Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ev 3 saet in bênavber bombeyan li herêma Qendîlê dibarînin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî xaka başûrê Kurdistanê bênavber berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk îro jî gelek herêmên başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên aratêşa tirk ev 3 saetin bênavber bombeyan li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.
Têkildarî encamên bombebaranê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin. QENDÎL