Balafirên şer ên artêşa tirk li navçeya Amediyê ya Duhokê êrîşa hewayî pêk anî û sivîlan hedef girt. Di êrîşê de 2 welatiyên sivîl qetilkirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê welatî Dilovan Şahîn Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed ên sivîl jiyana xwe ji dest dan û rayedarên heremê jî agahî piştrast kir.
Heta niha 9 welatî hatin qetilkirin
Artêşa tirk a dagirker heta niha li herêmê gelek êrîşên hewayî pêk anîn û di êrîşan de 9 sivîl qetil kirin. Di 17’ê hezîranê de Ebas Mexdîd ê ku pêşmergeyê PDK’ê bû, di 19’ê hezîranê de 5 sivîl û di 24 hezîranê de li navçeya Şarbajerê 3 sivîl qetil kirin. DUHOK