Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Amêdiyê ya Duhokê bombebaran dikin. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin
Êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk ên li ser xelkê başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Nîv saet berê balafirên şer ên dewleta tirk gundên herêma Gare yên girêdayî Amêdiyê ya bi ser Duhokê bombebaran kirin. Liv û tevgera balafiran li ser herêmê berdewam dike. Hat zanîn ku balafir car bi car herêmê bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, balafirên şer bi dijwarî gund bombebaran kirine. Her wiha hat zanîn ku balafirên artêşa tirk bi taybet jî gundê Spêndarê bi dijwarî bombebaran dikin.
Hîn jî nayê zanîn bêka di encama bombebaranê de tiştek bi kesekî hatiye yan na. DUHOK