Dewleta tirk a faşîst li ber çavên dinyayê rojavayê Kurdistanê bombebaran dike Li gorî nûçeya ANHA’yê balafirên dewleta faşîst a tirk li nêzî stasyona Himê ya li taxa Mişêrfa ya Hesekê erebeyek bombebaran kir.
Balafirên dewleta faşîst a tirk erebeyên li wir tev digerin bombebaran dikin, her wiha balafirên şer û bêmirov li asîmanê herêmê digerin. Ji ber vê yekê nûçegihanên ANHA’yê nikarin xwe bigihandana cihê bombebaranê.
Her wiha balafirên şer ên dewleta tirk derdora Kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku tê de koçberên Serêkaniyê hene gelek caran bombebaran kir.