Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Baldarî û hestyarî teknîka dijmin vala derdixe

Awyer Botan

Bi berxwedana fedayî ya gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê re, her diçe dewleta tirk a dagirker felç dibe. Leşkerên tirk ên li Zap, Avaşîn û Metîna tarûmar bûne, êdî nikarin bilebitin.

Her ku derbê dixwin, dîn û har dibin. Êdî ne leşker dikarin xwe bigirin û ne jî fermandarên wan dikarin leşkeran li wan çiyayên asê û serbilind bigre. Her tişt nava hev ketiye. Teknîka ku artêşa tirk bikar tîne, hema bêje êdî ew jî bi taktîk û terzê nûjen ê gerîlayan tê pûç kirin.

Ne çekên qedexe û ne jî kîmya dikare pêşiya derbên gerîla bigire. Tunelên ku bûne kelh û stargehên jiyana azad, ji bo leşkeran bûne goristan.

Dewleta tirk a bi şerê xwe yê taybet û propagandaya xwe ya derewîn berî her operasyona dagirkeriyê û êrîşan dikir qîr û hewar, niha li ber berxwedana Zapê ker û lal bûye. Tu yê bê qey li wan çiyayan 24 saetan şer nîne, wisa pişta xwe dane. Ne pisporên wan ên şer ne jî qelemşorên wan dikarin rewşa leşkeran bêjin û binivîsin. Ji xwe kes qala leşkerên tên kuştin nake, ew ji kîsê dê û bavê xwe diçin.

Di rewşeke wiha de, artêşa tirk nikare li çiya ti encamek bi dest bixe. Ji bo wê di vê dema dawî de giranî daye ser êrîşên esmanî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Gerîlayên azadiyê ku li çiya ev sîstem vala derxist. Ji bo wê teknîka dijmin li çiya bêkêr maye. Eger gerîla tedbîrên heyî û di çarçoveya terzê nû de tevger bike, teknîk û balafirên biçek-bêmirov nikarin ziyanê bidin gerîla.

Ji bo wê ye, dewleta tirk a dagirker li ber gerîla asê ma, niha dixwazin li nava bajar û herêmên din derbê li gerîla û hêzên şoreşger bide. Vê yekê jî bi rêya PDK’ê û dîsa kesên ketî ku dikevin di bin xizmeta dewleta tirk û MÎT’ê de, dike.

Dema dawî em dibînin li başûrê Kurdistanê û dîsa Rojava gelek fermandar û rêveberên Tevgera Azadiya Kurd kirin hedef. Dewleta tirk dixwaze bi vê yekê motîvasyonê bide civaka xwe û dîsa moralê gelê kurd bixîne.

Taybet di vê mijarê de divê terzê heta niha yê xebatê dihate meşandin, bi temamî bêguherîn û çawa ku gerîla li çiya ev teknîk vala derxist û tenê weke amûrekê hişt. Hemwext divê li nava Başûr û Rojava jî ev terz û taktîk bê şopandin û demildest bê pêkanîn. Herî dawî êrîşa li Qamişlo ya li ser fermandarên HSD û Antî-Terorê da nîşandan ku divê em terz û tevgerên xwe yên ji bo kar û xebatê bi temamî bidin guherîn.

Rêbazên xuliqkar bên afirandin û her wiha dikare di asteke zêde de sûdê ji teknîkê bê girtin û teknîkê bi rêbazên bikêr bixin di bin xizmeta şoreş û karê xwe de. Her wiha yek ji xala din a herî esas û demildest li ser bê sekinîn, di dema tevgerê de û dîsa rêgehên pêve diçin, di warê îstixbaratî û ewlehiyê de baş bê şopandin û emniyeteke xurtir bê girtin. Her wiha divê temamî nebe sedemê rawestandina kar û hemwexî wê jî sistahiyek nebe ku bibe sedemê ziyanên giyanî yên vegera wê neyî.

Şehadetên çêdibin di asta fermandariyê de bandoreke mezin li civakê û dîsa taybet hêzê dike. Ji ber ku ziyan gihana her yek ji wan fermandaran berdêl û ezmûneke xurt diçe. Ev jî di vê demê de ji bo me windahiyên pir giran in. Êşa wan nayê rakirin.

Bêbaldarî û terzê berê û dîsa nêzîkatiyên seran ser divê temamî bê derbaskirin û li gorî terzê nû û pisporbûna tevger esas bê girtin. Nûvejenî û lêhûrbûnên kûr di derbarê vê babetê de bê kirin wê teqez encamên baş bê girtin. Ji ber ku teknîk ne ji hêza mirov xurtir û kêrhatîtire. Teknîkek çiqasî xurt be, mirov dikare xala zeîf a wê bibîne û vala derbixe. Her wiha dîsa Tevgera Azadiya Kurd îro gihaye wê astê di warê teknîkê de gelek derfet hene bibe xwedî agahî û dîsa vala derbixe. Em dikarin ji ezmûnên hev ên bûyerên borî ders derbixin û bikarin vegereke baş pêşbixin û li kûderê dibe bila bibe, teknîka qirker a dijmin vala derbixin.

Kengê me ev yek kir, wê teqez encamên baş bi xwe re bîne. Ji xwe ya niha dewleta tirk ketûber derdor dibe top û hewanan, heta astekê encama vê yekê ye. Ji bo wan bi qasî hedefê, encam jî girîng e. Niha ji bo dijmin, jin zarok û şervan, gerîla ferq nake. Encam qirkirin e.

Di vê mercê de jî divê civak baldar be, her guherîn û veguherînên li taxan û kolanên wan pêk tên, li ser esasê hestê netewî sazî û dezgehên berpirs agahdar bike. Ji ber ku ziyan digihêje her kesê. Taybet civaka me ya Rojava di vê mijarê de divê zêdetir xwe perwerde bike û birêxistin bike. Dijmin li erd û esmanan e. Her kêlî û fersendê dikare lê bide û derbas bibe.

Ji bo wê ye, di serî de ciwan û hemû ferdên Rojava li ber her mijarên heyî baldar û hestyar be. Taybet divê bi ti awayî bi daxwazî û şantajên MÎT’ê neyên xapîn. Şehîdkirina fermandar an jî şervanekê ti fêdê nade kesî, berovajî ziyanê digihîne giştî destkeftiyên şoreşê. Dijmin ti demê xwedî li kesê dernakeve, tenê ji bo armancên xwe bikar tîne. Ev ji dîrokê ve diyar e, bi hezaran nimûne hene.

Şoreş û destkeftiyên kurdan îro ji her demê bêhtir e, ji her demê bêhtir xurtir û bi rêxistinî ne. Eger ku ev yek têk biçe, wê ziyanên pir û pir mezin bigihêje giştî destkeftiyên heta niha hatine bidestxistin. Eger em bikarin vê biparêzin û dîsa kolan û kûçeyên xwe ji kesên xistî, noker û xayîna pak bikin; em ê bikarin zêdetir destkeftiyan biparêzin û heta zarokên xwe yên ji bo em bijîn xwe feda dikin, bidin jiyîn.

Ji bo wê ye, divê heta dawî li her derê em baldar û hestyar bin. Xwe û zarokên xwe biparêzin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar