KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Bakirhan: Li Wanê tifaqa 86 milyon kesî bi ser ket

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku berxwedana Wanê nîşan da ku qonaxeke nû hatiye derbaskirin û wiha got: "Di mijara xwedîderketina li berxwedana li Wanê de tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Berxwedan, têkoşîn û piştevanî bi ser ket.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartinên herêmî de li bakurê Kurdistanê winda kirin, hewl dan bi dek û dolaban şaredariyên DEM Partiyê xesp bikin. Hewl dan li Wanê dest bi vê xespkirinê bikin û hemû şaredariyên DEM Partiyê xesp bikin. Berxwedana gelê Wanê û bakurê Kurdistanê  planên xespkirinê vala derxist û derbeke din faşîzma AKP-MHP’ê xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê serkeftina Wanê û piştvaniya hat kirin de axivî.

Bakirhan diyar kir ku Wanê têkoşîn û piştevanî bi ser ket. Bakirhan anî ziman ku ji bo Bedlîs, Şirnex, Qers û bajarên din ên Kurdistanê yên ku şaredarî hatine desteserkirin, têkoşîna wan wê dewam bike. Tuncer Bakirhan anî ziman ku gelê kurd bi berxwedana li dijî hewldana desteserkirina îradeya xelkê Wanê hem bersiv da mejiyê qeyûm hem jî destnîşan kir ku wê lîstikên ji niha û pê ve bêne lîstik têk bibe. Bakirhan anî ziman ku xwedîderketina raya giştî û gelên Tirkiyeyê li gelê Wanê girîng bû û diyar kir ku ev piştevanî mînakek ji nerazîbûna li hemberî neheqî û bêhiqûqiya bê ikrine.

Bakirhan ragihand ku piştî sala 1980’î yekemcar di têkoşîna lêgerîna li maf de gelan, baweriyan û partiyên siyasî tifaqek ava kirin û got, “Di mijara xwedîderketina li berxwedana li Wanê de tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Belê gelê kurd li ber xwe da, lê raya giştî ya derve jî bi rengekî cidî xwedî lê derket. Berxwedan, têkoşîn û piştevanî bi ser ket. Ev yek bû hêvî, bi şênberî nîşan da ku dema bi hev re tevbigere wê bi ser bikeve. Heke heman tifaq dewam bike û heman helwest bê nîşandan wê rojên xweş bên. Mînaka Wanê nîşan da ku qonaxeke nû hatiye derbaskirin.”

Bakirhan destnîşan kir ku têkoşîn dewam dike û got, li hemberî hewldana desteserkirina îradeya Bedlîs û Şirnexê ya bi hilbijêrên sexte yên leşker û polîsan, gelê kurd li ser piyan e. Bakirhan got, “Têkoşîn û îtirazên me dewam dikin” û bi bîr xist ku niha li van her sê bajaran gel li ser piyan e wiha domand: “Li Bedlîsê 2 hezar dengên me nederbasdar hatin hesibandin. Li Curnê Reş, Xelfetiyê hilbijartin hatin betalkirin. Têkildarî van bajaran em dixebitin. Bi berxwedan û piştevaniyê em ê desteserkirina îradeyê ya li van bajaran têk bibin.”

Di berdewamiya xwe de Bakirhan destnîşan kir ku encamên hilbijartinên xwecihî nîşaneya destpêka hilweşîna AKP’ê ye û got, “Bindest, karker, kedkar êdî naxwazin bi vî rengî bijîn. Di va hilbijartinên xwecihî de îradeya xwe nîşan dan û peyama wê yekê dan ku bi siyaset û muxalefeteke baş Tirkiye dikare demokratîk bibe. Lema serketina di vê hilbijartinê de ya partiyan e, lê serketina gel e. Li ber rêveçûna heyî rabû û nîşan da ku başiyê dikarin bi hev re biafirînin. Bi dîtina min divê her kes para xwe ji vê yekê werbigire. Em ketin pêvajoyeke welê ku gel rê li ber siyasetê dixe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar