Piştî çend rojên rêwîtiya zor û zehmet êdî gihiştibûm ber deriyê Bajarê Difire. Bajar difiriya. Lewre di nava 6 salan de 10 hezar kîlometre rê meşiyabûn û ew warê wan ê nû bû. Ji bo ku êdî tu kes nedigihişt leza karwanê azadiyê, êdî navê bajar bibû Bajarê Difir!
Carinan dê, carinan bav carinan jî Hecî Xalidê 70 salî dabû pey şopa karwanê azadiyê û Bajarê Difire. Vê carê jî ez ketibûm pey şopa karwan û zarokên serhildêr. Ji ber ku min di wan 6 salan de ti warên wan û zarokên hatin cîhanê nedîtibûn. Di rê de ketibûm nav kelecanek bêhempa. Hê di rê de, min mala birayê xwe di hişê xwe de dikir çend qat û ode. Carinan jî min zarokên hêj nû ji dayik bûyî dikirin kej, esmer û hwd. Xeyala min ev bû ku ez ê çawa berî wan bikevim mala wan û ji wan re surprîzekê bikim. Lê bi daketina ji erebeyê xeyalên min ên di rê de yek bi yek di avê de çûbûn û ez di cihê xwe de matmayî mam.
Daketina min a ji erebeyê ez tam 200 sal paşde biribûm û êdî min xwe di nava pirtûkeke serdema tariyê de dîtibû. Wê demê efsaneya Eshabel-Keyf ku 200 salan di şikeftekê de razabûn û paşê hatibûn nav civakê hat bîra min. Ez berevajî wê 200 salan paşde çûbûm. Mirov nedixwest yeqîn bike. Di sedsala 21’emîn de gelekî wer li ser rûyê cîhanê heye û dikare di van şert û mercan de bijî? Tenê navê wî bajêr bû. Bajarê ji kon û naylonan pêk hatiye. Ji toz û bahozê xuya nake. Li ser serê bajêr qetên naylon û paç difirin. Kon û naylonên li şûna xaniyan, ji bo wî gelî hatibûn vedan û qeraxa wan li ber ba diketin.
Ji bilî avahiya li ber deriyê bajêr, a li ser UNHCR nivîsandî, ti avahiyeke din li vî bajarî xuya nedikir. Piştî çend pirsên berpirsyarê li ber deriyê bajêr û bersivdayîna min a kelûgirî, hevalek da tenişta min ji bo mal an jî konê Evdiyê Akêdî nîşanî min bide. Piştî em gihiştin ber deriyê kon, hevalê peywirdar careke din vegeriya ber deriyê bajêr û bi tena xwe li ber derî mam. Dema ketim hundirê kon, bi dilekî germ hatim pêşwazîkirin. Lê paşê ez pê hesiyam ku li vir her kes wer tê pêşwazîkirin û Pîrozê ez nas kirime. Destpêkê got, “Kerem bike heval.” Wê demê min zanîbû ku ez wekî hevalekî hatime pêşwazîkirin. Piştî min çend zarokên wê yên di nav tozê de û pêxas dîtin, min nekarî xwe bigirim. Min qîr kir û xwe avêt wan zarokên min ti caran nedîtibûn. Di wê navberê de min xwe da naskirin…
Ji ber ez li bajêr gelekî mam, ez jî bibûm wek şêniyekî bajêr. Her şev an wê hinek hatibana mêvandariyê yan jî ez wek mêvan diçûm malekê. Carinan min qala welêt dikir… Hemûyan ez guhdar dikirim. Carinan jî wan behsa zorî û zehmetiyên wan 6 salan dikirin û min ew guhdar dikirin. Min rêwîtiya çîroka wan a 6 salan di wan çend şevên payîzê de jiber kir. Emerê Gundik Remoyî diwestiya, Seîdê Asê destpê dikir, ew jî diwestiya dayika Eyşê destpê dikir. Di nav rojê de jî Hadiyê Akêdî diket pêşiya min û sazî bi sazî ez digerandim.
Bajar, bajarekî nû hê nehmehî bû, lê goristana wan weke goristaneke sedsalî xuya dikir, gorên wê ewqasî pir bûn. Li gorî tişta ji min re digotin, tenê havîna bihurî 87 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wan 87 kesan 50 jê kal û pîr, 37 jî zarokên di bin pênc saliyan re de bûn. Sedema mirina kal û pîran, germahî û tansiyona zêde, ya zarokan jî ji ber dûpişkan bû.
Têhna germa havînê gelek caran digihişt 50 pîleyî. Ji sala 1955’an ve li vê herêmê berf nebarîbû, tenê wê salê jî deh xulekan berf û baranek tevlî heriyê barîbû. Ji ber wê germa dijwar gelek zilam, jin û zarokan çavên xwe winda kiribûn, kor bibûn. Hinek jî ji ber tansiyona zêde felc bibûn. Ji wan kesên felc derbas kiribûn, yek jî Apê Emerê Gundik Remoyî bû. Apê Emer digot, “Xwarzê em destpêkê xafil hatin girtin. Em fêrî zozan û keviyên berfa lûtkeyên çiyayê Cûdî bibûn. Em fêrî Zozanên Girê Hemo, Gengule, Kaniya Kenerê, Xara, Botan û hwd bibûn. Ev der çolistan, dojeh û warê dûpişkan e.” Apê Emer rast digot. Zarokatiya min jî li wan deverên Apê Emer qal dikir derbas bibû. Li wî warî ango li çiyayê Cûdî, rojê çar demsal dihat jiyîn. Li zozanên Apê Emer jê hatibû berfa salê li ser berfa sala din dibariya. Li warê zarokatiya Apê Emer lê derbas bûye, mirov di çileyê havînê de bêqapût nikare bigere. Jixwe pincarên weke rêvas, soryaz, kereng, siyabûk û kulîlkên weke sosin, beybûn, nêrgiz hwd deyne aliyekî, ji dengê çivîk û ajalên kovî xew bi çavan nediket…
Ji bilî zilm û zordariya mirovan dianîn serê vî gelî, vê carê jî ajalek bi navê dûpişk bibû neyarê vî gelê belengaz. Her çiqasî êdî hinek tedbîr hatibin girtin jî, ji ber ku zarok piranî pêxas bûn, dûpişkên reş, bi awayekî zêde bi wan ve didan. Yên zer bi qasî yên reş ne xeternak bûn. Heke ne dayikekê ji çermê ajalan patîk ji zarokan re çêkiribe û ne îstîsnayek be ku solek di lingê zarokekê de be, hemû zarok bêsol bûn. Mirovekî ku hestên mirovî pêre hebûya wê rûyê zarokên mirî di çavên zarokên sax de dîtiba.
Ev zarok pêşeroja vî gelî, ango ya me bûn. Navê piraniya zarokan Zîlan, Bêrîtan, Mêrxas, Bêwar, Egîd û hwd bû. Hemûyan jî ew ji xwe re mînak digirtin. Her çi qasî ewqas belengaz xuya dikirin jî misqalekê ji bîrdoziya xwe dûr neketibûn. Li şûna şêx û muşayiqan bi serê Rêbertî sond dixwarin. Birçîbûn, belengazî û mişextiya xwe nedidan der. Wiha dihat gotin: “Şeş mehan PDK û NY (Neteweyên Yekbûyî) ambargo daniye ser bajarê wan. Piştî demekê agirbest di navbera wan de çêdibe û careke din erzaq tê wargehê. Dema erebeyên erzaq di deriyê bajêr re dikevin hundir, hevalê Cûma jî wê demê li wî bajarî ye. Hevalê Cûma dibîne ku tu zarok ber bi erebeyên erzaq ve naçin. Ji wan zarokên ku li ber deriyê navendê dileyzin re dibêje, “Hûn çima naçin pêşiya erebeyên erzaq û erzaq nastînin?” Zarok, ji hevalê Cûma re dibêjin, “Heke em bi vê rewşa xwe biçin pêşiya erebeyên erzaq, wê bizanin ku em belengaz û birçî ne. Ji bo kêfa wan neyê em naçin ber erebeyên erzaq.” Piştî van gotinên îdeolojîk, hevalê Cûma dibêje, “Ne gengaz e ku ev gel bi bin bikeve.” Bêguman piraniya wan zarokan bûn şervan û di şerê gel ê şoreşgerî de cih girtin. Ji wan zarokan Xurbet Gokalp (Silav Cûdî), Hevîle Îzer (Şayan Cûdî) a li wan waran mezin bibûn, di Sibata 2012’an de şehîd bûn.
Li gorî Yadê Eyşê û bûka serhildêr Pîrozê digotin, tenê şeva hatin wî warî, ji ber dûpişkan heşt zarokan jiyana xwe ji dest dan! Piştî çend şevan hejmara qurbanên dûpişkan digihêje 30’î. Piraniya zarokên di rê de hatin dinyayê, di nav pêçekên xwe de bûn qurbaniyên dûpişkan. Piştî dizanin ku piraniya mirina zarokan ji ber dûpişkan e, gaza NY ji bo pê agir pêxin dayî wan ku xwarina xwe li ser çêbikin, berdidin kunên dûpişkan û agir berdidinê. Dest ji şerê jiyan û belengaziyê berdabûn, vê carê dabûn pey kuştina dûpişkan. Ji ber vî agirê bêserûber carinan konên gel jî dişewitîn. Jixwe di kon de ji bilî du kîlo şekir, çay, birinc û tenekeyeke rûn tiştek tunebû. Lê wisa jî ba malşewatî kambaxî bû!
Ji wan kesên min ew guhdar kirin yek jî Mela Resûl bû. Li gor Mela Resûl, Xweda demekê nifirên Nebî Yûnis qebûl kiriye û xezeb bi ser gelê “Ad” û “Ûd” de barandiye. Ji wê rojê ve ti caran bihar nehatiye vê herêmê û timî di nav tozê de hiştiye. Eger mirov bi awayekî metafizîkî fikirîba ew jî mafdar bû. Lewre li wê deverê ne giha, ne dar, ne av, ne jî çûkek peyda dibû. Tenê toz, toz û toz…
‘Bajarê Difire’ ji çar taxan pêk dihat. Li gorî lewheya li ber deriyê bajêr hatibû daliqandin, hejmara wan li ser 15 hezaran bû. Dewlemendiya hemûyan mîna hev bû. Jixwe felsefeya diparastin, jiyana komunal bû. Li her taxekê muslixek avê hebû û rêza mirovan a li ber muslixê dirêj dibû.
Germahî, dûpişk, toz û babelîskê deyne aliyekî, çima ewqas gel xizan bibû? Mijara herî girîng ew bû. Te ji kê re bigota, “Çima wisa ye?” keserek dikişand. Lewma ew warê wan ê nehemîn bû. Bihêrê, Etrûş, Nînova, Geliyê Qiyametê û hwd. Tişta ku ji wan neh waran anîn, barê li ser pişta wan û çend zarokên pêxas bûn. Tim bi darê zorê dihatin qewitandin. Ji wan re digotin: “Ev cîhan ji we re teng e. Divê hûn biçin gerstêrkeke din!” Pîrozê digot: “Dema me ji warê dawî bar kir, ez ducanî bûm û ji ber wê jî Evdî, mala me li çêleka zer bar kir. Piştî me ji xwe re tu war nedît, çi dewletan em di nav erdnîgariya xwe de qebûl nekirin, rêya me dirêj bû. Piştî rê dirêj bû, em neçar man ku çêleka zer ji bo zarokan û gel serjê bikin. Barê ji çêlekê mabû jî ji bo nekeve destê wî dijminê zalim, Evdî şewitand. Piştî goştê çêlekê jî nebû bersiv û em negihiştin vî warî, êdî me dest bi xwarina giya û berûyan kir, heya em gihiştin vir. Ji ber zehmetiyên me di rê de dîtin, niha ev der ji bo me bihuşt e.”
Bîr û bawerî, şeref û rûmeta wan, bibû serweta wan. Ji bo wan tiştan her tiştên xwe feda kiribûn. Bibûn koçber û penaber. Baweriya wan bi Serok û partiya wan dihat. Ji ber wê jî hemû cangorî û fedayiyên doz û Serokatiya xwe bûn.
Ji bo ku vî gelî ferzkirinên bêrûmetî, koletî, nokerî cehştî, cerdevanî û hevkariya dewleta Tirk a dagirker nepejirandibûn, salên 1992-93-94’an ji warên xwe hatibûn qewitandin. Ji welatê xwe bar kiribûn û êdî bibûn penaber. Ev gel herî kêm 2 hezar kîlometreyan carinan birçî, carinan têr, carinan pêxas û tazî rê hatibûn. Wî gelî di navbera şeş salan de neh war ji neçarî guhertibûn. Lê tevî ewqas zor û zehmetiyan jî tenê tiştekî ew êşandibûn: Ew qewitandina wan a dawî ku ji aliyê PDK’ê ve a di bin fermandariya Mesûd Barzanî de bû. Êşa wan a 6 salan hatibû jibîrkirin, lê tu kesî talankirina dawî ji bîr nedikir. Ji ber ku ji aliyê wan kesên sala 1970’î bibûn pêşmerge û digotin, ‘em ê gelê Kurd azad bikin’ ve hatibûn talankirin û qewitandin. Kesên weke Mamê Emer, Yadê Eyşê parî ji devê zarokên xwe kêm kiribûn ji bo azadiya gelê Kurd kiribûn devê wan pêşmergeyan. Heman kesan di salên 1989’an de zarokên wan pêşmergeyan yên ji ber fermana Saddam reviyabûn, hembêz kiribûn û ew di nav nivînên zarokên xwe de bi cih kiribûn!..
Mixabin ev gel ji aliyê PDK ku îro, Deriyê Sêmalka li ser gelê Kurd ê Rojava girtiye û dibêje li Rojava şoreş tune ye, hatibû qewitandin. Nexasim berê wan dabû celadê gelê Kurd Saddam Husên. Celadê di şeş xulekan de 6 hezar Kurd li Helepçeyê qetil kirî. Celadê ku fetwaya Enfalê dabû. PDK’ê ji wan re gotibû, “Hûn li Kurdistana min najîn” û ew avêtibû ber pencê qatilê 10 hezar Kurdan!
Belê ew gel bû. Gelê di navbera salên 1992-93-94’an ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker hatibûn Başûrê Kurdistanê. Ev gel ji bo nebe cehş, xwefiroş, bêrûmet, hevkar û cerdevan bibû penaber û koçî Başûr kiribû. Qonaxa wan a dawî bibû ew çolistana ji sala 1955’an ve berf lê nebarîbû û ji aliyê Xweda ve hatibû lanetkirin. Jixwe li gorî ku hevalên wir digotin, Saddam ew gel ji bo ceribandinekê li vir bi cih dike. Çawa kîmyasala xwe, cehştiya xwe li ser gelê Kurd diceriband, niha jî gelê serhildêr ji bo tehemûlkirinê diceriband. Gotibû, “Berê xwe bidinê, ka mirov dikare, di germa havînê de di bin pileya 60’î de bijî? Heke heta havînê hemû nemirin, payîzê avê û ceyranê bibin wir.” Ango şêniyên ‘Bajarê Difire’, ji Xweda re kiribû reqîb. Gelê serhildêr ev ezmûn jî derbas kiribû û jiyana xwe hêdî hêdî dikir rê.
Dema min roja 28’an xatir ji ‘Bajarê Difire’ ango bi navê xwe yê îro ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr xwest, qetek canê min li cem wan zarokên pêxas, Apê Emer, Yadê Eyşê, Seîdê Asê û hwd ligel vî gelê berxwedêr ma…
*: Ev nivîs ji pirtûka yek jî jê pêşengê berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç ya bi navê ‘Bi me serbilind bin’ hatiye wergirtin. Piştî ku Mehmet Tûnç jiyana xwe ji dest da rojnivîska wî wekî pirtûk hat çapkirin.