê pêngavê re kir. Heta sala 2007’an li Gabarê pêşengtî ji pêngavê re kiribû. Di vê pêngavê de rêheval Gulbahar tevî rêheval Adil pêşengtî ji pêngava berxwedanê re kir. Di şexsê rêheval Gulbahar de em hemû şehîdên YJA Starê bi bîr tînin.

Di 4’ê kanûnê de rêheval Rûstem Zeydan jî li Qendîlê tevî komeke hevalan şehîd bû. Rêheval Rûstem kurê malbateke cerdevan bû. Rêheval Rûstem li hemberî vê pergalê serî hilda. Helwesta xwe ya li hemberî malbata xwe zelal kir. Ligel ku malbatan wî dewlemend bû, rêheval Rûstem rewşa wan red kir û tev li nava refên gerîlayan bû. Ev helwest mînak û semboleke girêdayîbûna xwe ye. Rêheval Rûstem li ser vî ruhê meşiya. Di nav jiyana gerîla de bi ked û têkiliya xwe ya rêhevaltiyê û helwesta xwe, bi proleterî jiya. Bêtir li qadên Zagros û Botanê têkoşiya. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me û konsepta tasfiyeyê ya li hemberî partiya me, kete nav berxwedaneke mezin û piştî wê berxwedanê tevî komek hevalan şehîd bû. Em jî di şexsê rêheval Rûstem Zeydan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û li ser navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê soza xwe dubare dikin.

Propaganda û şerê psîkolojîk dimeşînin

Li ser pirsa ku te kiribû, dijmin him li bakurê Kurdistanê û hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin operasyonan dike. Ev operasyon li dijî cihekî yan jî operasyonên giştî ne. Bi propaganda û şerekî psîkolojîk vî tiştî derdixînin pêş, mirov dibêje qey ku der fetih kirine. Piştî van operasyonên agahiyên vala didin. Qaşo li Serhedê di nav 2 rojan de 15 heval şehîd bûne. Tiştekî wisa tune. Li wê derê 2 rêhevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd bûn. Ji bo qada Botanê jî hejmarên zêde didin, li wê derê jî tiştekî wisa ye. Li Cûdî, rêheval Andok û Adil heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn. Li wê derê dijmin jî derbên giran xwar. Lê qet qala vî tiştî nakin. Ji xeynî van tiştan operasyonên wan ên di payîzê de bi ser neket. Ji ber vê jî zêde propagandayê dikin, dixwazin bandoreke neyînî li ser moralê gerîlayan bikin û bi şerê psîkolojîk bandorê li ser gelê me bikin.

Di kevin kampên kevin ên hatine terikandin û xwe serkeftî nîşan didin

Dijmin dikeve kampeke hevalan a ku 5-6 sal berê bi kar aniye û propagandayeke wisa dike, mirov dibêje qey çi dîtine. Di wan kampan de bi tenê çopên hevalan hene. Ji ber vê jî her roj diqîrin û dibêjin ‘Me li filan derê ev tişt dît, me evqas kamp îmha kirin.’ Ev kampên hanê hemû jî kampên kevin ên hevalan e. Li ser çopa hevalan xwe serkeftî didin nîşandan. Ji ber ku negihiştine armanca xwe, pêdiviya bi derewan çêdibe. Bi kurtasî serkeftina wan a di payizê de ji çopê pêk tê û ev jî rewşa artêşa tirk a li hemberî gerîlayan diyar dike.

Gerîla şopa xwe dide windakirin

Gerîla di vê payîzê de hin guhertinên di tevgerînên xwe de xistiye pratîkê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatiye asta ku şopa xwe bide windakirin. Ji ber vê jî artêşa tirk û îstîxbarata wê tengijîne û dixwazin operasyonan li dar bixin. Ji ber ku êdî rastî şopa gerîlayan nayên. Gerîla li ku ye, diçe ku derê, bersiva van tiştan nizane û nikare agahiyan bi dest bixe. Artêşa tirk a dagirker nikare şopa gerîlayan bişopîne û ji ber vê jî li hemberî gerîla dikeve valahiyeke mezin. Vê serkeftina gerîla tê wateya ku artêşa tirk têk çûye.

Erdogan wekî her sal, di serê vê salê de jî gotibû ku ‘Li Cûdî û Tendûrekê em ê wan tasfiye bikin.’ Lê ev sal dike biqede û çalakiyên gerîlayan li her derê didome. Ji bo encamên îsal gelo nirxandina we çi ye?

Di serê salê de plana hikûmeta AKP’ê ev bû; Ew hilbijartinên herêmî bi dest bixe û desthilatdariya xwe zexm bike. Hemû planên wan li ser şerê li dijî gelê kurd bû. Li gorî wan ew di vî şerî de çiqasî encaman bistînin dê temenê desthilatdariya xwe jî ewqasî dirêj bikin. Ji ber vê jî di pêvajoya hilbijartina herêmî de li Kurdistan û Tirkiyeyê bajar bi bajar geriyan û digotin ‘Em ê li Cûdî, Gabar û Tendûrekê wan tasfiye bikin.’ Ev tişt ji xwe re kirin dirûşma hilbijartinê. Dijmin ji bo ku vê soza Erdogan bi cih bîne li her dera bakurê Kurdistanê operasyon li dar xist. Ev operasyonên wan negihişt armanca xwe û gerîla derbên giran li artêşa tirk xist. Heta meha gulanê di operasyonan de tiştek bi hêzên me nehat. Dijmin li ku derê operasyon dida destpêkirin li wê derê derbên giran dixwar. Ew operasyona di bin înîsîtiyatîf û kontrola gerîlayan de bû.

Mayîna wan a li Heftanîn û Xakurkê dê hêsan nebe

Piştre êrîşî Xakurkê kirin. Li vê derê jî propagandayeke wisa mezin kirin, tu yê bibêjî qey çi kirine. Lê encama vê operasyonê ji bo wan giran bû. Di payîzê de li Heftanînê jî operasyonek li dar xistin. Vê operasyona li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo wan ewqasî ne hêsan bû. Biryara hatina wê derê ya wan e lê mayina li wê derê ne hêsan e. Wê ji niha û şûnde jî ne hêsan be. A niha mirov ji fermandar û leşkerên tirk ên li Xakurkê û Heftanînê bipirse, ew ê kesek jî nexwaze li wê derê bimîne. Ji ber ku her roj gerîla derban li wan dide. Erdogan ji bo ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, dikare her roj leşkerên tirk feda bike.

Dijmin bi operasyona li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê qiyamet rakir lê encamên pratîk ne wisa bû. Derbeke mezin li gerîla nehate xistin û qada tevgerîna gerîla nehate sekinandin. Erê hevalên me şehîd bûn lê dijmin jî negihişt armanca xwe. Di mehên havînê de dijmin operasyon li dar xist lê gerîla jî çalakiyên mezin li dar xist. Dijmin dixwest gerîla ji bakurê Kurdistanê tasfiye bike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pergala me ya rêxistinî qels bike. Lê di payîzê de derket holê ku ev tişt pêk nehatiye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bala xwe dan ser êrîşên hewayî. Ji bo ku têkçûnên xwe yên di havîn û biharê de telafî bikin, di payîzê de ev operasyon kirin. Lê ev operasyonên wan ên di payîzê de bê encam ma.

Fermandarên tirk derdikevin pêşberî kamerayan û şov dikin

Dijmin her roj îdîa dike ku me windahiyên giran dan. Ji bo van îdiayên xwe jî xurt bike kesê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan bi xwe tev li van operasyonan bû. Ev kes tê pişt Colemêrgê û piştî rojekê jî li pêşberî kamera got; ‘Me herêm paqij kirin.’ Lê li deverekê jî şer neqewimî. Berevajî vê, hevalan çalakiyek kirin. Ev operasyoneke çawa ye, paqijiyeke çawa ye? Ji vir jî tê fêhmkirin ku gotinên wî nerast in û bi temamî ji bo reklamê ne. Dijmin xwest li deverên din jî şoveke bi vî rengî bike. Ji bo vê jî hatin quntarê Cûdî û xwestin operasyonê pêk bînin. Ew kesê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan hat heta Girê Çolya û xwest li wê deverê şov bike. Di wê demê de hevalên li Cûdî bi pêşengiya Şehîd Adil û Şehîd Serhat di nava rojê de li dijî wan çalakî kirin. Heval ketin nava çeperên wan, çekên wan rakirin û derbên mezin li dijmin xistin. Dijmin li wir şoq bû. Ew fermandarê cendirmeyan xwest li wir şovê bike, lê bi zorê xwe rizgar kir, bi zorê xwe gihand Silopiyayê.

Konsepta dewleta tirk û Erdogan têk çû

Her wiha li Bagokê dijmin dest bi operasyonê kir. Em dizanin ku dijmin li wê deverê derbên giran xwar. Ango dijmin bêencam ma. Ger mirov temamiya salê binirxînin; dewleta tirk a dagirker li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyon kir, bi taybetî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bênavber êrîşên hewayî kir. Lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî dîrokî li dijî êrîşan li ber xwe dan. Gelek hevrêyên me destanên lehengiyê afirandin û gihîştin asta şehadetê. Fermandara me ya hêja Çîçek Kurtulan li Dêrsimê şehîd bû. Ji Botanê heta Garzanê ji Amedê heta Erzîromê ji Serhedê heta Amanosan berxwedana gerîla destanên lehengiyê afirand. Bi saya şehîdên leheng ên vê berxwedanê konsepta dewleta tirk a dagirker û Erdogan têk çû. Ji ber vê yekê berxwedana lehengiyê ya gerîla ya bi pêşengiya hevrê Çîçek Kurtalan mohra xwe li salê xist.

Belê, dijmin dikare operasyonan bike, dikare êrîş jî bike, di vî şerî de dibe ku windahiyên me jî hebin, lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê careke din îspat kir ku têk naçe. Gerîla careke din ev ders da dijmin. Ji ber ku gerîla hêzeke wisa ye ku di şer de têk naçe. Têkçûna artêşa tirk îspata herî mezin a vê yekê ye. Heta ku gerîlayên Kurdistanê hebin artêşa tirk mehkûmî têkçûnê ye. Konsept û siyaseta dewleta tirk a dagirker ku xwe dispêre qirkirinê li pêşberî gerîla tu carî nikare bi ser bikeve. Heta ku gerîlayên Kurdistanê li çiyê bin, dê artêşa tirk têk biçe. Pratîka sala 2019’an careke din ev rastî îspat kir. Tevî vê têkoşîna bêeman a gerîla, sekna gelê me ya di pêvajoya biharê de li dijî tecrîdkirina Rêbertî, helwesta di hilbijartinên xwecihî de nîşan da, berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan hêviya dijmin têk bir.

Erdogan dixwaze şerê li dijî kurdan bidomîne

Bala xwe bidinê, dijmin êdî mîna 2-3 sal beriya niha qala qedandina gerîla nake. Yekî bi navê Soysuz heye ku di dema dawî de tewişî bûye. Ji bo gerîla her roj dibêje, ‘Ka li ku ne, li ser cîhazê neaxivin.’ Ji ber ku rêbaza gerîla guheriye êdî dijmin jî şoq bûye. Gerîla êdî bi rengekî aşkera tevnagere, nahêle şopa xwe bê dîtin. Artêşa tirk li pêşberî vê yekê tengav bûye. Ji ber ku artêşa tirk ji gerîlayên nayên dîtin ditirsin û ketiye nava panîkê. Ji ber liv û tevgera nepen a gerîla dijmin êdî nikare der barê gerîla agahiyan werbigire. Lewma artêşa tirk ketiye nava valahiyeke mezin. Em ji vê jî fêhm dikin ku ger heval bi rastî jî gerîlatiya rasteqîn bikin dê dijmin nikaribe tiştekî bike. Ev yek îsal hinekî îspat bû. Tevî vê yekê sedemeke bingehîn a êrîşa dewleta tirk a li dijî Rojava neserketina planên wan ên li dijî Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Erdogan dixwaze li dijî kurdan şer dewam bike. Ji ber ku hewl dide bi vê yekê re temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Ji bo vê jî dixwaze li Tirkiyeyê ruhê şoven geş bike û bi vê piştevaniyê êrîşên xwe dewam bike. Lewma sala 2019’an ji bo gerîla bi berxwedan û lehengiyeke mezin derbas bû. Tevî vê yekê berxwedana li zindanan û bi saya sekna bi rûmet a gelê me têkoşîn gihîşt astekê û her tim mezin dibe.

Gerîla dê bi çi rengî biharê pêşwazî bike?

Rêbaza rastî ya gerîla dê di sala 2020’î de xwe nîşan bide. Her wiha sala 2020’î dê bibe sala gerîla, gerîla dê di vê salê de hesab ji dewleta tirk a faşîst bipirse û derba kuştinê li desthilatdariya AKP’ê bixe. Armanca gerîla ya ji bo sala nû bi kurtasî bi vî rengî ye.

Ciwanên di doza Nisêbînê de tên darizandin li dadgehê di parastina xwe de gotin, ew ne poşmanin, ew doza xwe didomînin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo û Bijî Kurdistan’ qîriyan. Di şexsê van girtiyan de ji bo girtiyên siyasî hemûyan hûn dixwazin çi bêjin?

Ger konsepta dewleta tirk a ji bo qirkirinê bi ser neketibe, di vir de rola zindanan ku keleha berxwedanê ye mezine. Hevalên li girtîgehan pêşengî ji pêngava li dijî tecrîdkirina Rêbertî re kirin. Ango çawa ku zindan ji bo Mazlum, Hayrî û Kemalan qadeke şer be, niha jî heman ruh û çand hate nîşandan. Hevrêyên li zindanan bi berxwedana xwe nîşanî her kesî dan ku helwesta li dijî polîtîkayên dijmin divê bi çi rengî be. Lewma berxwedana li zindanan di pêngava ‘Em tecrîdê bi dawî bikin faşîzmê hilweşînin’ de bû xwedî roleke mezin, a rast pêşengî ji têkoşînê re kir.

