Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundê Seyda yê li nêzî kampa Eyn Îsayê bombebaran kir. Di êrîşê de 3 sivîl bi giranî birîndar bûn
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ên dewleta tirk li dijî gundê Seyda yê Eyn Îsayê êrîşa hewayî pêk anî.
Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama êrîşa hewayî de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e. EYN ÎSA