Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Dîgur ê Şengalê bombebaran kirin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Dîgur ê Şengalê bombebaran kirin.
Hat zanîn ku bombebarana li ser herêmê hîn didome.
Têkildarî encamên bombebaranê heta niha tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. ŞENGAL