Bajarê bendergeha dîrokî ya yekemîn a erdnîgariya Mezopotamyayê di bin Bendava Ilisûyê de hat hiştin
Li sê goşeya Heskîf, Sêrt û Mêrdînê Bendava Ilisûyê tê çêkirin û ev demeke devikên bendavê hatine girtin û avê pengar daye. Tevî hemû nerazîbûnan jî ava bendavê pengar dide. Wê Geliyê Dîcleyê û Botanê ku bi dîrok, xwezayî û xweşikiya xwe tê nasîn di bin ava bendavê de bimîne. Wê li van her du geliyan dîrok ango berhemên bi hezarên salan, girik, bi hezaran şikeft, bi hezaran dekarên erd û mêrga û cihên çandiniyê û 119 gund û gundik dê di bin avê de bimînin.
Yek ji van cihên dîrokî jî gundê Tilê Navro ya ku li serê duava Çemê Dîcleyê û Botanê ye. Tilê Navro gundek girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê ye. Bajarê Bendergeha Antîk a Tel-Fafan jî di bin avê de hat hiştin. Ava bendavê ya ku talangeriya vî bajarî pêk aniye carek din radixîne ber çavan.
Beşek gund di bin avê de ma û beşek jî veguheriye giravekê. Di salên dawî de lêkolîn li gund hat kirin û tê texmînkirin ku ev Bajarê Bendergeha Dîrokî ya Tel-Fafan Beriya Zayînê di salên 2 hezaran de hatiye avakirin. Di xebatên erdkolînê de hin bermayiyên ku aîdî Serdema Tûnc in hatin dîtin. Li gorî bermayiyên hatin dîtin dîroka vir dirêjî 5 hezar sal Beriya Zayînê dibe. Li gorî vegotina hin pispor û gundiyan tê diyarkirin ku dê ev bajar 7 qatî ye û heke xebatek berfireh li ser bê kirin dê dîroka gund dirêjî 12 hezar salî bibe. Hin pispor dibêjin ku ev bajarê dîrokî hevtemenê Heskîfê ye û girêdana wan bi hev re heye.
‘Bi zorê ji me sitendin’
Ji şêniyên gund Orhan Kavut got ku ew ne di wê fikrê de ne ku erdkolîna gundê dîrokî hatiye kirin. Kavut anî ziman ku ew naxwazin bajarek wiha dîrokî di bin avê de were hiştin û wiha got: “Niha di bin vê axê de çi berhemên çawa hene lê em nizanin. Em naxwazin vî warê me di bin avê de were hiştin. Hêj doza eraziyên vê herêm ku di bin avê de dimînin didome. Me dixwest lê dewletê bi zorê ji me sitend. Bi îstîmlaqkirinê erd û gundê me ji me sitendin.”
Koça duyem pêk tê
Kavut destnîşan kir ku gundî neçarin warê xwe terk bikin û wiha got: “Ev însan her tim koçber dibin. Li vê herêmê di salên 1990’an de ji ber tundiya dewletê koç kirin. Di salên 2002’î de dîsa vegeriyan gundên xwe. Niha jî welatî ji ber ava bendavê ji warê xwe tên kirin. Li vir tenê ne mirovahî dîrokek hat windakirin.” SÊRT