Balafirên şer ên dewlet tirk herêma bajaroka Çemankê ya Amediye ya Duhokê bombebaran kir
Êrîşên hêzên artêşa tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bênavber berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk şevê din herêma bajaroka Çemankê ya girêdayî navçeya Amediye ya Duhokê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama bombebarana balafirên artêşa tirk de li herêmê şewat derket. Encamên bombebaranê nayên zanîn. DUHOK