Berxwedana li zindanan

Vê berxwedana li zindanan bandoreke mezin li gerîla jî kir. Mesela di rapora gelek hevalên gerîla de ‘Rexneya kêmasiya li pêşberî berxwedana li zindanan û soza tolhildanê ya ji bo hêjayî vê berxwedanê bin’ hebû. Ev tiştekî gelekî hêja ye. Çanda Apoyî tiştekî bi vî rengî ye. Ev çand her tim me digihîne rastiyê. Ev çanda berxwedanê li dijî tarîtiya ku dijmin dixwaze li zindanan biafirîne bû meşale ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ronî dike. Bi vî rengî bû ruh û can ji bo her kesî. Ev berxwedan di nava şert û mercên hêsan de nehate kirin. Berxwedan li nava zext û terora dijmin di şexsê hevrê Zulkuf Gezen de bi rengekî fedayî pêk hat û pêşengî ji berxwedanê re kir. Di şexsê hevrê Zulkuf de hevrêyên li zindanan şehîd bûn hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Sendroma Nisêbînê hê jî didome

Dewleta Tirk a faşîst qirker li ciwan û mirovên welatparêz ên di doza Nisêbînê de tên darizandin cezayê girtîgehê yê giran ê muebetê biriye. Ev yek nayê wê wateyê ku dewleta tirk çiqasî mezine. Berevajî nîşan dide ku li pêşberî ruhê berxwedanê çiqasî bêçare ye. Ango kompleksa ‘Sendroma Nisêbînê’ hîn ji ser dewleta tirk derbas nebûye. Dibe ku niha kes zêde li ser neaxive, lê belê emniyet, tîmên taybet û hêzên paramîlîter baş zanin ku wan ciwanan li Nisêbînê sendromeke bi çi rengî anîn serê wan.

Berê qala sendroma Vîetnamê dihate kirin. Sendroma Nisêbînê jî pêk hat û ev yek rastî ye. Vê sendromê bandoreke giran a psîkolojîk li leşker û polîsên dijmin kir. Herî dawî hevalên me yên li Mêrdînê ew fermandarê tîmên taybet ê namerd ku li Nisêbînê komkujî kir ceza kir û tola komkujiya li Nisêbînê hilanîn. Lewma dijmin hêrsa vê sendroma li Nisêbînê bi cezayên giran ên li ciwanan dixwaze derxîne. Dost û milîtanên di vê dozê de tên darizandin welatparêziya Nisêbînê temsîl dikin. Ji ber ku Nisêbîn serhildane, welatparêzî ye. Ciwanên şoreşger ên bi fermandariya hevrê Xebatkar, sekvan Binevş Gabar, her wiha tirsa dilê dijmin hevrê Kawa û bi dehan lehengên destana Nisêbînê, bi vê helwesta niha li dadgehên tirk tên nîşandan xwe raber dikin. Ev ruh dê dawî li dewleta tirk a mêtinger bîne. Ev ruh dewleta tirk roj bi roj difetisîne.

Belê çekên dewleta tirk a qirker mêtinger heye, artêşa xwe heye, dikare mirovên me bigire yan jî şehîd bixe, lê belê li pêşberî vî ruhî dewleta tirk dê her tim bêçare be. Dewleta tirk a faşîst mêtinger qirker wê bi girtîgeh, leşker, polîs û çekên xwe nikaribe ruhê lehengiyê û vîna ji pola ya berxwedana Nisêbînê têk bibe. Lewma berxwedana li zindanan çanda berxwedanê ya zindanan ji nû ve îspat kir.

Pêvajoya berxwedanê ya li zindanan bi rê û rêbazên cuda dikare dewam bike. Dijmin dixwaze ruhê berxwedanê û manewiyata berxwedêran li zindanê lawaz bike. Lê belê berxwedana hate nîşandan destnîşan kir ku bi rê û rêbazên qirêj dijmin nikare vîna berxwedêran têk bibe.

Divê hevrêyên li zindanan zanibin ku di navbera gerîla û zindanan de hevrêtiyeke ruhî, hestwarî û îdeolojîk heye. Gerîla dilê xwe ji bo hevrêyên li zindanan lê dixe, ji berxwedana wan moral û kelecaneke mezin werdigire. Ango di navbera berxwedana li zindanan û ya li çiyê têkiliyeke gelekî xurt heye. Bi vî rengî berxwedana li zindanan bi navê gerîlayên azadiyê yên kurdistanê silav dikim.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar