Îro derdora saet 13.00’ê nîvro balafirên şer ên tirk derdora gundê Gabnêrkê ya ser bi Kanîmasiyê ku girêdayî navçeya Amediyê ye bombebaran kir.
Ji ber liv û tevgera balafiran a li herêmê têkildarî zirerên giyanî û madî tu zaniyariyek zelal bidest neket.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên şer ên tirk 19’ê cotmehê gundê Rejuwkeryan a Binarê Qendîlê jî bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de zirer û ziyaneke mezin gihandibû mal û milkê welatiyan. AMEDIYE