Balafirên şer bombe li baregeha Lîderê Şiî yê Ereb a Iraqê Mûqtade El Sadir barandin
Hate ragihandin ku balafirên şer bombe li baregeheke Lîderê Şiî yê Ereb ê Iraqê Muqtade El Sadir ê lîderê tevgera Sadir barandin. Li gorî hinek çavkaniyan Mûqtade El Sadir bûye hedefa bombeyan, lê ev îdîa hê nehatiye piştrastkirin.
Muqtade El Sadir piştî mudaxeleya DYA’yê ya sala 2003’an a li Iraqê û şûnde artêşa Mehdî ava kir û li dijî DYA’yê şer kir. Ji ber ku bi Îranê re nakokiyên xwe hene, li dijî Îranê ye. Sadir, destekê dide xwepêşandanên demên dawî yên li Iraqê ku li herêmên Şiî yên Ereb tê lidarxistin. BEXDA