Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Bang li PDK’ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin

Tê gotin dê PDK tevli operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê bibe. Waniyan bertek nîşan dan û gotin, divê PDK dev ji polîtîkayên xwe yên şaş berde

Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federê ji 23’yê Nîsana 2013’an ve didome. Tirkiye ku di vê operasyonê de bi ser neket, niha bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide operasyoneke din çêbike. Piştî hat gotin dê PDK jî tevli van êrişan bibe, gelek derdorên civakê bertek nîşan dan. Waniyan jî bang li PDK’ê kir ku dev ji vê şaşiyê berde û gotin, di nav vê operasyona mihtemel de cihgirtina PDK’ê qethiyen dê neyê qebûlkirin.

Tevhît Demez, diyar kir ku PDK tevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re zêde kiriye û got: “PDK ji bo berjwendiyên şexsî û malbatî nirxên netewyeî texrîb dike. Ev yek ji bo kurdan tiştekî êşbar e. PDK, erdên kurdan pêşkêş dike. Êdî divê PDK dev ji vê netewperestiya hoveber berde. Divê her çar perçeyên Kurdistanê biparêze û ji bo yekîtiya neteweyî bitêkoşe. Êdî bes e, bila dev ji van titşan berde. Kurd divê berbayî van lîstikan nekevin.”

 ‘Helwesta PDK’ê şaş e’

Welatiyekî din ê bi navê Metîn Dûman, anî ziman ku cihgirtina PDK’ê ya li cem Tirkiyeyê şaş e û wiha got: “Helwesta PDK’ê şaş e. PDK, demildest divê dev ji plana şer berde. Divê em her tiştî deynin aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin.”

Welatî Halît Adiyaman jî destnîşan kir ku helwesta PDK’ê helwesta “îxanetê” ye û ev tişt got: “PDK, êdî îxanetê li kurdan dike. Divê dev ji polîtîkayên îxanetê berde. PDK, bila li kurdên derdora xwe mêze bike; em bi salan e tên eciqandin. Tew ev ne bes e, radibe tevkariyê bi kesên van titşan tîne serê me re dike.”

 ‘Dev ji vê şaşiyê berde’

Zafer Şeker jî bilêv kir ku PDK demildest divê dev ji vê şaşiyê berde û wiha got: “PDK, êdî ji bo me ne tu tişt e. PDK ji bo êrişê bibe ser gelê xwe li hincetan digere. PDK, ne qenciya kurdan, xirabiya kurdan dixwaze. Qethiyen divê berbayî vê lîstikê nekeve. Tu kurd tiştekî wisa naxwaze. Em PDK’ê hişyar dikin, hê bi derengî neketiye dev ji vê şaşiyê berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar