Balafira bêmirov a tirk navenda navçeya Xanesor a girêdayî Şengalê bombebaran kir
Balafira sîxurî û bêmirov a dewleta tirk a dagirker berê niha bi demeke kurt navenda bajarê Xanesor ya ser bi Şengalê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên ji herêmê dane balafira ku êrîş pêk aniye balafira bêmirov bûye û raste rast navenda bajêr hedef girtiye.
Têkildarî encamên bombebaranê hîn tu zanyariyek zelal nehatiye bidestxistin. XANESOR