Îro di danê sibehê de balafirên şer li ser asîmanê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêzî 45 deqeyan nizm firiyan. Nehat zanîn bê ka balafirê yên kîjan dewletê ne
Balafirên şer û yên keşfê vê sibehê saet di navbera 05.15 û 06.00’an li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nizm firiya. Nehat zanîn bê ka balafirên şer yên kîjan dewletê ne.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend rojin balafirên keşfê li ser wargehê digerin. Di 19’ê tîrmehê de jî balafirên şer ên dewleta tirk wargeh bombebaran kiribû û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bibûn. MEXMÛR