Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bakurê Kurdistanê ji bo Newrozê amade ye

Sibê dê li gelek navend û navçeyên bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên bi girseyî yên Newrozê werin lidarxistin. Komîteyên amadekar li gelek navendan xelkê vexwendin pîrozbahiya Newrozê

Navenda Nûçeyan |

Li herêma Serhedê dê li 7 navendan agirê Newrozê were pêxistin. Li van bajaran kelecana Newrozê serwer e û amadekariyên Newrozê yên dawî hatin kirin.

Di serê van bajaran de Wan tê û dê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di 09.00’an de li ber Keleha Wanê were lidarxistin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî tê tev li bibin û hunermend Azad Bedran, Xecê û Koma Awaz jî dê stranên xwe bêjin. Endamê Komîteya Amadekar a Wanê Taylan Şahan got ku amadekariyên wan temam bûne û xelkê vexwend pîrozbahiyê.

Komek HDP’yî li navçeya Rêya Armûşê geriyan û gel vexwendin pîrozbahiyê.

Gever

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam bûn. Hevserokê Komîteya Amadekar a Newroza Geverê Abdulkerîm Akdogan diyar kir ku dê Newroza xwe bi berxwedanê pîroz bikin û xelkê Geverê vexwend pîrozbahiyê.

Endamê Komîteyê Feyzî Ozcanan jî got ku amadekariyên wan temam bûne û xelkê bi ruhê Newroza 2013’an vexwend qadê.

Li navçeyê ji bo beşdariya Newrozê belavok hatin belavkirin.

Mûş, Agirî, Colemêg, Bazîd û Tetwan jî amade ne

Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî dê sibê li Meydana Garê Newrozê pîroz bike. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û rêveberên HDP’ê li taxên Mûşê geriyan û gel vexwendin pîrozbahiyê.

Li navenda Colemêrgê, Agirî, li navçeya Bazîda Agiriyê û li navçeya Tetwana Bedlîsê jî ji bo beşdariya pîrozbahiyên Newrozê belavok hatin belavkirin.

Amed, Riha, Êlih û Şirnex

Li Amed, Riha, Êlihê, Şirnex û Cizîrê jî sibê Newroz tên pîrozkirin û li van navendan jî xebatên bangên ji bo tevlibûna Newrozê hatin birêvebirin û xelkê vexwendin qadên pîrozbahiyê.

Nisêbîn û Qoser

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê, ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku li her du navçeyan bên kirin, amadekarî didomin. Komîteyên Amadakar ên Newrozê ku li 10 navçeyên Mêrdînê derketin kolanan, bangewaziyên xwe yên ji bo beşdariya Newrozê bi belavokan kirin. Li gel qedexeya Qaymeqamiya Dêrikê jî li navçeyê gel ji bo Newrozê hat vexwendin.  Li gel cihan gel derketin paceyên malên xwe û piştgirî dan bangên ku hatin kirin.

Di saetên serê sibehê de li xirbeyê navçeya Qoserê, bi serdanên ku hatin kirin gel ji bo Newrozê hat vexwendin. Heyeta ku parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de li navenda bajar bi gel re hat gel hev û ew venxwendin Newrozê.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî li navçeya Nisêbînê serdana gel kir û wan vexwend Newroza ku dê sibê pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar