Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Balafirên şer ên tirk bombe li kampa Mexmûrê barandin

Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li derdora kampa Şehîd Rustem Cûdî barandin. Ji ber bombebaranê du sivîl birîndar bûn

Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ya li başûrê Kurdistanê barandin. Êrîşê li gorî dema herêmê saet 00:10 dest pê kir û herî kêm sê caran bombe hatin barandin.

Bombe li derdora kampê hatin barandin û li gorî agahiyên destpêkê kesî ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest nedaye. Lê belê du kesên ji ber teqînê di bin axê de man bi sivikî birîndar bûn. Şêniyên kampê birîndar ji binê axê derxistin û birin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa du birîndaran baş e.

Bombebarana dewleta tirk her wiha zerar da bax û baxçeyên şêniyên kampê. Şêniyên kampê piştî êrîşê derketin derve û nerazîbûn nîşan dan. Piştî bombebaranê û dengê sê teqînan hate bihîstin, balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Şêniyekî kampê diyar kir ku li devera ew lê ne PKK’î nîne, qadên sivîlan hatine bombekirin. Beşek ji şêniyên kampê ji herêmên teqînê dûr ketin û hinek jî ji bo hîn bibin ku tiştek bi kesî hatiye yan na çûne cihê teqînê. Dewleta tirk mehên dawî bi rêk û pêk êrîşî qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê dike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye kub alafirên şer ên tirk hefteya derbasbûyî jî bombe li gundê Spîdar ê navçeya Amediyê ya Duhokê barandibûn û di encamê de sê sivîl birîndar bûbûn. Dawiya hezîranê jî ji ber êrîşa hewayî ya artêşa tirk li herêma Kortekê ya Qendîlê sê sivîl hatibûn kuştin pênc jî birîndar bûbûn. Kampa Penaberan a Mexmûrê jî ku zêdeyî 12 hezar penaber lêne ne cara yekê ye ku dibe hedefa êrîşên dewleta tirk. Di êrîşa 13’ê Kanûna 2018’an de 4 sivîlên ku ewlekariya Mexmûrê dikirin hatibûn qetilkirin.

Dîsa hêjayî gotinêye ku hikumeta Iraqê û PDK di van êrîşên heweyî û yên bejahî de hevkariya dewleta tirk dikin. Yek ji berpirsyarên êrîşan jî PDK bi xwe ye ku bi rêya sîxur û nokerên xwe di xizmeta MÎT’a tirk de dixebite. PDK ji van êrîşên dewleta tirk re pêşnegiyê dike, hedef nîşan dide û dewleta tirk jî komkujiyan pêk tîne. MEXMÛR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar