Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê ji danê siharê ve balafirek bê mirov li ser asîmanî Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere. Nayê zanîn bê ka balafira bê mirov ya dewleta tirk a dagirker e, yan jî ya koalîsyona navneteweyî ye.
Hêjayî gotinê ye balafirek bêmirov a dewleta tirk ya dagirker di 3’yê îlonê de navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kiribû. Di encama vê êrîşê de dayikek û zarokek 4 salî bi sivikî birîndar bûn.
Her wiha di 5’ê hezîrana 2021’an de jî balafira bê mirov ya dewleta tirk a dagirker carek din wargehê kir hedef.
Cihê ku êrîş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîva wargehê û derdora parqê dibistanên wargehê hene. MEXMÛR