Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Bang li hikumetê kirin ku dorpêça li ser Mexmûrê rake

Welatiyên Germiyan bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin daku di demek zû de dorpêça li ser wargeha Mexmûr rakin. Herwiha welatiyan bang hemû hizb û xelkê Başûr kirin daku li dijî vê dorpêçê xwedî helwestin bin

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Rojek piştî bûyerê, ango 18’ê tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta tirk, wargeh bombebaran kir û di encamê de 2 welatî bi sivikî birîndar bûn. Ji wê rojê heya niha dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê destpê kiriye. PDK rê nade penaberên Mexmûrê, nexweşên giran jî di nav de, karker û xwendekar biçin Hewlêrê. Di encama vê dorpêç û ambargoya PDK’ê du zarokan di zikê diya xwe de jiyan xwe ji dest dan. Li ser vê mijarê welatiyên navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ji RojNews re axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û ev tişt anî ziman: “Niştecihên wargeha Mexmûrê, debara xwe bi kar bidestdixin û ji bo kar jî diçûn Hewlêrê. Ji ber ku dorpêç heye, êdî ti çavkaniyek wan a jiyanê nemaye. Xelkê Mexmûrê kurdin û hevnîştimanê mene. Ez bang  li welatiyan dikim da ku dijî vê dorpêçê xwedî helwest bin. Ji ber ku ev kiryarek dijminkarî ya ku dişibe siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye.”

Welatiyê bi navê Aştî Mihemed xwest gelê kurd li dijî vê ambargoyê bibe xwedî helwest û ev bang kir: “Ez bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim daku dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê rakin. Divê em hemû li dijî vê bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.”

Welatiyê bi navê Araz Zorab jî nerazîbûn nîşan da û xwest her kes li dijî vê yekê xwedî helwest bin û wiha got: “Divê hizbên di nava hikumetê de li ser vê dorpêçê xwedî helwest bin. Ji ber ku zêdetirî hizban di hikumetê de ne û ew hemû ji vê rewşê berpirsyarin.”GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar