Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrînê herikî qadan

Bi boneya yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, bi dehhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan li Kobanê, Şehba û Qamişloyê herikîn qadan. Di çalakiyan de li hemberî dewleta tirk û çeteyên wê hêrseke mezin hebû û welatiyan soza rizgarkirina Efrînê da

Di salvegera yekemîn a êrîşên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên di 20’ê çileya sala 2018’an ên li dijî kantona Efrînê, li seranserî bajarên bakurê Sûriyeyê bi dehhezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan daketin qadan. Di çalakiyan de li hemberî dagirkeriya dewleta tirk hêrseke mezin hebû û welatiyan soza rizgarkirina Efrînê da.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên kurd, ereb, tirkmen, çerkez, asur, ermen, suryan û şîşanî û hwd. ên  ji Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn,  Kobanê û gundewarên wê li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn. Bi hezaran welatiyên ku li qadê kom bûn, dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên şehîdên Efrînê, Berxwedana Serdemê û pankartên ku tê de dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tên şermezarkirin hatin vekirin.

Çalakvanan di meşê de bênavber bi dirûşman dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Çalakvan ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan.

Li Şehbayê her kes herikî qadan

Bi heman boneyê bi dehhezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma ‘Em ê bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyeyê biqewitînin’, li navçeya Ehdas a Şehbayê meşek li dar xist. Bi boneya çalakiyê hemû dikanên bazirganiyê hatibûn girtin, tevgera çûn û hatinê hat  sekinandin. Di meşê de hemû pêkhateyên herêmê cih girtin û çalakvanan wêneyên şehîd û birîndarên Berxwedana Serdemê û wêneyên rûxandin û hilweşandina Efrînê hildan.

‘Em ê vegerin Efrînê’

Di meşê de welatiyan pankartên; ‘Ji dagirkerî û komkujiyên Tirkiyeyê re na’, ‘Ji kuştina zarok û jinan re na’ û ‘Em ê vegerîn Efrînê’ vekirin û şaxên zeytûnan rakirin. Çalakvanan da zanîn ku dê asta berxwedana xwe hîn mezintir bikin û Efrînê ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Hat zanîn ku meş dê kîlometreyekê bidome û li qada Marata Mislemiyeyê veguhere mîtîngê.

Li Qamişlo meş  û mîtîng

Li bajarê Qamişloyê jî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê bi hezaran welatî meşiyan. Girseya ku li navenda Qamişloyê kom bû, bi pankart, dowîz û wêneyên şehîdan meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin û soza rizgarkirina Efrînê hate dayîn. Mîtîng bi axaftinan didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar