Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bakirhan: Em ê li deriyê her kesê bixin

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Dihê de axivî. Bakirhan diyar kir ku ew bi ruhê seferberiyê xwe ji hilbijartinan re amade dikin û got ku divê ew li deriyê her kesê bixin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya bernameya hilbijartinê de îro çû Sêrtê. Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi û parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş jî bi Bakirhan re serdana bajêr kirin.

Bakirhan ê ji aliyê partiyiyan ve di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin, ewilî hat ber deriyê avahiya partiyê. Bakirhan ê bi sedan partiyiyên li vir silav kir, piştre serdana dikandaran kir. Di wan kêliyan de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan ê heta li ber buroya hilbijartinê ya partiyê meşiya, li vir ji gelê navçeyê re axivî.

Bakirhan ê hilbijartinên herêmî yên 2014’an bi bîr xist, wiha got: “Di sala 2014’an de me li vir bi dengên we yên helal şaredarî qezenc kir. Beriya wê jî şaredariya me hebû. Dema ku şaredarî di destê me de bû, gel dît ka xizmet çi ye. Dît ku ka lîreyeke şaredariyê jî çiqas binirx e. Di sala 2019’an de ewilî hilbijêrên qeçax, heram li Dihê ceribandin. Li vir vîna gelê Dihê hat xespkirin. Ha qeyûm ha xespkirin heman tişte. Em dibêjin mizgeft, nimêj, sicade lê hişê wan li heram û hîleyan e. Misilmanên rast qet hîleyan nakin û heramê naxwin. Ew bi xespkirina şaredariya Sêrt û Dihê heramiya herî mezin dixwin.”

Bakirhan, anî ziman ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman û AKP’ê de şûna ku xizmetê ji gel re bikin çavkanî pêşkêşî alîgiran hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Em ji bo kurdên li ser vê axê bi awayekî azad û wekhev bijîn hene. Me di vê oxirê de bedelên mezin dan û em hêj didin. Em ê di 31’ê adarê de bêjin ku em li dijî vê pergalê hene?”

Bakirhan anî ziman ku hezar û 357 hilbijêr veguhestine Dihê û wiha got: “Ev hezar û 357 hilbijêr ji Dihê ne? Na. Tu di nexşeyê de ji wan re bêjî ‘Dihê li ku ye’ nikarin bibînin. Dê roja hilbijartinê bên deng bikarbînin. Ev ne dizî ye? Divê li dijî van hilbijêrên qeçax em jî hişyar bin. Ev ax axeke pîroz e, ji bo têkoşîna me navendeke girîng e. Ji ber vê yekê divê em mirovên xwe yên derveyî Dihê ji îro û pê ve gazî bikin vir. Li ku bin bila biçin avahiyên me yên li navçeyan çayeke bidem vexwin, hevalên me dê wan bişînin û bila werin li vir şaredarekî helal hilbijêrin.”

Bakirhan, xebitîna qeymeqamê navçeyê ya weke serokê AKP’ê yê navçeyê jî rexne kir û got: “Em ê rojekê îşelah bibin desthilat. Em ê teqez li pêşberî qanûnê hesabê ji van burokratên bi rozetên ampulê bipirsin. Heke qeymeqam, cîgirê miftî, midurê perwerdê yê navçeyê ji xwe bawer bin bila werin bibin namzet. Em ê derbarê van de giliyê bikin. Em feraset û pergaleke wiha qebûl nakin.”

Bakirhan, destnîşan kir ku namzetên DEM Partiyê ji bo xizmeta gel bi rê ketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hevşaredarên me xeletiyekê bikin ewil em ê ji wan hesabê bipirsin. Ji bo çand û zimanê xwe hene. Hûn hemû Yakûp Axa dizanin. Di sala 1926’an de ji bo gelê kurd mafên xwe yên demokratîk bidestbixe têkoşiya, cihekî gora wî jî nîne. Îro neviyê Yakûp Axa hatiye li dijî DEM Partiyê bûye namzet. Ligel kesên ku nikarin cihê gora wî jî nîşan bidin, ligel vê pergalê dixebitin. Dibe ku em ne neviyên Yakûp Axa bin lê em hevrêyên fikra wî ne. Li Dihê em ala wî hildigirin. Ji kerema xwe hûn jî kesên di nav AKP’ê de cih digirin hişyar bikin. Mala kurdan DEM Partî ye. Heke kurd hebe tê mala xwe. Li vir ji bo ku ji êşa vî gelî re bibe melhem têdikoşe. Em li ber bîranîna Yakûp Axa bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ez bangê ne li neviyê Yakûp Axa yê bûye namzet dikim lê ji xizmên wî din re bang dikim, dengê xwe bidin namzetên DEM Partiyê û xwedî li mîretateya Yakûp Axa derkevin.”

Bakirhan, anî ziman ku bi ruhê seferberiyê ji hilbijartinê re amadekariyan dikin û xwest ku partiya wan li deriyê herkesê bixe. Bakirhan anî ziman ku bi taybetî peywîr dikeve li ser milê jinan û got: “Hevalên jin herin cem AKP’iyan ji wan re bêjin dengê we ji MHP’ê re diçe, ji kesên ku zarokên we dielimînin tiryakê re diçe, ji kesên ku Selahattîn, Gultan, Fîgen avêtine hefsê re diçe.”

Bakirhan, diyar kir ku namzetên hevşaredariyê emanetî gel dikin û pirsên “Hûn ê di 31’ê Adarê de dawî li feraseta AKP’ê ya şaredarî û zîhniyeta qeyûm bînin? Ji bo heq, edalet û wekhevî serdest bibe hûn hene?” pirsîn û bi çepikên xurt bersiv da.

Bakirhan piştî axaftina xwe ber bi navçeya Misircê ve bi rê ket.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar