Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bakirhan: Em ê xwe birêxistin bikin

Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê binirxîne û xeta têkoşînê ya serdema pêş diyar bike li Navenda xwe ya giştî dicive. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civînê de axivî.

Bakirhan, da zanîn ku di civîna Meclîsa Partiyê ya ku dê du rojan berdewam bike de dê encamên hilbijartinê û pêvajoya siyasî binirxînin û qala hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê kir û wiha got: “Hilbijartin ji bo gelan, kedkaran, ciwanan, jinan û kurdan bû ronahiyek û rêyeke nû.

Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di 31’ê adarê de xwedî li vîna xwe derket. Feraseta qeyûm û qeyûm şandin û deng dan partiya xwe û li cem partiya xwe sekinî. Gelê herêmê ji rant, hilweşîn û talanê re gotin na. Li dijî her cure hîle û derewan, li dijî bertîlê di bin banê DEM Partiyê de kom bû û dîsa şaredarî bi dest xistin.

Li Tirkiyeyê dîsa bindest, kedkar, jin û ciwan di bin banê DEM Partiyê de kom bûn û di rêveberiyên herêmî de bûn xwedî gotin. Ev gelek binirx û biwate ye. Dema me dest bi hilbijartinê kir jî me gotibû; em ê şaredariyên herêmê yên qeyûm bi rê ve dibin bi dest bixin. Me gotibû ku em ê qeyûman bişînin û li aliyê Tirkiyeyê jî li cihê ku gelê me lê dijî dê vîna wan di rêveberiyê de cih bigre. Her du stratejiyên me jî bi awayekî serkeftî pêk hatin.

DEM Partî nexşerêya encam û pêşeroja Tirkiyeyê diyar kiriye. Bi hîle, dek û dolab û derewan, bi hilbijêrên heram îradeya Şirnex, Bedlîs, Qers gelek navçe û bajarokên me hatine xespkirin. A rastî Qers, Bedlîs û Şirnexê bi ser ketine. Yên ku Qers, Şirnex û Îdirê bi hilbijêrên qaçax dizîne winda kirine. Em hemû bajar û navçeyên di rewşa Qers, Îdir û Şirnexê de ne silav dikin û hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Xem nekin we winda nekir, îradeya we xesp kirin.

Bawer bin em ê li wan deran xebatên xurttir bikin. Em ê bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. Em bi hev re di hilbijartinên pêş de dizên ku bi dengên heram û qaçax îradeya me xesp kirine, bişînin û dê îradeya gel serwer bikin. Me di herêmên ku winda kirine de kêmasiyên xwe dîtin. Helbet em ê serkeftinên xwe pîroz bikin lê belê em civînan ji bo pîrozbahiyan lidar naxin. Em ê di civînên xwe de kêmasî, nebesî sedemên windakirinê diyar bikin û em ê ji bo çareseriyê hewldanên xwe zêde bikin. Erê serkeftinek heye lê belê ev serkeftin ya gelên me ye, kêmasî û nebesî yên me ne. Em ji kevneşopiyekî wisa tên. Em ê di van civînan de kêmasî û nebesiyên xwe tespît bikin û dê xebata ji holêrakirina van kêmasiyan bidin meşadin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar