Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Balafirên artêşa tirk li Qendîlê sivîl bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta tirk gundên Qendîlê bombebaran kir û balafirên keşfê jî li ser Qendîlê digerin. Di bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker de li Binarê Qendîlê 4 welatî birîndar bûn. Rewşa welatiyekê giran e

Îro danê sibê saet 07.30’an de balafirên şer yên dewleta tirk a dagirker, bi dijwarî çiya û dolên çiyayê Xakûrkê û Herêma Bradost bombebaran kirin. Herwiha balafiran di saet 09.30’an de jî gundên Silê û Bolê ê ser bi Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.  Nûçegihanê Rojnews ji herêmê ragihand ku balafiran li gundê Bolê 2 malên gundiyan bombebaran kirine û di encamê de 4 gundî birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa Ehmed Ebdullah giran e û ew veguhestine nexweşxaneya Sengeser.

Hêj jî liv û tevgera balafiran a li ser herêmê berdewam dike. Niha jî balafirên şer yên dewleta tirk bi ser asîmanê navçeya bajarokên Wertê û Qesrê yên ser navçeya Çoman a ser bi Hewlêrê digerin.

Hêjayî gotinê ye serokwezîrê Iraqê di 16’ê tebaxê de ragihand ku nabe tu balafirên şer yan jî helîkopterên Iraqê û yên biyanî bêyî destûra wî li ser ezmanê Iraqê bifirin û got ku ger ev pêkbê, wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê bersiva wan bidin. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar