Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê de axivî û têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan got: “Gelê kurd dê sed salên din ji azadiya xwe bêpar nebe.”

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rojeva geşedanên siyasî û hilbijartinên rêveberiyên herêmî li navenda giştî civiya. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di destpêka civînê de axivî û peyamên girîng da.

Bakirhan, diyar kir ku civîna wan di serdemeke dîrokî de tê lidarxistin û wiha got: “Hêvîdarim encamekî ku bi demokrasî û gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin bi xwe re bîne. Mekanîzmayên siyasetê li Rojhilata Navîn gelemperî ji bo berjewendiyên gel naxebitin. Li her devera cîhanê şer, bêkarî û xizanî heye. Daxwazên gelan jî tên tepisandin. Siyseta weke me jî hewl dide rêyek û pergaleke nû ya li gel ked, azadiyan gelan û aştiyê ava bike. Siyseta li Tirkiyeyê ya heyî ji bo sûda gelan naxebite. Li derve hewl dide siyaseteke lihevker û li hundir jî siyaseta înkar û tunekirinê dimeşînin. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke zehmet li pêşiya hêzên demokrasiyê ye.

Civak tê manîpulekirin

Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê pir zû diguhere. Heta demekî nêz berê şerê Îsraîl-Filistînê bû. Niha jî ji ber peymanên xwe yên veşarî yên bi Îsraîlê re, niha jî bi awayeke durûtî hêdî hêdî vê mijarê ji rojeva xwe derdixînin. Pirsgirêkên cidî yên civakî û aborî hene. Lê dema em li rojeva Tirkiyeyê dinêrin, dê bibêjî qey her tişt pir baş e. Gelek mijar bi qêrewêrên şer û mijara serxwebûnê tên veşartin. Civakê manîpule dikin û hewl didin bixapînin. Lê em ê rastiyan bi gel re parve bikin û ji bo çareseriyê ya ku ji dest tê bikin.

Bûdçeya li Meclisê tê amadekirin bûdçeya gel û kedkaran nîne. Parlamenterên me ji bo bûdçeya gel têdikoşin. Dê têkoşîna me ya di vê mijarê de bidome.

Ji ber bêkarî û xizaniya li welêt, her roj bi dehan kes întîhar dikin. Di esasê xwe de ev bûyerên întîharê û xweşewitandinê baş nîşan dide bê ka aboriya Tirkiyeyê di nava krîzeke çiqas mezin de ye

Biraştina goştê berxikan a li meclisê

Di heman roja ku li Tokatê kedkarekî hewl da xwe bikuje û li Amedê parêzerekî întîhar kir de parlamenterên îktîdarê li baxçeyê meclisê bi sedan kîloyên kezebê yên ji Amedê anîn ve şov kirin. Li rexekî komeke biçûk şova mangalê dike û ji derfetê îktîdarê sûd digire, li hêla din jî ji sedî 80’ê civakê bi pirsgirêka debarê re rû bi rû ye. Li dijî vê rewşê îtîraza me heye. Têkoşîna me ji bo pergaleke aboriyê ya adilane û wekhev e.

Dê di civîna PM’ê de biryarên girîng bên dayîn. Yek ji van hilbijartinên rêveberiyên herêmî ye. Ya din jî bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgsirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Ev her du rojev;  li gel krîza aborî dê bibin rojevên me yên sereke. Ev 20 roj in li girtîgehan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Banga me li rayedarên hikûmetê û civakê ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Em tevek dibînin ku êdî bi polîtîkayê tiştek nayê bidestxistin. Ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd zêde girîng e. Gelê kurd dê sedsaleke din jî ji azadiya xwe bêpar nemîne. Di serî de îktîdar divê her kes bi vê baş bizane. Divê bê zanîn ku yên ku çavên xwe li pirsgirêka kurd digirin, dê bi aqûbeta îktîdarên berê re rû bi rû bimînin. Dijderketina çareserkirina vê pirsgirêkê tê wê wateyê ku dixwazin gelê kurd sed salên din jî bêstatû bijî. Em ê destûrê nedin vê. Gelên cîhanê ji gelê kurd re rêz digirin û heqîqeta wê dîtiye. Divê teqez di vê sedsalê de bibe xwedî statû.

Dê çavê her kesî li biryara partiya me be

Dê çavê her kesî li biryara partiya me be. Ev hilbijartin ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo partiya me jî bi xwe re encamên girîng bîne. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina hesabpirsîna ji kesên îradeya gelê kurd bi rêya qeyûman xesp kirin.

Qeyûm, pirsgirêka esasî ya gelê kurd e. Lewma ne tenê bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin, di heman demê de em ê em ê hemû şaredariyên li erdnîgariya Kurdistanê xerab tên birêvebirin bi dest bixin. Em ê vê carê teqez destûrê nedin ku îradeya me tune bê hesibandin. Em ê tenê rêveberiyên herêmî bi dest nexin, ji bo qeyûm neyên tayînkirin jî em ê tevî gelê xwe ya ku ji dest tê bikin. Em ê şaredarî û bajarên xwe biparêzin.

Qeyûm ne tenê xespkirina îradeyê ye. Her wiha gelek pirsgirêkan mezin dikin û hebûna xwe didomînin. Nelirêtiyên wan derketine lûtkeyê û tu xizmetê nakin. Her wiha cihêkariyê li kurdan û jinan dikin. Derfet û çavkaniyên wan bajaran pêşkeşî kesên ne ji wan bajaran dikin. Êdî gelê kurd ji van kiryarên qeyûman bêzar bû. Em ê di vê hilbijartina pêş de qeyûman bişînin. Em ê bi bîra kesên ji ber 14’ê Gulanê digotin bandoreke wan a siyasî nîne bixin û nîşanî wan bidin bê ka em li cihekî çiqas stratejîk in û diyarker in.

Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin

Em ê li rojavayê Tirkiyeyê modêeke ku gel û kedkar bi ser kevin û di rêveberiyên herêmî de cih bigirin esas bigirin. Em careke din dibêjin; demekî nêz berê li ser navê partiya me gelek şîrove û nîqaş tên kirin. Ji derveyî me ev nîqaş tên kirin. Divê bê zanîn ku em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin. Ji bo kesên civakê tune dihesibînin û ji sermayedaran re dixebitin rewa û girîng nînin. Ji bo kesên nelirêtiyê dikin diz in û girîng nînin. Kî ji demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd bireve, em ê li dijî wan bisekinin. Ji bo ku feraseta me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi ser kevin, dê tişta ji dest tê bikin. Em dixwazin ku van bajaran birêve bibin.

Em ê bi tu awayî ji bingeha demokratîk, mafên mirovan ên gerdûnî, rêgezên giştî yên hiqûqê û polîtîkaya xwe wekheviya jinê tawîzê nedin. Ev bi tu awayî nabin mijara bazariyê. Em ê hevkarî û tifaqan jî li ser vê bingehê bikin. Ji her avadaniyên civakî û siyasî yên van rêgezan qebûl dikin re jî deriyê me vekirî ye. Em ê bi tu awayî nebin aliyekî hevkêşeyên ku em tê de cih nagirin.

Li vî welatî em hem lîstikê amade dikin hem jî dema wexta wê hat em lîstika hêzên li dijî xwe xera dikin. Hûn dikarin li tecrûbeyên me yên berê binêrin. Di çarçoveya stratejiya xwe ya lihevkirina bajar de em ê bi derdorên civakî, siyasî û dînamîkên bajar re hevkariyê bikin. Di demeke ku ew hewl didin bi mitehitan birêve bibin de em dibêjin ku ji bo bajarên li rojava em namzet in.

Gel kê bixwaze dê ew bibin namzetên me

Li herêmê gel kê bixwaze dê ew bibin namzetên me. Ji bo vê jî dê pîrozbahiyeke mezin a pêşhilbijartinê bê kirin. Di vê mijarê de daxwazeke me ji endamên PM’ê û rêxistinên me yên bajar û navçeyan û parlamenteran heye. Di van pêşhilbijartinan de em ê nebin alî. Hemû bernamzet heval û rêhevalên me ne. Ferqa tu kes ji wan ji yê/a din nîne. Yên ji encamên wan sindoqan derdikevin dê bibin namzetên me. Weke PM em ê di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigerin.

Ji bîr nekin ku em tenê li dijî partiyên siyasî natêkoşin. Li derveyî me eniyeke dijber a pir mezin heye. Heke têkoşîna me tenê li dijî partiyên siyasî bûya, ev hêsan bû. Li dijî me hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin. Her roj bi rêya weşanên xwe li dijî me propagandayeke reş dikin. Me tune dihesibînin. Tekane rêya têkbirina van manîpulasyonan jî gelê me ye. Em jî dê bi gelê xwe re vê siyasetê vala derxînin.

Em ê nebêjin ji me nîne, deng neda me, di demên berê de di nava partiyên din de bû. Berevajî vê, em bi taybet jî biçin cem wan. Bawer bikin tu kurd û kedkar nînin ku ji tiştên me jiyayîn bibandor nebin. Heke em baş vebêjin, di wê baweriyê de me ku em ê bandorê lê bikin. Partiya birêxistinkirî tê wateya gelê birêxistinkirî. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Di wê baweriyê de me ku em ê di vê hilbijartinê de jî bi ser kevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar