Navenda Nûçeyan |
Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Balafirên artêşa tirk a dagirker carek din xelkê sivîl kir hedef.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker di saet 11:00’an de gundê Bolê ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi herêma Biradostê bombebaran kir.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di encama bombebaranê de xaniyên xelkê gund zirer dîtine.
Der barê ziyanên canî de heya niha tu agahiyek nehatiye wergirtin.