Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bakirhan: Dê hesabê 4’ê Mijdarê bê pirsîn

Hevserokê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di kongreya giştî ya ÎHD’ê de axivî û operasyona 4’ê Mijdarê ya li dijî siyasetmedarên kurd pêk hat wek “darbeye” pênase kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan beşdarî Kongreya Giştî ya 21’emîn a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankaya Enqereyê tê lidarxistin bû.

Bakirhan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya saziyek wek ÎHD’ê û girîngiya mafên mirovan.

Bakirkhan diyar kir ku 37 sal in ÎHD tevî hemû zextan, zoriyan û cînayetên kiryar nediyar jî li ser pêya maye û got: “37 sal in ÎHD bûye cihê lêgerîna maf û edaletê ya mazlûman, kedkaran, kurdan, elewiyan, bindestan. Li tu deverek cîhanê saziyek ku li dijî faşîzmê 37 sal li ber xwe dabe nîne. Lê ÎHD 37 sal in li dijî her cure cînayetên ku endam û rêveberên wê hatin kuştin û sepanên faşîzmê li ber xwe da û xwe gihandiye roja me ya îro. Ez li ser navê partiya me spasiya hemû kedkarên ÎHD’ê dikim. Sekn û helwesta ÎHD’ê gelek tiştan nîşanî me da û bi me da fêmkirin.”

Bakirhan da zanîn ku di rojek wiha de helbet ew Vedat Aydin, Ayşenûr Zarakolû, Leman Firtina û gelek rêveber û endamên di têkoşîna mafên mirovan û ÎHD’ê de bûne cangorî bi bîr tînin û ew wan bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin û ew carek din soz didin ku wê li têkoşîna cangoriyên xwe xwedî derkevin. Bakirhan anî ziman ku di 20 salên dawî de ew bi darbeya siyasî tên birêvebirin û got: “Temenê darbeya leşkerî ewqas ne dirêj bû. Partiyek siyasî ku qaşo qala edalet û pêşvebirina aboriyê dike welat bi darbeye bi rê  ve dibe.”

Di 4’ê Mijdarê de darbe pêk hat

Bakirhan wiha axivî: “Îro 4’ê Mijdarê ye. Bi rastî ev roj roja derbeyên herî mezin e li tevgera siyasî ya kurd. Bi 4’ê Mijdarê re deriyê gelek saziyên me hatin kilîtkirin. ÎHD tam ji ber ku li cem bindestan disekinî gelek bi nirx e.”

ÎHD parêzeriya gelê mezlûm dike û saziyek hevrê ye. 37 sal in ku bi zilmê re rû bi rû ye. Her tim xebatên wan hatine terorîzekirin. Herî dawî wezîrê karên navxweyî ÎHD’ê kir hedef û gef lê xwar. Di serî de ÎHD û bar û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Rojên ku wê yên vê darbeyê û vê zilmê dikin bên darizandin nêz in. Rojên ku em ê van aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzik in. Bi van hest û ramanan di xebatên we de serkeftinê dixwazim û her bijî têkoşîna me ya mafdar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar