Êrîşn dewleta faşîst a tirk bênavber êrîşên xwe yên li ser rojavayê Kursitanê didomîne. Hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyê derbarê bombebarana ku şevê din balafirên dewleta faşîst a tirk li hemberî navendek asayîşê ya devera Koçeratan a Dêrikê pêk anî de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Balafireke şer a dewleta dagirker a tirk 8’ê Cotmehê şeva yekşemê herêma Koçeratan bombebaran kir. Di encama êrîşê de hejmarek hevalên me şehîd û birîndar bûne. Derbarê mijarê de wê piştre agahiyên berfireh bi raya giştî re werin parvekirin.”