Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Balafirên dewleta tirk navenda Xanesor a Şengalê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê bajaroka Xanesor a Şengalê û çiyayê Kuro Jaro yê Şêladizê bombebaran kir

Dewleta tirk a dagirker tevî rojavayê Kurdistanê, êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê jî bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de êrîşî Şengal û Şêladizê kir.

Li gorî agahiyên ji Şengalê, balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker saet derdora 13.00’an de bajaroka Xanesorê ya Şengalê bombebaran kir. Hat zanîn ku balafiran raste rast malên welatiyan bombebaran kirine. Ji ber liv û tevgera balafirên şer û keşfê ya li ser navçeyê, têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Duh DAIŞ û îro jî dewleta tirk êrîş dike

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajaroka Xanesorê piştî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê hatibû valakirin. Lê piştî ku navçe ji hêla şervanên YBŞ, YJŞ, gerîla û pêşmergeyan ve hate rizgarkirin, şêniyên wê careke din lê vegeriyabûn. Bajarok niha jî ji hêla artêşa tirk ve tê bommbebarankirin.

Çiyayê Kuro Jaro hate bombebarankirin

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de çiyayê Kuro Jaro yê bajaroka Şêladizê ya Amediyeyê bombebaran kir. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku çiya du caran ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin. Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar