Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe’

Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku li qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe

Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, li HDP’ê ya navçeya Peyasê ya Amedê bi rojnamegeran re hat gel hev û têkildarî polîtîkaya derveyî welat nirxandinan kir.

Ozsoy bi bîr xist ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî Tirkiyeyê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevgera dagirkirinê daye destpêkirin û wiha got: “Ji bo ku xwe ji krîza aborî û pirsgirêkên welat rizgar bike, Tirkiyeyê êrîşeke dagirkeriyê li dijî Sûriyeyê pêk aniye. Ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve tê diyarkirin ku Esad ji êrîşa Tirkiyeyê sûd wergirtiye û tiştên ku Erdogan xwestiye pêk nehatine. Tirkiye kesên ji şerê navxweyî yê Tirkiyeyê mane li hev kom kiriye û di êrîşên li dijî kurdan de bi kar tîne.”

Ozsoy bal kişand ser gefên Erdogan ên dijî welatên Ewropayê ku bi penaberan dike û ev tişt anî ziman: “Erdogan bi mijara penaberan Ewropayê dîl girtiye. Ewropa penaberan weke pirsgirêka têr xwarinbûnê dibîne. Li wir bûye pirsgirêkeke siyaseta navxweyî. Ewropa neçar e ku vê rewşê çareser bike. Gelek pêşniyar û têkiliyên me bi Ewropayê re çêbûn. Têkildarî vê pirsgirêkê hevdîtinên me bi Amerîka, Rûsya û Misrê û gelek welatên din re hene. Tirkiyeyê, bi pêşniyara herêma ewle, li dijî Sûriyeyê tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin. Zorê hewl dan herêmeke ewle ava bikin. Mijara herêma ewle piştî biryara YAŞ’ê, bi vexwendina fermandarên nû ya Amerîkayê derket holê. Ev hevdîtin pêk hatin û di van hevdîtinan de lihevkirin çêbû û lê Erdogan vê lihevkirinê rexne kir. Bes nedît. Heke firsendê bibînin di serî Kobanê dê êrîşî tevahiya Rojava bikin. Di rastiyê de Tirkiye, projeya Esad û Sûriyeyê didomîne. Hemû hêzan komî ser hev dike û êrîş dibe ser kurdan. Tirkiye hatiye ser xeta Esad.”

‘Dibe ku Amerîka hemû hêzên xwe vekişîne’

Di axaftina xwe de Ozsoy destnîşan kir ku di mijara Sûriyeyê de helwesta raya giştî ya navneteweyî girîng e û wiha pêde çû: “Dibe ku Serokê Amerîkayê Donald Trûmp hêzên xwe hemûyan ji Iraq û Sûriyeyê vekişîne. Ji ber ku bertekên navxweyî yên li dijî vê yekê hene dibe ku bi paş ve jî gav biavêje. Amerîka di nav hewldana astengkirina hevdîtinên Esad û kurdan de ye. Kurd û Esad neçar in li hev bikin. Daxuyaniyen Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) û Esad hene. Hema bibêje hemû hêzên navneteweyî di nav vî şerî de ne. Di vê mijarê de kurd li qonaxeke pir girîng in. Di hemû pirsgirêkan de di asta diyarker de ne. Heviya me ya ji hêzên herêmî û navneteweyî avakirina civakeke nû ya Sûriyeyê ye.”

Ji bo yekitiyê xebat tên meşandin

Her wiha Ozsoy anî ziman ku ji bo yekitiya kurdan xebateke zêde tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demeke nêz de dê heyetek biçe başûrê Kurdistanê. Têkoşîna li Kurdistana Îranê û li deverên din nabe yek. Dîmen hê nû tên. Li wir wehşetek heye. Pergala zordest û krîza aborî hêrsa gel zêde kiriye. Wisa xuya dike ku ev rewş demeke dirêj bidome. Di qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo têkoşîna mafdar a kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar