Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bajarê Wanê di Newrozê de îradeya xwe nîşan da’

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn û rêvebera MEBYA-DER Şaxê Wanê Ceyda Dîndar destnîşan kirin ku, xelkê Wanê li gel hemû astengiyan jî di Newrozê de îradeya xwe nîşan dan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Wê bi heman awayî di hilbijartinên 14'ê Gulanê de jî vê îradeyê nîşan bidin.

Wan bi nifûsa xwe ya ji 1.5 milyon kesî û bi 700 hezar hilbijêrên xwe yek ji bajarên girîng ên Kurdistanê ye. Wan xwedî 8 wekîlan e û bi Partiya Çep a Kesk xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade dike. Partiya Çep a Kesk dixwaze li Wanê ji 8 wekîlan 8’an bi dest bixe. Xelkê Wanê jî piştgiriyeke mezin dide vê partiyê.

Hevseroka Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Handan Karakoyûn anî ziman ku xelkê Wanê ketiye atmosfera hilbijartinê. Karakoyûn bi bîr xist ku ew bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê dibin û got, “Bi rojeva hilbijartinê re em li Wanê hem tevî hevalên xwe yên jin, hem jî saziyên jinan karekî berfireh dikin. Ji aliyekî ve em serdana malbatan dikin, li aliyê din hevdîtinê bi jinan re dikin, bi jinan re dicivin. Li navend û navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê jî bi beşdariyeke bi heybet a gel hatin vekirin. Xelkê Wanê yek ji wan bajarên sereke ye ku desthilatdariyê zexta herî giran lê kiriye. Mîna desteserkirina îradeya gel a bi qeyûm, mîna derxistina gelek mirovan a ji kar. Ji ber mejiyê ‘eger tu AKP’î be hingî dikarî li vir derfetên kar bi dest bixe’… Gelê Wanê hem li hemberî polîtîkayên şer hem jî ji ber tecrîdê gelekî bi hêrs û aciz e.”

‘Bi gel re em vê pêvajoyê koordîne dikin’

Karakoyûn destnîşan kir ku Wan bi beyana xwe, bi sekn û îradeya xwe aciziya ji ber polîtîkayên desthilatdariya heyî nîşan dide û wiha dewam kir: “Di karên partiyê de gelek pirsgirêkên hiqûqî têne nîşandan. Li hemberî astengiyan gel piştgiriyê dide, îradeya xwe nîşan dide û karekî hevgirtî dike. Li gel astengiyan hemûyan jî gel di Newrozê de îradeya xwe nîşan da, di her firsendê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Li hemberî polîtîkayên şer û zilmê yên desthilatdariyê li ser piyan ma û xwedî li îradeya xwe derket. Ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Ji bo faşîzm bê têkbirin divê her yek ji me wezîfeya xwe bi xurtî pêk bîne. Em bi Partiya Çep a Kesk tevlî vê hilbijartinê dibin. Amadekariyên Partiya Çep a Kesk jî bi xurtî dewam dikin. Bi gel re em vê pêvajoyê koordîne dikin.”

Em jiyan bi xwe ne

Rêvebera Komeleya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) Şaxê Wanê Ceyda Dîndar jî anî ziman ku weke MEBYA-DER ew xwe bi xurtî ji vê hilbijartinê re amade dikin.

Dîndar anî ziman ku hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bikin û got, “Bi taybetî wê jinên me çarenûsê diyar bikin. Em jin, em ê bi ziman, nasname û rengê xwe li qadan bin. Bi hilbijartinê re em ê bi pêşengiya jinan vê desthilatdariyê têk bibin. Peymana Stenbolê hate betalkirin. Li Tirkiyeyê dema dawî komkujiyên jinan, xwekuştinên jinan gelekî zêde bûn. Di vê navberê de bi betalkirina Peymana Stenbolê re rewşeke welê hate afirandin ku li Tirkiyeyê êdî mafekî jinan nemaye, mafê nasname û rengê jinan tune tê hesibandin. Lê belê haya me ji vê heye; em jin li her qadê hene, em jiyan bi xwe ne û em ê her hebin.”

‘Wê xelkê Wanê bloka faşist a akp-mhp’ê têk bibe’

Dîndar got, “Li pêşiya me hilbijartinek heye” û wiha dewam kir, “Di vê hilbijartinê de em ê li bajarê Wanê kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal bigerin û tevî jinên xwe em ê bloka faşîst têk bibin. Weke MEBYA-DER li dijî polîtîkayên şer, divê em li ber windakirina jin û xizmên xwe rabin. Em di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke gel û jinên kurd bi reng û baweriya xwe ya bi demokrasiyê Tirkiyeyê jinûve ava bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê di vê hilbijartinê de li ber desthilatdariya heyî rabe û bersivê bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar