Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Baksî: Erdogan tişta dixwest ji NATO’yê bi dest nexist

Rojnamevan Kurdo Baksî anî ziman ku Erdogan bi argûmanên dijminatiya kurdan û bi hêviyek mezin çibû civîna NATO’yê û wiha got: “Erdogan destvala ji Civîna NATO'yê vegeriya. Li Swêdê îadekirina kurdan nehatiye nîqaşkirin."

Civîna dawî ya NATO’yê di navbera 11-12’ê tîrmehê de li bajarê Vîlnîûs ê Lîtvanyayê hat lidarxistin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku bi argumanên xwe yên dijminatiya kurdan dike çû civînê, ji bo endamtiya NATO’yê ya Sêwêdê ku li dijî wê radibû, îşaret bi parlamentoyê kir. Rojnamevan Kurdo Baksî ku civîna NATO’yê ji nêz ve şopand, diyar kir ku Erdogan di civîna NATO’yê de siyaseta şantajê kiriye û got ku destvala vegeriyaye.

‘Erdogan destvala vegeriya lê hertişrt hê neqediyaye’

Baksî anî ziman ku Erdogan destvala ji civînê vegeriyaye û got ku lê li gorî ya niha Tirkiye di civîna NATO’yê ya di 28’ê hezîrana 2022’yan de gelek detskeftî bi dest xistibûn. Baksî destnîşan kir ku Tirkiye dest ji şertên xwe yên ku berê dabûn ber Swêdê berdaye û got: “Piştî civîna NATO’yê ya li Vîlnîûsê, kurdan car din vegeriyan eyarên xwe yên berê. Her wiha di vê civînê de li bara raya navneteweyî kişf bû ku Erdogan şantajker e. Ma dê Swêd wekî din çi bikira? Tirkiye welatekî ne demokratîk e û rêveberiya wê di dest kesekî dîktator de ye. Her wiha parlementoya wê naxebite, dadgeha wê naxebite û mafên mirovan esas nayên girtin. Em behsa desthilateke wiha dikin.”

Baksî bilêv kir ku endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê temam nebûye û got: “Erdogan erê kir lê dibêje, ‘Lê  ger ji bo firotina F 16’an kongreya Amerîkayê hebe, yê me jî parlementoya me heye’. Heya 1’ê cotmehê dê çi biqewime em jî nizanin. Niha em dikarin bibêjin ku ji bo Swêd bibe endamê NATO’yê Erdogan derî vekir. Lê hê îmzeya dawî nehatiey avêtin. Wekî hûn dizanin divê biryara parlementoyê ya hemû welatên endam hebe. Heya niha hem Macaristan hem jî Tirkiye dengdayîn nekiriye. Lewma em nikaribin bibêjin endmatî temam bûye. Helbet ji ber ku Erdogan bê pere û bê çek maye, dê heya kêliya dawî jî vetoyê bi kar bîne.”

‘Wê li Swêdê tiştek ji bo kurdan neguhere’

Baksî anî ziman ku li Swêdê li ser îadekirina kurdên ku Erdogan ew hedef nîşan dane nayê nîqaşkirin û got: “Li Swêdê ji bo kurdan meş serbest in. Mijara alan jî wiha ye. Kî bixwaze kîjan ala kê veke dê veke. Li vir vekirina ala PKK’ê û meş tu carî dê nebin pirsgirêk. Yanî kurd dê meşên xwe bidomînin. Dê di radyoyên Swêdê de pêşkeşkirina nûçeyên bi kurdî bidome. Dê li vir ji bo kurdan zor û zehmetiyek nebe.”

‘Şerê li Kurdistanê ji bo Erdogan bûye projeya jiyanê’

Baksî da zanîn ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên piştî civînê jî bi têkiliya di navebra Erdogan û Pûtîn re girêda û got: “Dibe ku beriya hilbijartinên herêmî plansaziyeke dagirkeriyê ya Erdogan hebe. Lê ez yeqîn nakim dê DYA û Rûsya destûrê bidin. Lê gava pereyê Erdogan diqede û hilbijartin nêz dibe, şerê li Kurdistanê ji bo wî bûye projeya jiyanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar