Balafirek dewleta tirk a dagirker li Silêmaniyê, wesayîtek rojnamegerên kurd bombebaran kir, 2 rojnameger şehîd bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê wesayîtek ku tê gotin rojnameger têde bûn, li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, hatiye bombebaran kirin. Di encama êrîşa hovane de wesayît şewitî, 2 rojnameger şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.