Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi coşa jinan xemilî

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di çalakiyan de gelemperî berxwedana Leyla Guven û çalakvanên di greva birçîbûnê de derket pêş. Jinan got; ‘Leyla Guven rûmeta me ye û Leyla bila bijî.’

Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê bi sedhezaran jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan û li dijî tundî û desthiladdariya mêr, ji bo aştî, edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê dengê xwe bilind kirin. Di çalakiyên jinan ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelemperî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin pêş. Di çalakiyan de jinan berxwedan silav kir û gotin ku berxwedana Leyla Guven, berxwedana wan e.

Di vê çarçoveyê de li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê  (DAKP) bi beşdariya hezaran jinan li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne’ mitînga 8’ê Adarê li dar xist. Di mîtîngê de jinan bê navber dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Di axaftinên mîtîngê de jî berxwedana Guven hat silavkirin û hat destnîşankirin ku heta ku tecrîd bi dawî dibe, dê berxwedana xwe bidomînin.

Nameya Guven hat xwendin

Her wiha di mîtîngê de peyama hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ku 121 rojin ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye hat xwendin. Peyama Guven wiha ye: “Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bi bawerim her ku roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman û qîr bikin. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me bilind dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asat herî jor.”

Di heman demê de nameya jinên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di greva birçîbûnê de jî hate xwendin. Jinên girtî têkoşîna silav kir. Piştî axaftinan hunermend Nurcan Degîrmencî, Civata Rîtmên Sûrê û hunermend Devrîm Demîr derketin ser dikê û jinan li ber stran û newayên xwe dilgeş kirin. Bi hezaran jin li ber stranan govend gerandin û mitîng bi dawî bû.

ENQERE

Li Enqereyê jî jin bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê û bi dirûşma ‘Jin li diji krîz, şer û newekheviyê têkoşînê bi hêz dike û jiyanê bi rêxistin dikin’ li Kolana Sakaryayê kom bûn. Jinên ku qad tijî kirin bênavber dirûşmên ‘Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.  Li qadê peyama Leyla Guven hat xwendin. Di heman demê de li qada çalakiyê wêneyên Leyla Guven, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û Fîgen Yuksekdag hatibûn vekirin. Di axaftinên çalakiyê de girîngiya 8’ê Adarê hat vegotin û hat destnîşankirin ku 8’ê adar roja wekhevî, azadî û jiyana mirovî ku bi hevre bijîn û têbikoşin e. Şahî bi govendê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Meclisa Jinan a Şirnexê jî bi heman boneyê li taxa Nûh a navçeya Sîlopiyayê şahiyek mezin pêk anî. Jinên ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bûn, heta cihê şahiyê meşiyan. Jinên ku cilên gelêrî li xwe kirin rastî eleqeyek mezin hatin. Di meşê de jinan bi dirûşman berxwedana grevê birçîbûnê silav kir. Di çalakiyê de her wiha pankarta ‘Bila tecrîd rabe, Leyla bijî’ hatibû vekirin. Di axaftinên şahiyê de hat gotin ku jin ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Axaftvanan daxuyand ku dê têkoşîna Sêvê, Pakîze û Fatmayan mezin û berdewam bikin. Herî dawî jî hunermend Xecê derket ser dikê û stran gotin. Herî dawî jî Buroya Jinan a Hilbijartinê ya HDP’ê hate vekirin û şahî bi dawî bû.

MÛŞ

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mûşê jî bi tevlêbûna parlamenter, namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê û rêveberên HDP’ê yên jin û bi hezaran welatiyan şahî li dar xist. Di şahiyê de sînevîzyona ku tekoşîn û berxwedana Leyla Guven vedibêje hate temaşekirin. Di axaftina çalakiyê de 8’ê Adar li hemû jinan hat pîrozkirin û berxwedana Guven hat silavkirin. Şahî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ bi dawî bû.

BEDLÎS

Jinên HDP’î li Kolana Cumhuriyetê ya Tetwan a Bedlîsê Buroya Hilbijartinê vekirin. Jinan piştî buro vekir şahiya 8’ê Adarê li dar xist. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankartên ‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz be’ û ‘Li dijî zilmê piştevanî û yekitî’ vekirin. Di şahiyê de jinan bi dirûşman piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê. Piştre jî buro hate vekirin û jinan bi gerandina govendê dawî li çalakiya xwe anîn.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî jinan li navçeyên Giyadîn û Bazîdê pîrozbahiyên 8’ê Adarê li dar xistin. Jinên ku li Giyadînê kom bûn, li nexweşxaneyê li jinên nexweş qurnefil belav kirin. Li Bazîdê jî jin li Kolana Hunerê meşiyan û pankarta ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin, maf û xeyalên xwe di 8’ê Adarê de li qadan in’ vekirin. Jinan piştre jî buroya hilbijartinê vekir û qurnefîl belav kirin. Di şahiyê de parlamenterên HDP’ê, namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî amade bûn. Di axaftinên çalakiyê de jinan gotinên Erdogan ku di got ; ‘ji vî welatî herin’ hatin bibîrxistin û jinan wiha bersiv da: “Em Em neviyên Ehmedê Xanî û Derwêşê Evdî ne. Em zarokên rojê ne. Ev der axa me ye. Em naçin lê dê di 31’ê adarê de qeyûmên we biçin.”

ÎDIR

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Îdirê jî ji bi heman armancê ji avahiya HDP’ê heta şaredariyê meşiyan. Di meşê de ji hemû pêkhateyan jin amade bûn. Jinan ji her çandê cil li xwe kirin û li jinên derdorê qurnefîl belav kirin. Jinan dema qurnefîl belav kirin jî dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û li ber def û zirneyan govenda herêma azeriyan gerandin. Jinan di şahiyê de pankarta ‘Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û di grevê de ne’ vekirin û dowîza ‘Bijî piştevaniya jinê’ û ‘Ji cînayetên jinan re na’ û ‘Jin jiyan azadî’ rakirin. Di şahiyê de 8’ê Adar li hemû  jinan hat pîrozkirin.

EDENE

Komîsyona Jinan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a a Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Baran Oner anî ziman ku tundiya li dijî jinê bi rêxistinî pêş dikeve û ew dê bêden nebin û serî netewînin.

OSMANİYE

Rêxistina HDP’ê ya Osmaniye jî bi heman armancê li taxa Yunus Emre şahiyek pêk anî. Jinên ku cilên gelêrî li xwe kirin, alên HDP’ê li ba kirin û govend gerandin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên HDP’ê û namzeta HDP’e ya Osmaniyê jî tev li şahiyê bûn. Şahî bi govendê bi dawî bû.

ÊLIH

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA),  li Êlihê mîtînga 8’ê Adarê hate lidarxistin. Di mîtîngê de parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Ayşe Acar Başaran, hunermend Pinar Aydinlar, Dayikên Aştiyê, namzetên hevşaredariyê yên navend û navçeyên Êlihê û gelek welatî amade bûn. Li qadê pankarta bi nivîsa ‘Em ji bo jiyan, jiyandin, gel û jiyana xwe li qadan e’ hat daliqandin.  Beşdarên şahiyê berxwedana Guven silav kir û dan zanîn ku dê di 31’ê Adarê de rengê jinê bidin sendoqê û Êlihê bikin bajarê jinan. Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydinlar bi sirûda ‘Herne Pêş’ qad coşand û piştre jî strana ku ji bo Leyla Guven çêkiribû got.  Mîtîng bi dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’  û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar