Artêşa tirk a dagirker îro di danê sibehê de çiyayê Kortek û rêya di navbera Pişder û Binarê Qendîlê de bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta tirk îro saet di 10:00’an de çiyayê Kortek, rêya di navbera Pişder û Binarê Qendîlê de bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, 3 balafirên şer a artêşa tirk a dagirker hêrêm bombebaran kirin. Nehat zanîn bê ka di encamê êrîşê de ziyan çêbûne yan na. QENDÎL